Di rastiya Rojhilata Navîn de jin û oldarî
- 09:02 17 Hezîran 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Di hemû pevçûnên nasname, mezheb û olî yên li Rojhilata Navîn de yên herî qêde hatin qirkirin jin bûn. Çanda baviksalarayê bi her awayî li jinan hat ferzkirin û mêran dema ev şerên olî dikirin wekê ku mêr van şeran nakin, oldariyên nû hilberandine. Bi gelek pêkanînên dijolî êrişê jinan dikin. Vê jî wek emrê Xwedê pêk tînin."
Halîde Turkoglu
Ol û têgeha oldariyê beyî ji hev bê veqetandin bandora wê ya li ser jinê axaftin; Ji lêgerîna fêmkirinê û rastiya hewcedariya civakî ya bi hezaran salane didome me dûr dixe. Bi ferasta zanista modernîteyê re me bide dogmatîkê ku ev me ber bi nexweşiya zanistî (pozîtîvîzm) ya ku piranî em rexne dike ne.Ol tu car di jiyana me ya rojane de li cihekî cuda cih negirt. Ol ku bi çanda baviksalar û bi destê dewletê bûye alav û her tim bûye têgeha îstîsmarê ya lêgerîna fêmkirinê ya rojevîbûna xwe diparêze. Berojî tişta ku tê zanîn ne ku şûnde maye li gorî sedemê bûye polîtîk. Lê ji ber dogmatîk û nayê lêpirsînkirin, ji aliyê desthilatdariyan ve di avakirina hegemonya xwe de kirine alav.
Di mîtolojiyan de di şexşê xwedevedan de jin çawa hatine qirkirin gelek tê vegotin. Dîsa bi olên yek xweda re pîroziya jinê carek din şikestiye û nirxên komunal yên jinê êdî bi gitşî bûne navendên êrîşê yên zayendperestiyê.
Gelek pêvajoyên ku mêran ol xistiye bin tekela xwe hene. Gelek olên yek xweda koka wan digihêje Rojhilata Navîn û çanda serdest ya mêr xwe li ser civakê serdest kiriye, desthilatrî û dewlet li ser van axan xwedî kevneşopiyek bi bingehe. Saziyên wek ol û dewletan, li ser civakên Rojhilata Navîn û jinên Rojhilata Navîn êrişên sîstematîk pêk anîne û komkujî wek şebekeyên dewletan xebitîne. Bi taybet di pêvajoya netew-dewlet ku kapîtalîzmê li ser Rojhilata Navîn ava kir şûnde, jin bûne alava hemû îdeolojiyan. Bêguman jinan li dijî vê têkoşîn meşandine, lê rexneyeke pergalê ya berfireh pêk nehatiye û hemû jin û şoreşên gel bûne hedefa qirkirina, darbe û mîlîtarîzmê.
Di pêvajoya sedsala dawî de jinên Rojhilata Navîn di navbera du rêbazên di esasa netew-dewlet de tengezar kirine; kevneşopiya binpêkirina rojava û teokrasiya îslamî. Di her duyan de jî çanda baviksalar di navenda desthilatdariyan de cih digire û bi wateya ol re pir lîstine, li ser jinê, mêran cîhana xwe ava kirine.
Ev cihana du global piştî 1970’an şûnde ji bilindbûna îdeolojiya îslamî re zemînê ava dike û di şexsê Amerîkayê de modernîteya kapîtalîst têkoşînên gel ji ser netewperestî û olperestiyê fasîfîze kiriye û xwe heyî kiriye. Qirkirin û şerên heyî jî li Rojhilata Navîn bûne sedema belavbûn û zêde bûnê. Di salên 1990’î de Rojhilata Navîn bûye navenda pevçûn û oldariyê ya netew-dewletan.
Îslama siyasî ya kapîtalîzm jê xwedî dibe û netew-dewletên ku reveberiyên wan yên sekuler yên wek Tirkiyeyê hene jî terza an ya siyasî ya muhafazakar, di riya rejîma desthilatdariyê ya bi polîtîkayên neo-lîberal de pêş dikeve. Dewlet di pisgirêkên etnîk, çandî û mezhebî de bi rêxistinên kur re bi hevkarî komkujî kirine û lia liyê din jî civakîbûna Îslamî-Tirkbûnê dike jiyanê. Bi hevkariya dewlet û ol re darve dikevin dewrê. Armanca vê konsepta şer ev e ku bi polîtîkayên qirkirinê îradeya jin, ked û civakê bê şikandin û li diji vê jî berxwedan û rêxistinê ji holê rabikin.
Bi darbeya 12’yê îlonê re dewletê li dijî komên çep yên Trkiyeyê, rêxistina îslamî-tirk ava kir û li Kurdistanê jî di esasa îdeolojiya îslamî de hewl dane van koman zêde bikin. Di salên 90’î de bi destê kontra-hîzbulah li Kurdistanê li hember jin û kurdan êrîş pêk hatin û hedef kirin ku bi vê tevgera azadiya kurd şûnde bixînin. Hîzbûlahê li hember hemû kesên ku otorîta siyasî û olî qebûl nekiriye, bi satorê êrişkiriye û bi çekan înfaz kirin, bizmar li serê wan xistin û bi rêbazên çovsor cînayet pêk anîn. Her wiha kezab avêtin rûyê jinan û li ser jinan tirs afirandin. Jinên kurd di salên 90’î de di sê aliyan de şîdet dîtine. Şîdeta hêzên dewletê, JÎTEM û hêzên kontra. Di van êrîşan de em dikarin bêjin ev şîdeta mêr ya di malbata feodal de hatiye afirandinê ye.
Li Kurdistanê li ser oldariyê polîtîkayên qirinê polîtîkayên dewletê nîşan dida. Piştî ol ket bin tekela dewletê, dewleta hanefî-sunnî-îslamî ji bo civaka kurd asîmîle bike û bike bin kontrola xwe piştgirî daye şêx u tarîkatan. Li Kurdistanê di serî de jin hemû civak bi zext, suîkast, kuştinên kiryar nediyar û şîdetê re hatine rû hev. Lê bi têkoşîna azadiya kurd re di civaka kurd û bi jinan re bandora oldarî û feoldalîzmê hatiye şikandin. Lê cemaet û rêxistinên oldarî xwe li nasnameya bindestbûnê pêçan û bi vê re îslama siyasî bilind bûye.
Di qada cemawerî li ser turbanê jin bûye mijar û vê mijarê îslama siyasî bi desthilatdariyê daye qezenckirin. Li ser jinê hewldana avakirina rejîm û çanda muhafazakar hatiye destpêkirin. Di pêvajoyê de di civkê de ‘biyo-siyaset’ zêde bûye. Desthilatdariyê hemû jin bi malbatê de dorpêç kiriye û ev kiriye alav û ev terza siyasetê di alî çandî de jî armanc kriye. Tevî çanda muhafazakariyê nekiriye desthilatdarî jî, bi rejîma yek mêrî xwe mayînde kiriye. Gotinên nefret û dijminahiyê yên li hember jinan wek fitrat rewa kiriye.
Amerîkayê piştî êrîşa 11’ê îlonê şûnde di 2001’ê de bi dagirkirina Afgan re pisgirêka oldariyê kiriye alava herî zêde tê bikaranîna modernîteya kapîtalîst. Li aliyekê ji têkoşîna bi terorê re li aliyê din jî ji şer xwedî dibe. Li aliyê din jî bi gotinen ‘azadî û aştî’ her tim rejîma şer ava kiriye. Di van şeran de herî zêde jin hatine hedef girtin. Li Rojhilata Navîn di pêşketina çanda tecawiz û qirkirina jinê de rolek mezin lîstye. Di serî de DAIŞ û rêxistinên din derketin holê û li Rojhilata Navîn qirkirina jinê pir alî gihişt astek dijwar. DAIŞ ne tenê li qada şer di olperestî û zayendperestyê de jî bûye wek sîmgeya îdeolojîk. Bi têkoşîna jinên Rojava re tirsa wan mezin bû. Dîsa li Tirkiyeyê di bin navê plana têkbirinê de li bajarên kurdan Esedulah ku wek hêza mîlîtarîst cih girt, di dorpêçan de wek polîtîka dewletê ya faşîst a zayendperest pêk hat.
Di pêvajoya Moderniteya Kapîtalîst de ol wek alavekê hatiye girtin û firotin. Belkî ji ber vê ye ku Modernîteya Kapîtalîst wek ruyê din yên yê modernîteyêye li olê mêze dike. Di hemû pevçûnên nasname, mezheb û olî yên li Rojhilata Navîn de yên herî qêde hatin qirkirin jin bûn. Çanda baviksalarayê bi her awayî li jinan hat ferzkirin û mêran dema ev şerên olî dikirin wekê ku mêr van şeran nakin, oldariyên nû hilberandine. Bi gelek pêkanînên dijolî êrişê jinan dikin. Vê jî wek emrê Xwedê pêk tînin.
Ji dagirkirina Musulê bigirin heta Êzidiyan DAIŞ’ê di fetvayên xwe de koletî li jinan ferz kir û îşkence li bedena jinê kirin. Ev bêolî di esasê de peymana mêrtiyê bû. Bi vê peymanê re desthilatdariyan bi siyaseta binpêkirinê re ol kirine wek malên xwe an jî kirine wek alava kapîtalîzmê. Ji bazirganiya oldariyê xwe nedane alî. Oldarî polîtîkayek qirkirinê ya jinê ye. Di heman demê de şaristaniyan ol her tim di qirkirinê de derbas kirine. Ol pir carî rastî qirkirina hiş hatiye.