Fermana 74’an û Li Şengalê Qirkirina Jinê
- 09:12 3 Hezîran 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
Feleknas Uca
Em Êzidî, tehdida tunekirinê ya pê re hatine rû hev, ji ber hişê dîrokî wek 74’emîn Ferman (qirkirin) bi nav dikin. Ferman di zimanê îro de qirkirin e. Ezîdî êrîşên pê re tên rû hev ne wek komujî an jî qirkirin, dibêjin ferman. Di heman demê de bepirsên komkujiyê jî nîşan didin. Ev rewş her çiqas derkeve holê jî peyamê dide kujer. Ferman a talîmata nivîskî ya hukumdar e, yekane gotina dîroka civakî, qirkirin û surgunê vedibêje ye. Her qirkirin, ji aliyê otorîta Osmanî ve wek nivîskî bi fermanekê ji begên eyalet, sancakê re tên şandin û li gorî vê qirkirin tê kirin. Fermanên mijara gotinê ji sedsala 16’an şûnde ketiye dîroka nivîskî. Di serê salên hezarî de Êzidî û Osmanî tên hember hev. Naskirina wan jî bi serdestiya Osmaniyan a di sedsala 16’an de ye. Jiyana Mezopotamyayê ya wê demê, cihê xwe ji cîhana zîhniyeteke oldar, tund û hişk re hiştiye.
Heta îro em hebûna xwe bidomînin û biparêzin jî 74 ferman hatin serê me û her yek ji bo rakirina hebûna me bûn. Hişê dîroka me ev 74 car caran nîşanê me da. Ya yekem di 906’an de bi qetilkirina hezar malbatên Êzidî yên îslamiyet qebûl nekirin pêk hat. Di 906’an de Walitiya Musulê Hamadanî malbatên ku muslimantî qebûl nekirin qetil kir. di 1254’an de Begê Musulê Bedreddîn Lulu êrîşê herêma Şêxan kir û bi hezaran Êzîdî qetil kirin. Di 1221’ê de Şêx Hesen hat revandin û darvekirin. Cihên pîroz yên Êzidiyan talan kirin. Di 1415’an de Muslimanan Êzidiyên ku pê re dijiyan qetil kirin. Di navbera 1640-1641’ê de di bin komutaya Waliyê Amedê yê dewleta Osmanî Melîk Paşa de artêşeke ji 70 hezar kesî pêk dihat êrîşê Şengalê kir, Êzidî qetil kirin. Ji wê dîrokê heta salên 1900’î Êzidî ji aliyê Osmaniyan ve hatin qetilkirin. Bi hezaran Êzidî di encama van êrîşan de neçar man Muslimantiyê qebûl bikin. Di 2007’an de li gorî xala 140’emîn a Qanûna Iraqê wê statuya Şengalê bihata dyarkirin. Lê hikûmeta Iraqê ya demî û Serokwezîrê Şîî Nurî El Malîkî, referandum asteng kir. Êzî piranî li herêma Şêxan Şengal û beşek jî li Ermenîstan, Gurcîstan, Sûriye û Tirkiyeyê dijîn. Beriya komkujiya dawî di Tebaxa 2007’an de li Siba Şêx Xidir û Tilezer a Şengalê dîsa Êzidî bi komkujiyê re hatin rû hev. Li gorî daneyên fermî 500 Êzidî hatine qetilkirin. Di dîroka nivîskî de em dikarin behsa bi dehan komkujiyan bikin.
Pêkanînên Fermanê her çiqas ji bo tunekirina fîzîkî a civakî be jî hedefa esas civak ji çand û dîrokê bi giştî bê qûtkirinê ye. Ji ber vê jî kuştina mêran û jin wek ganîmet wek kole xebitandin jî ji vê zîhniyetê re xizmetê dike. Ji ber jin çandê digihêjîne pêşerojê û dxwazin bi îmhakirinê jinê ji fêdê bigirin. Armanca esas di şexsê jinê de civakê bi giştî ji dîrokê paqijkirine. Ev rewş li Şengalê bê kêmasî ket dewrê û îro hîna jî didome.
Pratîka komkujiya îroyîn ya DAIŞ’ê jî bêguman ji plana dawî ya dîrokî ya derbarê Êzidiyan de serbixwe nîne. Di 2013’an de bi armanca li ser axa Iraq û Sûriyeyê welat bê armanckirin hêzên milîtarîst ji gelek deverên cîhanê hatin gel hev û çeteya DAIŞ’ê hat avakirin û komkujiya herî mezin di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk hat. DAIŞ’ê li ber çavê cîhanê di cejna pîroz de êrîşê Şengalê kir. Ev teqez ne tesaduf e û peyama tunekirina hebûn û çandê bû. Çeteyê DAIŞ’ê 7 hezar jin û zarokên Êzidî dîl girtin jin wek li bazarên koleyan firotin. Tecaweiz kirin. bi hezaran Êzidî qetil kirin û çalê gorên komî kirin. Li ber çavên zarokan serê bavê wan hatin jêkirin. Hîna jî birînên Şengalê nehatine kewandin. Em sala 2022’an de ne lê hîna jî Êzidîdiyên dîl girtî hene. Jin firotin Katar, Lîbya, Misirê. Li tu derê li ser jinan ev bazara qirêj nehatibû meşandin.
Jin û zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin îro hîna li Tirkiyeyê ne. Ev zarok li ser bazarên koleyan ya internetê tên firotin. Li Enqereyê jinek ciwan ji destê DAIŞ’ê ji aliyê malbatê ve hat xilaskirin. Piştre li Enqereyê zarokek 7 salî , eve zarok dema bebek bûye hatiye revandin û ji bo firotinê avêtibûn înternetê. Piştî wêne ketin ser înternetê polîsan ji DAIŞ’ê bi pere girtin. Li Kirşehîrê du zarok ji aliyê malbatek DAIŞ’ê ve teslîmê yurda dewletê hat kirin. Derket holê ku li Dîrokê jin li ser înternetê tên firotin. Em nizanin ev çete çawa evqas bi hêsanî li Enqereyê rudinin. Em tu kes jî nizanin ku ev jin û zarok çawa ji sînor anîne Tirkiyeyê. Lê em vê baş dizanin ku beyî alîkariya dewletê çûk jî nikare ji sînor derbas be. Li Enqereyê bicih bûn jî bêguman tê zanîn. Ji kesên ku ev zarok anîn û jin firotin tu hesab nehat pirsîn.Der barê vê mijarê de bersiva pirsên me jî nadin. Serlêdanên me nayên bersivandin. Piştî Fermana mezin 7 hezar kes dîl hatin girtin û hîna aqûbeta 2 hezar û 800 kesî nayê zanîn.
Gelê Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de amadekariya cejna ‘Çilê Havînê’ dikir. Çend roj beriya êrîşê DAIŞ’ê belavok li Şengalê belav kirin û tehdîda ‘em ê cejnê bên çaya we vexwin’ kirin. Beriya êrîşê min ji çapemeniyê hişyariya ‘Dibe li Şengalê êrîş pêk bê bila her kes xwedî li Şengalê derkeve’ kir. Çend roj şûnde Şengalî li min geriyan û gotin ‘li hember Şengalê êrîş hen’. Min aghî da çapemeniyê. Di her saniyeya êrîşê de ji Şengaliyan re telefon ji min re hat. Qêrîna ‘me xilas bikin’ dihat. Bendewariya gelê Êzidî ji me hebû lê ez gelek dur bûm. Ez li Almanyayê di civînê de bûm. Yên Almanyayê gotin em dikarin çi bikin. Li aliyekê din jî Şengalî li min digeriyan û digotin me xilas bikin. Em bê çare man.Tiştek ji destê me nehat. Em tenê payîn mixabin. Piştî me ji çapemeniyê re got şûnde me bi Rojava re hevdîtin kir. Wêneyên rojnameger Berfînê kişandibûn, reva pêşmergeyan, tenê hiştina gelê Êzidî êşa herî mezin bû. Piştî dîmenên qetilkirinê ketin destê me. Me dît ku bîrîneke gelek kûr ya ku nayê girtinê ye. Em wekê felç bibin bê bertek man. Me jin û zarokên lingên wan tazî yên direviyan û dimeşiyan dît. Wê demê her kesî dizanibû wê li hember gelê Şengalê komkujî pêk bê lê tevî vê bêdeng man.
Di dema komkujiyê de 150 hezar Êzidî tî û birçî bi rojan li çiyan ma. Zarok û kal û pîr ji tîbûna mirin. 12 şervan çûn çiyê û ew xilas kirin. Lê sê heb ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û nehiştin alîkarî bidin Şengaliyan. Yên din canê xwe dan holê û bi hezaran Êzidî ji çiyan xilas kirin. Travma, qêrîn û bêdengiya hemû cîhanê hîna di hişê min de ye û tu car wê neçe.
Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebûya û zarokên dê û bavê xwe windakirine û tî û birçî mane vegota. Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebûya û gotina niha neviyên Derwêşê Evdê xwe çawa diparêzin. Roja Fermanê li Almanyayê ciwanek hat gel min. Di telefonê de bi xwişka xwe re axivîye û gotiye ji bo nekeve destê DAIŞ’ê wê xwe bikuje.Wî nikaribû xwişka xwe îqna bike. Got tu biaxive. Xwişka wî 18 salî bû. Ez axivîm. Min got ‘Ez agahî didim hevalan wê bên we xilas bikin’. Lê me Hayat xilas nekir. Ji bo nekeve destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anî. Dengê Hayatê 7 sale gûhê min de ye û êşa wê tu car wê ji dilê min neçe.
Em van tu car nikarim ji bîr bikim. Li ser vê me gelek xebat meşand. Ji bo jinên hatin girtin me Platforma Têkoşîna Jinên Dîl Hatine Girtin ava kir. Wê demê gelek jin hatin xilaskirin. Me zarok teslîmê malbatan kir. Lê travmaya wan zarokan tu car nayê jibîrkirin. Ji bo em psîkolojî û ji zimanê wan fêm bikin me kaxiz û pênûs da wan û me xwest çi jiyane xêz bikin. Tenê tişta xêz dikin çeteyên DAIŞ’ê bû. Ev di xemgînî û dilşewatiyek mezin xêz kiribûn. Gotin dema Kurdî axivîne îşkence lê hatine kirin. Ya ku ev got zaroka 5 salî bû. Dema em çûn me zarokên ji Kobanê û Raka hatine xilas kirin girtin me psîkolojiya wan dît. Me zarok bi zor îqna kirin ku em wan li wesayîtê bikin. Ji bo îqnakirinê min got ez Êzidî me. Em du wesayît çûn em qelebalix bûn lê wan got em li wesayîta te siwar dibin. Me sedem pirsî gotin ‘Em bi jina Êzidî re diçin ew me nade DAIŞ’ê. Ya porê wê kurt dikare me bide DAIŞ’ê.’ Bi zor be jî me ew îqna kirin. Li petrolê me got em bîhna xwe bidin lê zarok tirsiyan û gotin ‘na nesekinin.’ Gotin wê DAIŞ’î bên me bibin.Gotin hîna ew li pey me ne.Lê em sekinin û me pêlîstok ji wan re gotin.Psîkolojiya wan wisa xera bû, bi şev bi qêrîn radibûn.
NÎŞE: Berdevama nivîsê ‘Fermana 74’an û li Şengalê qirkirina jinê/Piştevaniya Bakur bû hêvî’ wê hefteya pêş bê weşandin.