Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan

  • 09:16 3 Adar 2020
  • Jiyan
Penabertî û rêwitiya mirinê 
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Rewşa trajîk a dawî ya vê tabloyê di rojên dawî de li Deriyê Sînorê Kapikule ya Edîrneyê tê jiyîn. Welatiyên Tirkiyeyê jî ji ber doz û cezayên li wan hatine birîn neçar dimînin derkevin vê rêwitiya mirinê.
 
Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin û vê carê jî çîroka Seherê gûhdar dikin. Her sal bi hezaran kes ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê dibin û di rêwitiyê de jî bi mirinê re tên rû hev. Gelek rêwitî li behran jî çeman bi mirinê encam dibin. Rewşa trajîk a dawî ya vê tabloyê di rojên dawî de li Deriyê Sînorê Kapikule ya Edîrneyê tê jiyîn. Welatiyên Tirkiyeyê jî ji ber doz û cezayên li wan hatine birîn neçar dimînin derkevin vê rêwitiya mirinê.
 
Yek ji van jinan Seher e, ji Tirkiyeyê ye. Naxwaze em navê wê yê rast bidin. Seher ji ber cezayê lê hatiye birîn, hewl daye biçe Ewropa lê terkî mirin û îşkencê hatiye kirin û neçar maye vegere Tirkiyeyê. Seher jinek Kurd e û li Stenbolê dijî. Bi hinceta bernameyên tevlî bûye û îfadeyên şahidên veşarî ji doza tê darizandin ne girtî tê darizandin û 15 sal ceza lê tê birîn. Piştî ceza biryar dide biçe Ewropayê. Kesên kaçaxvaniyê dike, lêkolîn dike û hinekan nas dike. Ji bo wê bibin Yewnanîstanê li ser 17 hezar TL li hev dikin. Piştî lihevkirinê jê re dibêjin ‘amade be me kengê got derkeve, li bendê me be’. Roja biçe, endamekê şebexê tê Seherê ji ber derî digire û piştî Metîn yê wek Seherê ceza girtiye jî tevlî rêwistiyê dibe.
 
'Du saet şûnde em gihiştin avê' 
 
Seherê wiha got: “Gotin wê ji ser Edîrneyê biçin. Kesê em ji ber malê girtin em danî bin pirê û got 5 deqe şûnde kesekî din tê we digire. Ew kes nîv saet şûnde hat. Vî kesî em birin Edîrneyê. Em danîn kafeyekê û gotin ‘nîv saet şûnde em we digirin’. Em 3 saetan li wir sekinin. Piştre kesên din hatin em girtin. Van kesan em birin cihekî wek erezî. Li wir em hiştin û gotin nîv saeta din wê bên. 3 saetan şûnde ev kes li Metîn geriyan. Bi telefonê rê didan ber me. Em hinek meşiyan. Kesekî em girtin. Gelek sar bû. Her der şil bû. Kesê dawî wê em bibirana Yewnanîstanê. Turikek li pişta wî bû. Têde bot hebû. Em du saetan meşiyan. Em di nava axê de man. Li hinek cihan leşker hebûn. Em disekinin. Du saet şûnde em gihiştin avê. Di vê navberê de dengek hat. Çawa deng hat vî kesî em li wir hiştin û reviya. Em her du li wir man. Ji ber tarîbû me nizanibû em ji ku hatine. Piştre em li kesên em pê re di têkiliyê de bûn geriyan. Piştî ku em gelek mijûl bûn şûnde hat.”
 
‘Tenê biçin’
 
Seher û Metîn ji bo derbasî Yewnanîstanê bibin hewl didin botê tije bikin. Lê hewayê digire û bi derfetên xwe cihên hewayê digire, digirin. Pirsgirêk bidawî nabin. Kesê ku divê wan bibe dibêje ‘Ez we nabim. Hûnê bixwe biçin’. Piştre îqna dikin û wan heta alî din dibe. Seher der barê rêwistiyê de jî wiha dibêje: “Piştî em birin gotin bêjin bila pereyê me bidin. Me jî got em derbas bûne her tişt temame, pereyê wan bidinê. Beriya em biçin her kesî digot ‘Çawa hûn çûn ger we polîs û leşker dîtin biçin cem wan, ew wê kar û barê we bikin’. Lê me nizanibû em danîne ku derê Yewnanîstanê.”
 
'Piştî rêwitiya du saetan em hatin girtin' 
 
Kesê ku wan derbas dike dibêje ‘teslîmê polîs an jî leşker nebin’. Seher jî guh didê û berbi gundekî ku lambeyên wan dişewite dimeşe. Serherê wiha berdewam kir: “Gund nêz xuya dikir. Em meşiyan lê ne nêz bû. Em nêzî du saetan meşiyan. Piştî demekê me fêm kir ku em tên şopandin. Dengê wesayîtan hat. Me fêm kir ku polîs an jî leşker in. Ji ber vê em di rêyên zehmet de dimeşiyan. Lê piştî rêwitiya du saetan şûnde em girtin.”
 
‘Em xistin qefesa hesinî’
 
Seherê wiha derêjî da axaftina xwe: “Çawa em girtin heqeretê li me kirin. Her tiştên me desteser kirin. Me got wê me bibin qerekolê û piştre bibin kampekê filan. Bagaja wesayîtê vekirin, em xistin wir. Em li cihekî sekinandin. Xaniyekî biçûk hebû. Em birin wir. Em xistin qefeseke wek tîpa qaseyê. Me dît ku ev hesiniye û hewayê nagire. Pir biçûk bû. Hundirê wê tarî bû. Du kes têde bûn. Du mêr di hundir de bûn. Yek ji Îran yek jî ji Qamişlo bû. Yek 4 roj bû yê din jî 2 roj bû li wir bû. Em jî du rojan di wê qefesê de man. Tuwalet têde tunebû. Ne xwarin ne av didan. Em ji wir dernexistin. Pisiya mirovan têde hebû. Kulubeyek li ber qefesê hebû. Rojê du caran dihatin wir. Me li deriyan dixistin. Lê bersiv nedidan.”
 
‘Ez ê bifetisiyam’
 
Seherê ev tişt bi lêv kir: “Piştî du rojan em derxistin. Min fêm kir ku wê me dersînor bikin. Min hewl dida ez derdê xwe ji wan re bêjim. Lê wan heqeret dikir. Li me xistin. Em birin cihekî nêz ku em jê hatibûn. Li wir li me xistin. Piştre aliyê Tirkiyeyê kontrol kirin. Piştre telefon, çente û nasnameyên me avêtin avêt. Gotin li keştiyê siwar bibin. Min îtîraz kir. Ez avêtim nav avê. Yên gel min soberî dizanibûn. Min kêm dizanibû. Hêza min nemabû. Sê kesên gel min alîkarî dan min. Em bi soberiyê derbasî alî din bûn.”
 
‘Mirov nafetisin tên kuştin’
 
Seherê got dema ji çem derbas dibûn kesên bi vî awayî fetisîne hatiye bîra wê û got di esasê de mirov nafetisin, tên kuştin. Seherê ev tişt bi lêv kir: “Ez pir westiyam. Qerekol nêz bû. Yên gel min alîkarî dan min. Ji bo me ferq nekin me xwe bi erdê re kaş kir. Em bi vî awayî 4 saetan çûn. Me xwe gîhand gundekî. Me alîkarî xwest. Lê nîjadperest nêz bûn. Gotin hûn ji ku ne. Gotin em ê li cendermeyan bigerin. Em jî bi lez ji wir dûr ketin. Gundiyek hat cem me û xwest bibe alîkar. Wî gundî alîkarî da me. Li pey me hat û hişyar kir. Got bi vî alî de biçin. Em neçar bûn pê bawer dikin. Em birin cihekî wek axur. Piştî em ketin axur cenderme hat gund. Li me geriyan. Gundiyê em birin got ji vir derkenevin. Em du rojan li wir man. Ew kes dihat gel me û nan û av dida me.”
 
‘Gele bûyerên tecawizê hatine jiyîn’
 
Seherê ev tişt anî ziman: “Gundiyê alîkarî da me, diyar kir ku gelek kes di vî çemî de fetisîne û her wiha gelek jin rastî tecawiza leşkerên Tirkiye û Yewnanîstanê hatine. Her wiha got hinek gundî jî îşkencê li penaberan dikin pereyê wan digirin û teslîmê cendermeyan dikin. Her wiha kuçikan berdidin wan û parçe dikin. Me got em dixwazin saxlem bigihêjin malên xwe. Me got em serî kesî 2 hezar Tl didin û me bi hev re bibin. Wesayîtek amade kir û em heta Stenbolê anîn. Em heta malê anîn. Em bi şansekî mezin xilas bûn. Min nedipa ku li Yewnanîstanê tiştek wisa bê serê me. Ez di her xewa xwe de wê qefesê û avê dibînim. Min di wê qefes û avê de mirin jiya.”
 
Seher niha li mala xwe ye. Ji bo cezayê ku bi mirinê re hat rû hev, nayê zanîn ku bikeve girtîgehê an na. Dosya ku 15 sal ceza lê hatiye birîn, niha li darazê ye.