Li Şirnexê çanda cûnî û destar ji aliyê jinan ve tê parastin

  • 09:02 29 Îlon 2022
  • Jiyan
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên li bajarokê Gundikêmelê bi salan e genimê ji bo dan û savarê di cûnî de dikutin û bi destar dihêrînin. Jinan destnîşan kirin ku ew çanda kevnar mîrateya dê û dapîrên wan e ku ji wan re hiştine û gotin ku ew dixwazin vê çandê biparêzin.
 
Parastina çandê parastina dîrok û nasnameya xwe ye. Di dîroka Rojhîlata Navîn de gelek çandên ku bi destê jinan hatine parastin û heta roja îro hatine hene. Jinên ku ew çandan ji dê û dapîrên xwe dewer girtine li Kurdîstanê heta roja îro parastine. Cûnî û Destar jî yek ji wan çandên qedîm e. Jinên li bajaraokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê  bi salan e xurekên wekî dan, savar, nîsk û hwd. ku di cûnî de dikutin bi destê jî dihêrin.
 
Meryem Erk (60) ku bi mirkûtê di  cûnîyê ango cirn de genim dikute diyar kir ku ew hewil dide çanda dê û bapîrên xwe yê kevnar dewam bike û got: “Hemû amûrên me yên ji bo cûnî bi dest hatine çêkirin. Ji berê de em genimê xwe tînin û em du kes bi mirkût di cûnî de dikutin. Bi piranî em du jin li hemberê hevdû genim dikutin.  Em ji biçûkatiya xwe ve fêrî vî çandê hatine kirin. Berê serê malekê 10-12 elb genim dihat kutan û salekê terî me dikir. Lê niha her tişt gelek giran bûye. Em bi salan e nikarin bi cûniyê dan û savarê bikutin. Lê niha em bi vê yekê hem çanda xwe diparêzin hem jî pêdiviyên xwe yên xûrekê amade dikin.”
 
‘Dixwazim ev çand winda nebe’
 
Meryem, di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêvajoya kutana dan û savarê  kir û wiha axivî: “Di meha îlonê de em genim tînin û dikelînin. Piştî ku dipije dibe danû em danuya xwe li ber tavê hişk dikin. Piştî 2 rojan ku ziwa bû jî em di cûnî ango cirn de dikutin. Dan û savara ku di cûnî de dikutin, piştre dikin mehîr, grar, şorbe û gelek xwarin jê çêdikin. Zehmetiya wê jî gelek e. Destê me birîn dibe lê dîsa jî em yên temen mezin di hêla parastina çanda kevnar de bi israr in. Lê mixabin ev çand ber bi windabûnê ve diçe. Êdî gelek kes nema vê çandê diparêzin. Ji ber ku gelê me êdî hînî hêsaniyê bûye hemû tiştan bi hêsanî dixwazin çareser bikin. Ez dixwazim ev çand winda nebe û nifşên nû jî hînî vê çandê bibin.”
 
‘Destar bi destê jinan zindî dibe’
 
Destar ku di çanda Rojhîlata Navîn de cihekî girîng digire bi destê jinan hebûna xwe didomîne. Safîye Sanrî ya 72 salî  ye çanda destar wek mîrateyek ji dê û dapîrên xwe girtiye wiha behsa vê çandê kir: “Em vê çandê ji mezinên xwe fêr bûn û heta niha didomînin. Em jê re dibêjin Gêrose lê li gelek deverên din jê re dibêjin Destar. Em savar, nîsk û dahnê  xwe bi destar dihêrin, her çiqas zehmetiya wî hebe jî ji bo me bi qîmet e. Berê jinan bi destar genim jî dihêran, dan û savara ku di cûnî ango cirn de dihatin kutan ji aliyê jin û mêran ve bi destar dihatin hêran.  Wê demê gelek kes ligel hev kom dibûn û bi hev re dixebitîn. Lê niha her kes bi tenê ye. Dê û dapîrên me karê xwe yê hêranê hemû bi destar dikirin. Lê niha kêm kes karê xwe bi destar dike. Ev destara yê ku niha pê genim dihêrim yê biçûk e û tê veguhêzandin. Em bi vî dan, nîsk û kizwanan dihêrin. Lê ji wî mezintir jî hene.  Destarên mezin cihekê wan ê xweser heye.”