Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan

  • 10:29 4 Adar 2020
  • Jiyan
‘Ez bi erka xwe serbilind im, tiştek nikare li pêşiya min bibe asteng’
 
Sozda Oremar      
 
ŞEHBA - Di nava civaka Ereb a zihniyeta baviksalarî bandorek neyînî kiriye de jin bi awayekî hêsan nikarin fikrên xwe rave bikin. Lê jina Ereb a bi navê Wefa Hisên ew qalibên civakî hilweşandiye. Wefayê derbarê têkoşîna xwe de wiha got:"Min li dijî koletiyê li berxwe da. Ez bi israrek mezin têkoşiyam."
 
Em li ser fikra "Her jin romeneke wiha ye ku bi tiştên ku jiyaye nehatiye nivîsandin" em derketin ser rê û me xwest bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê em çîrokên ku me derbarê jinan de amade kiriye bi we re parve bike. Bêguman çîrokên jinan ji nivîsandina me ya bi pênûsê zêdetir in. Jinên ku dibêjin "Em hebûn, em hene, em ê her hebin" dîrokî dinivîsin. Em ê vê carê bi çîroka jina bi navê Wefa Hisên a li Rojava li ber xwe daye derkevin pêşberî we. 
 
Jina ji pêkhateya ereb Wefa Hisên bi temenê xwe 40 salî ye û  li Şehbayê gundê Em-Hoşê hatiye dinê. Wefa di nava malbateke  ku ji 9 kesan pêk tê, mezin bûye. Di nava civaka ereban de zihniyeta baviksalarî gelek pêş ketiye. Di jiyana gelek jinan de şopên koletiyê hene û yek ji wan jinan jî Wefa ye. Derketina jinan ji malê şerim tê dîtin, heta refa 12 jin dixwîne û paşê ji bo zewacê tên amadekirin. Kêm jin hene ku xwe nas kirine û li hember pergala desthiladar serî hildane. Wefa jî yek ji wan jinan e ku li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe daye. 3 zarokên Wefayê hene  û hevjînê wê şehîd bûye. Wefa li hember paşverûtiya civakê, tekoşînek daye meşandin û bûye xwedî sekneke bi hêz. 
 
‘Zîhniyeta paşverû li hember xwendina min bû asteng ’
 
Wefa di destpêka axaftina xwe de qala serpêkhatiya jiyanan xwe kir û wiha got: "Min heta refa 12'an xwendiye. Ji ber rewşa malbatê û kevneşopiyên civakê a ku  di bin navê şerm e keç bixwînin ez ji dibistanê dûr ketim. Li gundê me dibistan tune bû. Ji bo ezmûnan ez diçûm gundê nêzî me.  Di malbata min de em 5 bira û 4 keç in. Ez di mal de ya herî biçûk im, di nav malbata min de zihniyeta paşverû û dethilatdarî zêde tune bû. Bavê min gelek ji keçên xwe hez dikir. Di aliyê mirov û kevneşopiyên civakê de me gelek astengî dît. Her wiha lawên apê me nedihiştin ku em silavê bidin mêran û ev yek qedexe dikirin. Heta ji bavê min re digotin 4 keçên te hene, nabe ku ji malê derkevin. Tu caran bav û birayên min ev gotin qebûl nedikirin."
 
'Min her dem li berxwe da'
 
Wefa di dewamiya axaftina xwe de jiyana xwe ya piştî zewacê anî ziman û wiha pê de çû: "Piştî xwendina min a refa 12'an ez bi kurê apê xwe re zewicîm. Min zehmetî ji aliyê kevneşopiya mala apê xwe dît, li gel wan zihniyeta baviksalarî hebû. Piştî zewaca min ez û hevjînê xwe  çûne Lubnanê.  Li Lubnanê 2 keçên min hatin dinê. Paşê me xwest vegerin cih û warê xwe yê li gund, lê hevjînê min her berê xwe dida Lubnanê û vedigeriya mal. Min bi tenê berpisyartiya mal û derveyî malê digirt ser milên xwe. Ji bo pêwîstiyên malbata xwe pêk bînim  min gelek kar dikir. Min her dem li berxwe da."
 
'Ji bo parastina axa xwe hevjînê min tevlî refên azadiyê bû'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Wefayê diyar kir ku piştî aloziya Sûriyeyê gelek pirsgirêk ji aliyê êrîşên komên çekdar ve derketine û wiha dewam kir:"Jiyana me piştî derketina komên çekdar tevlîhev bû. Di vê rewşê de ewlehî êdî nema, weke her mirovakî ku  rihê welatpariziyê li gel wî/wê heye û  tehemûl nake ku komên çekdar êrîşî axa wan bikin, hevjînê min tevlî nava refên  tevgera azadiyê bû. Wê demê lawê min nû hate dinê, ev yek nebû asteng ku parastina axa xwe bike. Hevjînê min li kêleka hêzên azadiyê şer kir û tevlî şerê Reqayê bû, piştre beşdarî hemleya Şehbayê bû û hewil da  ku welatê xwe rizgar bike. Her  çiqas mirov behsa pakrewana bike nikarin mafê wan bide, ji ber ku pakrewanan canê xwe feda kirin  û di nav hemû şert û mercên jiyanê de li ber xwe dan.”
 
‘Min di jiynana xwe de gelek zehmetî dîtin’
 
Wefa bal kişand li ser zehmetiyên jiyana xwe û  wiha domand: “Xwedîkirina zarokan bê bav gelek zehmet e. Tenê mirovên ev êş kişandine  vê yekê hês dikin. Dema ku hevjînê min şehîd ket ez ser bilind bûm, lê di heman demê de valahiyek û bandorek mezin di jiyana min de ava kir. Yek ji  van zehmetiyan ew bû ku berpirsiyartiya malê bi giştî ket ser milê min, li aliyekî din jî  hevalê min ê ku min 19 salan em bi hev re jiyan, nema li gel min e.  Herî zêde keça min ya mezin bi şehadeta bavê xwe bi bandor bû, ji ber ku pir nêzî hev bûn. Kurê min yê biçûk jî ruxmî ku bavê xwe nasne kir,  lê di çavên wî de êşa windakirina bav tê dîtin. Di nav civakê de gelek zihniyetên cuda dihat dîtin. Ol û adetên civakî pir zehmet in.  Ev bû sedem ku ez gelek zehmetiyan bijîm. Ji bo ku zarokên xwe xwedî bikim û pêdîviyên malê pêk bînim pêwîst bû ez kar bikim, lê li gor adetên civakê jina ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, divê nêzî 4 meh  û 10 rojan ji avahiya mêran dûr bikeve û pêwîst e dengê mêran neçe wê. Li gor adetên civakê pêwîst e ew jin tenê li mal be û li zarokên xwe binêre. Paşê hin xebatkar derbasî gel min bûn û pêşniyar kirin ku ez tevlî kar bibim.  Min qebûl kir ku  ez dest bi xebatê bikim.”
 
‘Ez bi erka xwe serbilind im, tiştek nikare li pêşiya min bibe asteng’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Wefa derbarê tevlîbûna xwe ya kar de wiha got: “Dema ku ez tevlî kar bûm gelek zehmetî ji aliyê xebatkarên mêr, civak û malbatê rastî min hatin. Dayik û birayên min tevî ku xwendevan bûn, lê dîsa jî li gor adetên civakê çûn û mijara karê min qebûl nekirin. Mirovên min jî têkiliyên xwe bi min re qut kirin. Tevî van zehmetiyan dîsa jî min biryara domandina karê xwe da û ez wisa dijîm. Min isbat kir ku tişt nikare li pêşiya min bibe asteng.”
 
‘Ruxmî zextê civak û malbetê ez gihaştim asta hevserokatiyê’
 
Di pêvajoya xebatê de  Wefa  gihaşt asta Hevseroktiyê û ev mijar wiha vegot: “Ez niha Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê me. Di nava kar de hin zihniyetên paşverû dihat dîtin. Min her li dijî kevneşopiyên civakî hem jî li dijî zihniyetên paşverû li berxwe da. Hêz û israra min a ji bo têkoşînê zêdetir bû. Ruxmî zextê civak û malbetê ez gihaştim asta hevserokatiyê. Dema min  zehmetî didît jî ez tu carî nedifikirîm ku paşde gav biavêjim. Divê jin pirsgirêkan li pêşiya xwe nekin asteng û jiyana xwe ya xebatê bidomîne.” 
 
‘Jin afrînera jiyanê ye’
 
Wefa wiha dawî li gotina xwe anî: “Ez bang li hemû jinan dikim û bi taybet li jinên ereb ên  ku bi hezarê salan di nava koletiyê jiyana xwe dewam kirine, dikim bila bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bighînin azadiyê. Ev fikir wateya azadiyê ya rast nîşan dide.  Di cewhera azadiyê de du têgeh tên dîtin azadiya rast û azadiya şaş, dema ku jin rast bi rê ve biçe dikare bi eşqa azadiyê karê xwe bide meşandin. Jin afrînera jiyanê ye.”