Gundê Gora Êmo yê ku navê xwe ji jinek kurd girtiye

  • 09:02 8 Sibat 2020
  • Jiyan
MINBIC - Gundê Gora Êmo navê xwe ji jineke kurd a ku li vî gundî jiyana xwe ji dest daye û lê hatîye veşartin, girtiye. Navê Êmo tê wateya  bedewî û xweşikiyê.
 
Navê gundê Gora Êmo  yê ku 23 km durî rojhilatê Minbicê ye heta 200 salan diçe. Dapîrên niha li gundê Êmo dijîn, ji bo navê gund ji me re diyar kirin ku gundê wan ê bi navê Êmo navê xwe ji navê jinek kurd a bi navê Êmo ku li heman gundî jiyana xwe ji dest daye tê. Li gorî jinên gund cenazeyê jina bi navê Êmo li gundê wan hatiye veşartin. Jinan ragihandin ku gora jina Kurd li gund e, lê ew bi destên çeteyên DAÎŞ'ê hatiye hilweşandin. Her wiha ji bilê navê Gundê Gora Êmo niştecihên vî gundî bi navê Çesan ango kevirê spî jî bi nav dikin. 
 
Niştecîhên Gundê Gora Êmo  hîn jî çand û kevneşopiyên xwe yên kevnar diparêzin û ew di navbera serdema kevnar û nû de pirekê ava dikin. Di vê çarçoveyê de, dayika Helîma El-Kohat ya ji gundê Gora Êmo, ji ajansa me re nirxandin kir û got: "Êmo jinek Kurd a li vî gundî jiyana xwe ji dest daye û gund li ser navê wê hatiye binavkirin. Çiyayek nêzî gund heye bi navê çiyayê Hemo ye. Vî çiyayî jî navê xwe ji navê mêrekî kurd ê bi navê Hemo girtiye. Ew mêr ê kurd jî xizmê jina bedew Êmo bû."
 
Dîroka gundê Êmo heta 250 salî diçe
 
Dayika Helîma destnîşan kir ku ew Ereb in û di nava xwe de ji gund re dibêjin gundê Çesan, ji ber madenek mezin a kevirên spî di gund de hat dîtin û bi wan kevirên xweşik xaniyan ava dikin, paşê jî xanî bi rengê spî boyax dikin. Dayika Helîma wiha domand: "Tevlî ku gundê Gora Êmo ji mêj ve gundekî kurda ye û navê wî li ser navê jineke Kurd e, lê niha welatiyên li gund dimînin hemû ji eşîra esîd a ereban e."
 
Şêniyên Gundê Gora Êmo bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Li gel sewalvaniyê çandiniya genim, şolik, nîsk, baxçên zeytun û fistiqan jî dikin.
 
Dayika Helîma lê zêde kir ku ew hîn jî parastina kevneşopiyên xwe dikin û wiha domand: "Em jinên gund nan li tenûrê dixin, em van karên rojane jî weke beşek ji çanda xwe dizanin û diparêzin. Ji folklora herêmî heta kincên me yên erebî em hîn jî li zarokên xwe jî dikin. Aşê me heye, em hîna diparêzin. Aşê me jî bi qasî sed sal temenê wî heye, em nahêlin winda bibe. Heta niha jî em genimê xwe dibin lê dixin û dikin ard. Ji kevir hatiye çêkirin gelek qayîme tiştek pê nayê. Em rûnê zeyîtunên xwe jî bi givaşgehên kevnar derdixin. Her yek ji van parçeyek ji çanda me ye û divê em dewam bikin." 
 
Dayika Helîma destnîşan kir ku DAIŞ’ê heta goristanên gundê wan jî xira kirine, taybetî gorên di gund de xwedî wate yên weke gora jina Kurd Êmo xira kirine.
 
Dayik Helîma bi lêv kir ku hîn jî li gund kombûnên jinan hene, di astek baş de hevkarî heye û sohbetên wan di derbarê rojên borî û awayê jiyanê de berdewam dikin. Helîma yê teqez kir ku ew serdema ku tê de derbasbûne ji serdema nû ya ku teknolojiyê civak ji hev dûr xistiye çêtir dibînin. Helîma destnîşan kir ku hemî niştecîyên gund xizmên hev in.
 
Dayika Helîma axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi bextewarî di bin siya projeya netewa demokratîk a ku teşiyeke civakî ye de dijîn. Ez bang li şêniyên herêmê dikim ku parastina çand û kevneşopiyên xwe bikin."