Li Hatayê di bin navê cemawerîkirinê de rant

  • 09:03 30 Gulan 2023
  • Jiyan
Melike Aydin 
 
HATAY - Li Antalyayê herî kêm ji bo 7 taxan projeya xaniyan ket meriyetê û ji bo van erdan jî cemawerîkirin dîsa dikeve meriyetê. Ji gundê Dikmeceyê Zeynep Korkmaz da zanîn ew erd erdên elewiyên ereb in û got mafên wan ên vekirina dozê jî tune ye. Her wiha Zeynepê got:"Pêdiviya me ji dostên ku bikaribin çareseriyê pêk bînin, heye."
 
Piştî erdheja navenda wê Bazarci û Elbîstana Mereşê bû pêk hat îhaleyên ji bo çêkirina xanî û nexweşxaneyan ketin meriyetê. Piştî vê yekê jî biryara "cemawerîkirina bi lezgînî" hat dayin. Ji bo cemawerîkirinê jî xeber nedan xwediyên erdan. Îhale jî dan fîrmayên mîna REC ên girêdayî Kalyon, Ronesans Holding. 
 
Zeynep Korkmaz a li Taxa Dikmeceyê dimîne da zanîn ew bi rêya hatine memûrên hatine pîvana erdan û keyayên taxê hînî îhaleyê bûne û got bi taybet derdên erebên elewî tên cemawerîkirin. Zeynepê da zanîn ji ber vêya wê gelek kes mecbûr bimînin koç bikin. 
 
'Bi me neşêwirîn, wê zeytûnên me rakin'
 
 
Zeynep da zanîn kesek bi wan re neşêwirîne û ew bi rêya keyayên taxê û memûrên ji bo pîvana erd hatine hînî îhaleyê bûne û got:"Kes bi me neşêwirîn, mudaxaleyî cihên me yên jiyanê dikin. Em bi fikar in. Di destên me de wekî din tiştek tune ye. Malên me çûn. Tenê zeytûnên me û tê xwestin ew jî bên rakirin. Dixwazin keda me ya bi salan çewisandin."
 
'Bingeha erd ne li gor erdhejê ye'
 
 
Zeynep da zanîn erdên ji bo projeyê hatine vekirin di erdhejeke din de dikare dîsa bi rûxandinekê rû bi rû bimîne û got:"Bingeh ne li gor erdhejê ye û em bi fikar in. Divê tedbîr bê girtin. Serjimara taxekê tenê 7 hezar e. Li vir kesî koç nekir. Yên nexweşên wan hebûn çûn derveyî bajêr û dawiyê dîsa hatin. Di vê projeyê de em tune ne. Dixwazin hinekî din bînin. Dibe ku dixwazin em koç bikin. Çav berdane xaniyên me."
 
'Tiştekî em winda bikin nemaye'
 
 
Zeynep bi lêv kir ku di avakirina bajêr de divê bi gel û endazyaran bihata şêwirandin û got:"Malên gundiyê cîran çû lê belê ji e-dewletê hîn bûn. Pereyekî pir kêm wekî henekê xwe bi me re bikin razandine. Tiştekî em winda bikin nemaye. Mûxatabê me tune ne. Yên fikrên me bipirsin jî tune ne. Tenê jêderka debara me çewlîk e. Rêjeya xwendinê zêde ye. Ciwanên me di KPSS'ê de zêde digirin lê belê di kar de bi cih nabin. Jin li ser erdan dixebitin mêr jî diçin derveyî welêt. Ger axa me here em ê çi bikin? Em ê serî hildin em ji gundê dinê piştgiriyê hêvî dikin."
 
'Ew ji ser me dixwazin bigihêjin rantê'
 
 
Zeynep da zanîn erdên Taxên Dikmeceyê û taxên Kuzeytepe, Karali, Serinyol, Toygarli, Orhanli û Alazi ji bo cemawerîkirinê hatine vekirin û got berî erdhejê ew hîn bûne ku erebên elewî wê ji vir bên koçberkirin wê dewsa wan jî penaber û tirk bên bicihkirin. Zeynep got:"Me digot wiha nabe lê belê niha me proje dît şûnde me êdî bawer kir. Lê ev ê ewqas jî ne hêsan be. Cenazeyên me windayî ne û hîn kavil jî nehatine rakirin. Piştî erdhejê sê rojan projeya wan derket holê. Ev jî diyar dike ku ne bi nêteke baş e. Em li hêviya rizgarkirinê ne lê belê ew ji ser me dixwazin bigihêjin rantê. Me terkî mirinê kirin."
 
'Em dixwazin siberojekê ji zarokên xwe re bihêlin'
 
Zeynep da zanîn avakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê û balafirgehê tevî hişyarkirina gel hîn dewam dike û got:"Di erdhejê de nexweşxane hilweşiya. Balafirgeh jî zivistanê di bin avê de ma. Em naxwazin dîsa heman kabûsê bijîn. Em jiyaneke bi tendirust dixwazin. Me gelek berdêl dan. Ew canê me jî bigirin em vana nadin. Em naxwazin hîn zêde kes bimirin. Em dixwazin siberojekê ji zarokên xwe re bihêlin. Em naxwazin em bên jibîrkirin."
 
 
'Kavilên nehatine rakirin talûke ne'
 
Zeynep da zanîn kavilên nehatine rakirin talûke ne û wiha domand:"Hîn xaniyên nehatine hilweşandin hene û ev jî ji bo zarokan talûke ye. Me hêvî dikir li me xwedî derkevin lê belê çav bera erdê me dan. Rêya doza me jî girtiye. Em nikarin bibin darazê. Tu rêya me ya ji serhildanê wêdetir tune ye. Pêdiviya me ji dostên ku bikaribin çareseriyê pêk bînin, heye."