Lîstikên bîra mirov: Dîrokên yekjimar û pirjimar ên erdnîgariyek bi zehmet

  • 09:01 20 Gulan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
“Dawiya heybetên kombînasyona pergalên em hewl didin lê heyî bibin, nayê: Mêr bi jinan re, mezin bi mezinan re, herêmî bi biyaniyan re, Tirk bi Kurd û Ermeniyan re, heteroseksuel bi hevzayendan re, Musliman bi Xiristiyan re rû bi rûne. Û cihê her kesî gelek teng e.”
 
Karîn Karakaşli
 
Hiş texteyê cerebandina jiyanê ye. Bi tiştên li wir tên qeydkirin em riya jiyana civakî û şexsî ava dikin. Ev qeyd di alî avakirina dîroka gayrî fermî de pir bi nirxe. Di dîroka gotinî û wêjeyî de hişê qeydkirî, beramberê jiyanên vê erdnîgariyê ye. Bêguman çavkaniyeke ku heqîqetê ye.
 
Rola jinê seranserê dîrokê gelek mezin bû
 
Di ragîhandin de hiş de bêguman rola jinê ya di dîrokê de gelek mezine. Di malbata ku civaka herî biçûke de pîrikên siran ji neviyên xwe re radigihînin yek ji mînaka vê ya herî girîng e. Ev sira mezin ya di nasnameyê de veşartiyek wek mîreteyekê tê hiştin: Tişta Fethiye Çetîn di pirtûka xwe ya ‘Dapîra min’ de vegotiye jî ev e.
 
Cihê her kesî teng e
 
Dawiya heybetên kombînasyona pergalên em hewl didin lê heyî bibin, nayê: Mêr bi jinan re, mezin bi mezinan re, herêmî bi biyaniyan re, tirk bi kurd û ermeniyan re, heteroseksuel bi hevzayendan re, Musliman bi Xiristiyan re rû bi rûne. Û cihê her kesî gelek teng e. Roj wê wê di mertalên pêşdaraz û gotinên fermî de çalên mezin vebibin. Ev lîstikeke qederê ya balkêş ya ku tirs diafirîne ye.
 
Dest da tabuyekê
 
Ne hêsan bû, qet ne hêsan bû… Her tim hat ferzkirin ku em hemû ji wê keviyê derbas bibin. Fethiye Çetîn bi çîroka dapîra xwe re bi salan berê dest danî ser vê tabuyê. 
 
Êşa mirinê li hêviya xwegîhandinê vegerandin
 
Her tişt di 11’ê sibata 2000’î de di  bi îlana wefataek di Agosê de despêk kir. Me heta wê rojê parêzer Fethiye Çetîn bi xebatê mafê mirovan nas kir û vê carê wek neviyekê êşa pîra xwe parve dikir û bi gotinên wekê ‘Navê wê Heranûş’ bû dest bi hevokên xwe dikir. Jiyana pîra xwe Seherê ya li Heranuş Gadaryan dest pê dikir vedigot û deriyê drama bi salanê 1915’an bibû tabuyek vedikir. Li Amerîkayê dijiya lê li xizmên xwe yên Ermenî digeriya û hewil dida êşa mirinê viguhere hevdîtinekê. 
 
Xezîneya veşarî
 
Biser ket jî... îlana di Agosê de derket bû mijara rojnameya Haraç a Fransayê û Epîskopos Mesrob Aşçiyan ya ji durve xizma Gadaryan bûn û ji gundê Habab bû, ket pey malbatê û xwe gîhand keça Heranuş, Margret ya li DYA’yê hatiye dinê. Kesên ji malbate yên li Tirkiye û DYA’yê hatin gel hev. Fehtiye Çetîn xaniyeke veşarî bi me re da parvekirin.
 
Rojên zarokatiyê yên xweş
 
Di dîrokeke ku hat bêdengkirin de cihek qelişî. Di carekê de em bûn şahidê sohbeta dapîr û neviyê. Di wan vegotinan de çi tunebû ku. Rojên kêfxweşyên zarokatiyê ya Heranuşê yên li Paluyê. Di carekê de rojekê surguneke mirinê ya ku jin û zarok hemû ketin riyan. Zarokên ji aliyê bapîrên xwe ve hatin avêtin, avêtin avê. Dayikên diqêriyan û  Fermandarê Cerndermeyan yê Çêrgumê Huseyîn Onbaşi yê Heranuş girt gel xwe.
 
‘Ez çizanim…’
 
Dapîra min gotibû ‘bila ew roj biqedin êdî şûnde neyên’. Min ev tu car jibîr nekir. Heta dengê wê hîna di gûhê min de ye. Dema bîranên bi êş yên zarokatiyê vedigot pêşe dawa xwe rast dikir wekê ku utî bike. Min ev ji bîr nekir tu car. Me got çima te heta niha bêdeng maye û li pey xizmên xwe yên Ermenî negeriyaye. Got ‘ez çizanim’.
 
‘Min du qevd kulîlk girt’
 
Fethiye Çetîn birînê dikewîne û hêdî hêdî dihûne. ‘Goristana dê û bavê bapîra min yên li New Jersy. Dema em çûn serdana goristanê berbi êvarê bû. Piranî kulîl hatibûngirtin. Di nav de yên herî baş kulîlkên şîrîk bûn. Min du qevd kulîlk girt. Hovannes û Îsguhî xistibûn hemangorê. Min kulîlk danîn ser.”
Wek Fethiye Çetîn gotiye ‘Dijmin carna ji malbatê ye carna jî êdî ne dijmin e.'
 
Civakek ku dîroka wê hatiye tunekirin
 
Der barê qirkirina Ermeniyan de xwegîhandina çavkanî û şahidên ewil xwe dispêre salên 1990’î. Di salên 90’î de bi têkoşîna tevgera siyasî ya kurd re bi civaka ermenî re jî tevgerek derket holê. Bi weşana Agosê re mîrateya çandî ya bi heybet hat vegotin. Hinek wêşenyên ermenî li tirkî hatin wergerandin. Weşanên Aras ji 1993’yan şûnde ne tenê ji bo civaka Tirkiyeyê ji bo ermeniyên van axan cîhan berfireh kir.
 
Weşanên Belge
 
Li erdnîgariya ku qirkirina ermeniyan wek tabuyek mezin bû, yên li dijî bêdengiyê deng derxist Weşanxaneyan Belge bû. Ayşe Nur û Ragip Zarokolu  bi Marenostrum re dest dide her aliyên Egeyê û  didema valakirina gundan ya salên 90’î de der barê kurdan de pirtûka ‘sakincali’ weşand. Der barê qirkirina ermeniyan de jî  ‘Tabuya Ermenî’ ya Yves Ternon  û ‘Jenosîd’ a Vahakn N. Dadrîan derket.
 
Ayşenur Zarakolu ji berpirtûka ‘Ternon’ rastî cezaye giran a du salan hat û ji ber pirtûka Jenosît jî  berat kir.
 
Wê têkoşîna me bidome
 
Li Ayşe Nur Zarakolu ji ber pirtûkên hatine weşandin ji 40’î zêdetir doz hatin vekirin. Ji ber pirtûkan hat darizandin.  Ayşenurê da zanîn ku wek weşanger ji bo xwe bi nivîsên xwe îfade bikin wê têkoşînê bidomînin.
 
‘Taxa Gavûr taxa kê ye?’
 
Dema weşanên Aras, pirtûka Migirdîç Margosyan ya ‘taxa Gavur’ û ‘Bêje Marsog tu ji ku derê ye’ weşand, Tirkiyeyê hewl dida Diyarbakir ji bo Gelê Kurd wek Amed yanî rola navendî îdrak dikir. Lê li wir taxake Gavur jî tunebû? Dihat xwestin şopên wê bê paqijkirin.
 
Piştre me dît ku Saroyan hatiye. Nivîskarê navdar yê Ermenî Wîllîam Saroyan zarokê malbateke ji Bedlîsê ye û koçî DYA’yê kirine. Di serdana 1964’an de Anatolî ziyaret kiribû. Gundê ku xeyal dikir û yê dît ne rast bû. Li welatê xwe yê ku hatibû windakirin digeriya.
 
*Nîşe: Berdewama nivîsê wê hefteya pêş bi sernavê ‘dengê jina tune bûye’ bê weşandin.