Nuraya nanpêj: Em tahma demên berê ji îro re radigihînin

  • 09:05 26 Nîsan 2022
  • Jiyan
 
Sema Çaglak
 
AMED - Nura Abay a 76 salî ku li nav bajêr çanda nanê tenûrê diparêze wiha dibêje: “Em jinên kurd di parastina kevneşopiya xwe de gelek bi israr in. Em bi nanê tenûrê ku dipêjin tahma demên berê tînin roja îro.”
 
Çanda nanê tenûrê li gelek deverên Kurdistanê hê jî tê parastin û bi keda deste jinê heta roja îro hatiye. Yek ji wan jinên ku wê kevneşopiyê  ku wê kevneşopiyê didomînin jî Nura Abay a 76 salî ye. Nura, ligel peşketina teknolojiyê hîna di tenûrê de nan dipêje û bi vê helwesta xwe çanda xwe ya kevnar diparêze. Nurayê dibêje ku ew bi fikar in dibe çanda nanê tenûrê winda bibe.”
 
‘Nanê mirov bi xwe çêbike tama wî cuda ye’
 
Nura diyar kir ku ev çand bêhitir  li gûndan tê parastin û li bajaran zêde kes nane tenûrê çênake.  Nura, destnîşan kir ku divê çanda pêjandina nanê tenûrê xwe bigihîne hemû deveran û wiha axivî: “ Ez  elimandî nanê tenûrê me. Nanê bi  destê meriv çêdibe tama wî cuda ye û xweştir e. Ev çand bi salan e ji aliyê dayik û dapîrên me ve hatiye parastin. Loma  li bajêr jî dixwazim wê çandê biparêzim. Carinan dema ku vî nanî çêdikim jinên derdorê jî li dara min kom dibin û em bi hev re demê derbas dikin.”  
 
‘Êdî her kes hewl dide li malê ji xwe re nan bipêjin’
Nura bal kişan deer qeyrana aborî ku bandor li ser pêjandina nan jî kiriye û wiha berdewam kir, " Qeyrana aboriyê bû sedem ku zêdetir kes êdî li malan bi destê xwe nan bipêşjin. Nanên firinê gelek biha bûne û êdî kes nikare nan jî bistîne. Bi vê yeke xelk êdî li hundirê malê xwe nan çêdikin. Em êdî nikarin tiştek jî bistînin. Heke ku pere hebe em ji xwe re arvan distînin û nanê xwe bi xwe çêdikin. Lê mixabin em jî hemû di nav çerxa qeyrana aboriyê de dizivirin û hewil didin ku li ser piyan bimînin. Em jji neçarî nanê çêdikin hewl didin bi îdare bi kar bînin ku têra me bike.  Gelek kes diçin gundan arvan digirin an jî li wir nanê xwe çêdikin û tînin bajêr.”
 
‘Bi jiyanek zehmet hewil da li ser piyan bimîne’
 
Nuraya ku li aliyekî hevîr distirê û li aliyekî jî bahsa jiyana xwe dike, daxuyand ku ew di 35 saliya xwe de li dijî merê ku pê re hatiye zewicandin derketiye û piştre jî dest bi têkoşîna jiyanê kiriye. Nura, wiha axivî: “Ez bi eslê xwe ji Qosera Mêrdîme me. Di 14 saliya xwe de hatim zewicandin. Piştre di 35 saliya min de hevjînê min xwest careke din bizewice. Ji ber vê gelek caran me şer kir û tu tam neda min. Êrîşê min û zarokên min kir. Min jî ew qebûl nekir û wî terikand. Ez û zarokên xwe tenê man. Wê demê zarokên min jî biçûk bûn, loma divê min debara mala xwe jî bikira. Ez ji xwe re li karekî geriyam. Dema ku li gûnd bûm ez li zeviyan dixbitîm û piştî ku hatim bajêr jî min dest bi karê paqijiya malan kir û carna jî li xwaringehan xebitîm.  Heta ku min zarokên xwe mezin kirin min kedeke mezin da.”
 
‘Em tahma demên berê tînin roja îro’
 
Nurayê piştî ku hevirê xwe qedand saetek li benda hilatin ango tirşbûna wî ma. Di wê navberê de bi rê ket ku tenûrê dade. Nura piştî ku tenûr dada, hevîrê xwe kir girik û  yek bi yek piştî ku dora wan fireh kir bi tenûrê ve danî. Nurayê, got: “Em jinên kurd ji bo parastina kevneşopiya xwe gelek bi israr in. Gava jinên kurd tên gotin jîrtî û jêhatîbûn tê bîra meriv. Em tahma  demên berê tînin roja îro. Lê mixabin niha ciwanên me nanê tenûrê nizanin û çênakin. Em bi fikar in ku ev çand winda bibe.”