Fermana 74’an û li Şengalê qirkirina jinê /Piştevaniya Bakur bû hêvî
- 09:02 10 Hezîran 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
DAÎŞ feraseteke wiha ye ku xwe li dijî azadiya jinê, yekîtiya hemû civakan bi rêxistin kir. Divê ji xeynî rakirina ji holê ya fîzîkî ya DAÎŞ'ê divê feraset û zihniyeta wan ji holê bê rakirin. Loma Êzidiyan cara ewil di dîroka xwe de yekîneyên parastinê ava kirin. Çimkî me di vê komkujiyê de fam kir ku kesek nikare ji me çêtir me biparêze.
Feleknas Uca
Piştî komkujiyê ji 450 hezarî zêdetir kesî ji Şengalê koç kir. 33 hezar kes hatin Tirkiyeyê. Şaredariyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Wêranşar, Cizîr, Sîlopî, Şirnexê û gel ji Êzidiyan re hembêza xwe vekirin. Wê demê me maseyeke krîzê ya ji KCD, HDP, DBP û rêveberiyên herêmî pêk dihat ava kir. Me konbajar ava kirin. Bi piştgirî û piştevaniya gel me amadekarî kirin. Dema me li Şirnexê amadekarî dikirin gotin wê di rojekê de hezar û 500 kes bên. Me ji bo ewqas kes amdekarî kir lê wê rojê 4 hezar kes hatin. Amadekariyek me ya wisa tunebû.
Hewa gelek germ bû. Cihê me tunebû. Me ji şaredariyan anons kir û got ji Şengalê wê bên û alîkarî pêwist e. Bêguman tu kes bêhestiyar nema. Lê tiştek heye ez ji bîr nakim, jinek 80 salî bi beroşa xwarinê hat û got ‘Ez tenê dijîm, li malê du nivînên min hene, bila yek ji min re bimîne, yekê jî bigirin.’ Çavên min tije bûn û min nizanibû bêjim çi, min ew hembêz kir. Ev piştevanî ji hezaran Êzidî re bû hêvî. Me 33 hezar kes li kamp û gundan bi cih kir.
Lê telefonek ji gund hat û gotin çend malbatên li wir bicih bûne dixwazin ji wir derkevin. Gotine ‘Wê me li vir bikujin, em dixwazin biçin’ û hewl dane ji wir birevin. Sedema vê jî dengê ezanê bûye. Her wiha ji ber gund musliman bûye gelek tirsiyane. Telefon ji min re hat û ez çûm wir. Sedema tirsa xwe vegotin. Dema axivîn gotin dengê ‘Allahu-Ekber’ çûye wan û dema ew qetil kirin ev deng bihîstine. Di heman demê de li Şengalê keçên xwe ji bo ku DAIŞ wan nebin teslîmê cîranên xwe yên Musliman dikin ku keçên wan veşêrin. Lê cîranên wan keçên wan direvînin û teslîmê DAIŞ’ê dikin. Vê travmayê baweriya wan tune kiriye, bi tirsek mezin jiyana xwe domandine. Ji bo em baweriya wan qezenc bikin, bi gelê wir re em bê navber xebitîn. Piştî vê îqna bûn û li wir man.
Lê piştre di 2016’an de piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê bûn, Êzidî bêyî daxwazên wan ji kampên penaberan yên Riha, Şirnex, Mêrdîn û Amedê girtin û birin kampên AFAD’ê. Yek ji van kampan Kampa AFAD’ê ya Mîdyad Mêrdînê bû. Gotin wê nêzî hezar Êzidî ji vê kampê bê derxistin û bibin kampa penaberan a Hatay, Kilis û Mereşê. Li ser van geşedanan, ji bo lêkolîna pirsgirêkan em çûn Kampa Penaberan a Mîdyada Mêrdînê lê ji aliyê Îdara Koçberiyê ve hat astengkirin. Gelekî ku ji şer reviyabe û bi travmayan re têdikoşiyan bi pirsgirêkên wan re tenê hatin hiştin. Lê piranî Êzidiyên li kampan bûn koçî Ewropayê kirin. Di dema koçberiyê de bi sedan mirovên bi botan çûn Ewropayê di avê de fetisîn. Yên gihiştin welatên Ewropayê ji wir jî koçî deverên cuda yên cîhanê, mînak li Avustralya, Kanada bi cih bûn. Beşek Êzidiyên li Ewropa û welatên din bicih bûn, li wan deran bûn xwedî mafê rûniştinê hinek jî hîna di kampan de têkoşîna jiyanê didin. Li aliyê din jî piştî Şengal ji nû ve ava bû Êzidiyê xwestin vegerin, ji ber peymana Bexda-Erbîlê xwe di ewlehiyê de hîs nakin û dixwazin dîsa ji ser axa Iraqê biçin.
Avakirina jiyana nû bi peymanên nû hewl didin hilweşînin
Ev hovîtiya hat jiyîn, sûcên zayendî yên li hember jinan hatin kirin, qetilkirina jin zarok û kal û pîran, valakirina warê Êzidiyan. Ev bi aşkera pratîka qirkirinê ye. Her wiha ev komkujî bi Peymana Cezakirin û Pêşîgirtina Qirkirinê ya NY û bi têgeha qirkirinê ya Statuya Roma ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî re wek hev e. Jinên Êzidî ji aliyê çapemeniyê ve wek qurbanên tecawizê yên bêçare hatin nîşandan. Di gelek roportajan de dubare dubare çend caran hatine tecawizkirin û çawa hatine firotin hat pirsîn; ji bo nûçeyan bûn sedema ku jinûve travmayan bijîn. Jinên Êzidî wek alavekê hatin pêşkêşkirin. Tiştê ku nedîtin jî parastina cewherî ya jinên Êzidî ava kiriye û di çarçoveya fikra xweseriya demokatîk de wek leşkerî, îdeolojîk û polîtîk ketine tevgerê. Li Şengalê Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan hat avakirin. Çeteyê DAIŞ’ê feraseteke li dijî azadî û yekîtiya jin û civakê rêxistikirî ye. Ji ber vê jî divê ev rêxistin baş bê xwendin. Ji bilî belavkirina wan a fîzîkî divê ewil zîhniyeta wan ji holê rabe. Ji ber vê jî Jinên Êzidî di dîroka xwe de cara yekem yekîneyên parastinê ava kirin. Ji ber bi vê komkujiyê re em fêr bûn ku ji me wêdetir kes nikare me biparêze.
Jinên Êzidî li Şengalê piştî komkujiyê jiyanek nû ava dikin. Di Çileyê 2015’an de, Êzidiyên ji çiyan û kampên penaberan hatibûn Meclîsa Avakirina Şengalê ava kirin. Armanca vê meclîsê ev bû ku hem ji hikûmeta Iraqê hem jî ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê serbixwe, pergaleke xweser bê avakirin. Organîzekirina komîteyên mijarên rojane, perwerde, çand, tenduristî, parastin, jin, ciwan û aboriyê.
Meclîs xweseriya demokratîk esas digire. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneya Jinên Êzidî (YJÊ), bêyî çekên ji aliyê hêzên navneteweyî tên dayîn li dijî çeteyên DAIŞ’ê xeta eniyê ava kirin. Di 29’ê Tîrmeha 2015’an de ji her temenî jinan Meclîsa Jinan a Şengalê ava kirin, dîrok nivîsîn û ev soz dan: “Rêxistibûna jinên Êzidî wê bibe tolgirtina komkujiyê.” Biryar hat girtin ku dema jinek ciwan bixwaze tevli têkoşînê bibe û civakê biguherîne û demokratîk bike, wê malbat mudaxale nekin.
Meclîs her wiha jinên ku di destê DAIŞ’ê de tenê xilas nake, dixwaze di her alî de li dijî her cureyê şîdetê bike nava tevgerê û bi hevkariya parastina cewherî re azad bike. Ji ber vê jî ji bo avakirina perspektîfeke azadiyê hewcedarî bi ferasetek felsefî ya saxlem heye. Parastina cewherî, ne tenê civakê li dijî dijmin diparêze, pêvajoya jinûve avakirinê ya bindestên civakê jî dihewîne û ger wisa be wê veguherînek rastî ya civakî pêk bê. Ev jî bi perspektîfeke polîtîk a azadiya jinê esas digire pêkan e. Jinên Êzidî naxwazin tenê bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bên rojevê, dixwazin nîşan bidin ku jin dikarin zîhniyeta civakê biguherin û bi ser bikevin. Lê mixabin hîna jî hewl tê dayîn ku jiyana nû ya li Şengalê hatiye avakirin bê wêrankirin û tunekirin. Tiştê ku DAIŞ’ê nîvco hiştiye, hewl tê dayîn bi bombebarandina tirk bê tunekirin. Li aliyê din jî bi peymana Bexda-Erbîlê jî hewl didin li ser Êzidiyan konseptên nû bikin meriyetê û hebûna Êzidiyan di bin tehdîdê de dihêlin.