Di nava lepên malbat û dewletê de lêgerîna azadiyê

  • 09:07 10 Kanûn 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
“Em di nava tiştên hez dikin û hez nakin de, tiştên diecibînin û naecibînin de, tiştên dixwazin û naxwazin de, neçarî tengezarbûnê dibin.  Em di aloziya rola ku jinên ciwan tên ferzkirin de ne. Nasnameya jina ciwan di asteke xweser de ye ji ber van sedeman divê di alî zanistên civakî de cuda bê destgirtin.”
 
Songul Aşila
 
Di alî dîrokê de derketina holê ya malbatê bi derketina dewletê re pêş ketiye. Bi avabûna dewlet û malbatê em dikarin bêjin ciwanan xwe winda kirine. Ciwanên ku ji wan serîtewandina bêdawî tê xwestin, di îtîrazek biçûk de dikarin ji dewrê bên derxistin. Wek Destana Gilgamiş wek tê zanîn di hinek mîtîngan de ciwan, nasnameyeke ku her tim tê xwestin xwedî lê bê derketine. Ji ber taybetiyeke ku her tim nayê parastinê ye,  bi mantika ‘tu ciwan namînî, li ser ciwanan serdest be’ bombebarana zextê pêk tê.
 
Bêguman ciwanî; pêvajoya herî balkêş, herî dînamîk, herî dewlemend e. Ciwaniya bêdem a ku heta niha kesî soza wê nedaye, her tim bal kişandiye. Dema kes kal û pîr dibin jî hebûna ciwanan aramî û ewlehiyê dide wan.  Ciwaniya bêdawî ya di Kuranê de derbas dibe, di dîroka mirovahiyê de daxwazeke girîng û veşarî derdixe holê.
 
Ciwan di dema lêpirsînkirin û îtîrazê de ye
 
Wek Abdullah Ocalan gotiye “Ciwanî, dema nêz a vejînê îfade dike.’ Em ji dema ciwaniyê re dikarin bêjin dema gihiştina zîhnî û beden a mirov e. Ciwanî hem di alî fîzîkî hem di alî zîhnî de dema herî ronî ye. Dema herî bi dane û dewlemend a mirovan e. Di vê demê de ciwan, tiştên li wan hatine ferzkirin lepirsîn dike, îtîraz dike û red dike. Ji ber vê bi zextên malbat û dewletê re tên rû hev.
 
Mafên wan tune ye
  
Ol, dîrok, felsefe, zanist, psîkolojî û qadên din jî kesan teşwîqê avakirina malbatê dike û bêguman ev ne tesaduf e. Ev qad ciwanan wek kesên bê tecrube, baş nafikirin, kêmaqil û hewcedarê piştgiriya hinekan, dide nîşandan. Ev jî berdewamiya heman îdeolojiyê ye. Her tim dersan li ciwanan bar dikin. Lîsteya ku li ciwanan ferz dikin têr û tije ye. Lê kes behsa mafên ciwanan nake. Li Tirkiyeyê jî bar û ders li ciwanan tê bardikin. Yên ku van naynin cih jî rêya girtîgehên taybet didin ber wan. Saziyên Înfaza Cezaya Ciwanan di qanûnên têkildar de hatine bicihkirin.
 
Bandora malbatîbûnê wisa li ser malbatê ye û di demên dawî de zêdebûna qutbûna ji malbatê jî nêrîna ‘ciwan azad dibin’ dikare biafirîne. Lê di roja îro de ku feraseta azadiya lîberal pêş ketiye de qutbûna ji malbatê ji azadiyê wêdetir, mirov dikarin bêjin serbestî ye. Ciwan bûne girseya hedef a bikarhêneriya netew-dewlet a pergala kapîtalîst. 
 
Bandora malbatê ya li ser ciwanên jin û mêr cuda dibin. Di dema ciwaniya mêran de serîtewandin tê fêrkirin. Ji ber ku girêdayîna bêdawî ya bav esas e. Ji bo mêrên ciwan, bavtî, desthilatdarî û serdestîbûna pêşerojê tê fêrkirin. Yanî mêr di vê demê de pelçiqandinê fêr dibe. Ji aliyê bav ve jixwe tê pelçiqandin û li heman malê ew jî xwişka xwe dayika xwe dipelçiqîne. Ji ber vê jî rewşa jinên ciwan zehmetir e. Zextên di zarokatiyê de dest pê dikin di her dema jiyanê de didome. 
 
Jinên ciwan ên di bin zexta civakê de ne
 
Ciwan hem di bin zexta zayenda civakî û hem jî di rolên temen ên civakî de ne. Gelek caran ev rol pevçûnên dijwar dide jiyîn. Ciwanî çalak, bi bandor û civakî ye. Tevgerên ji ciwanan tê payîn ev in. Di alî kevneşopiyê de ya ku ji jinên ciwan tê payîn jî, jina ku zêde naaxive, tevlî tiştan nabe û bi hinek kesan re dikare bê gel hev, biryargirtinê ji mêran re dihêle ye. Ji ber vê jî  bi jina ciwan re ciwanî û rolên jinê her tim tên hember hev. Her ciwan dema dengê muzîkekê dibihîze dixwaze bilîze, govendê bigerîne. Lê ji ber jin e destûra vê tune ye.
 
Pevçûna di navbera nasnameyan de
 
Ligel vê jina ciwan di navbera rola kevneşopî û nasnameya jina azad de pevçûnê dijî. Malbatên piranî jinên ciwan ên em bi hev re li girtîgehê mane, piştgiriyê didin hestiyariya wan a li dijî pirsgirêkên civakî. Yên ku wan teşwîqê bikaranîna mafên demokratîk dikin hene. Lê bi van malbatan re jî pevçûnên di navbera rolên kevneşopî û nasnameya jina azad de, dikare derkeve holê.
 
Em tengezar dibin
 
Em jinên ciwan ên pevçûna rolên ku tên ferzkirin pir zêde dijîn. Ji aliyê me ve kîjan tevger bê nîşandan jî teqez nerazîbûnek dertê holê. Pir caran ji bo em hem malbatê û hem jî xwe kêfxweş bikin, pir hewl didin. Mînak jineke li qawişa me bi zora malbatê serê xwe girtibû. Demekê fikiriye ku ‘wê çawa derbixe’. Dema tê girtin derfeta wê çêdibe. Ji bavê xwe re got ew êdî naxwaze serê xwe bigire. Bavê wê ewil pir gotinên giran bêje jî dayika wê îqna dike. Jina ciwan navberê de mabû. Malbatê nedixwest. Lê wê nedixwest serê wê girtî be. Dema malbat dihat hevdîtinê jina ciwan bandajên por dida serê xwe. Yanî ne vekirî bû ne girtî. Bûyerek trajîkomîk bû. Vê jî rewşa zor a ciwanan derdixist holê. Em di nava tiştên hez dikin û hez nakin de, tiştên diecibînin û naecibînin de, tiştên dixwazin û naxwazin de, neçarî tengezarbûnê dibin. Em di aloziya rola ku jinên ciwan tên ferzkirin de ne. Nasnameya jina ciwan di asteke xweser de ye ji ber van sedeman divê di alî zanistên civakî de cuda bê destgirtin.
 
Ewil red kirin
 
Îro ez dibînim ku em jinên ciwan li girtîgehê xwe nas dikin û ev kelecanê dide mirovan. Her saet jineke ciwan pirtûka xwe xwendiye ji hevala xwe re vedibêje. Jinên dixwînin parve dikin, her ku parve dikin enerjî tê hîskirin. Werin bibînin ku vê carê dîwarên fîzîkî asteng in. Lê dîwarên zîhnî li gorî min ji yên fîzîkî mayîndetir in. Ji ber vê em bi dîwaran re têkoşîna xwe didomînin. Ger ku jinên ciwan berê xwe bidin pirsên ‘ez kî me’, ‘dixwazim ez bibim çi’ wê azad bibin. An jî wê di nava lepên dewlet û malbatê de biperpitin. 
 
Girtîgeha Jinan a Amedê