Berxwedana 20 salan a Dayikên Şemiyê û daxwaza wan ya neguherî

  • 09:09 31 Kanûn 2019
  • Jiyan
Nişmiye Guler
 
STENBOL - Dayikên Aştiyê ku bi hêviya aştiyê 20 sal berê derketin vê rê, tevî hemû zextan peyama xwe ya aştiyê didin. Daxwaza aştiyê ya dayikan 20 sale li muxatabên xwe digere.
 
Dayikên Aştiyê di 1999’an de ji Amedê hatin Enqereyê û me ew bi çalakiyên wan yên bi dirûşma ‘Em dayik in, em li alî aştiyê ne’ bihîst. Dayikên ku dizanin ku yekane çareseriya êşên ku dijîn aştî ye, dengên xwe yên wê rojê nedan bihîstin îro jî hîna di hewldana ku dengê xwe bidin bihîstin de ne.
 
20 salên bi hêvî û înat li pey xwe hiştin
 
Dayikên Aştiyê carna li mîtîngan, carnan di çalakiyên mertala zindî de, carna li ber deriyên girtîgehan, carnan bi laçikên xwe yên sipî di hawira şer de cih girtin. Tevî hemû zext, îşkence, derbkirin û êrîşan wan dest ji aştiyê bernedan û li qadan bûn. Her wiha li gelekan doz û lêpirsîn hatin vekirin.
 
Yek ji yekem damezrînerên înstiyatîfa Dayikên Aştiyê
 
Nafiye Başaran a 71 salî ji navçeya Bismil a Amedê ye. Ji 1987’an heta niha di têkoşîna azadiya Kurd de cih digire. Di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koçî Êlihê dikin û ji vir jî diçin Îzmîrê ji wir jî diçin Stenbolê. Nafiye li wir di xebatên HADEP’ê de cih digire. Di 1999’an de Abdullah Ocalan tê girtin û Nafiye û sê dayikên din biryar didin ku Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava bikin. Nafiyeyê ew roj wiha vegot: “Dema Abdullah Ocalan hat girtin wek şînê bû. Me got êdî dawiya Kurdan hatiye. Me nizanibû em çi bikin. Em 4 dayik hatin gel hev û me got em însiyatîfê ava bikin. Me dukanek biçûk girt. Em hemû dayik koçber bûbûn. Butçeya me tune bû. Me bi derfetên xwe kirê da. Hejmara me bû 7 dayik.”
 
‘Em bûn hedefa polîsan’
 
Nafiyeyê da zanîn ku bi dehan carî rastî zextan hatine û got: “Tevî zextan me aştî anî ziman. Hejmara me zêde bû û me li Taksîmê cihek girt. Em li taxan bi dayikan re dihatin cem hev. Piştre gotin Dayikên Aştiyê. Di 2002’an de li Stenbolê ez tevlî bîranîna Halepçeyê ya ku xwendekarên zanîngehê pêk anî bûm. Lê polîsan şîdet li min kir. Şopa wan hîna li ser min heye. Polîsan bi min girtin û li serê min xistin. Ji dev û pozê min xwîn dihat. Bedena min hemû reş bû. Serê min derizî. Ez ji mirinê filitîm. Perda gûhê min qelişî. Ji wê rojê şûnde ez kêm dibihîzim.”
 
Nafiyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Hewl didin yekîtiya me xera bikin. Em dayik bi têkoşînek mezin xebatên xwe dimeşînin. Tevî me dikujin em ji bo aştiyê amade ne. Bila li ser xwîna mirovan hesabê hilbijartinê nekin. Abdullah Ocalan li alî aştiyê ye. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila dayikên leşker, polîsan jî aştiyê biparêzin. Bila zarokên me wek mirov bijîn. Aştiyê biparêzin.”
 
‘Me got em ê tevlî pêvajoya aştiyê bibin’
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî di 1996’an de ji Licê ya Amedê koçî Stenbolê dike. Guler diyar dike ku ji bo bibin bersiva êrîşan bi salan têkoşîn daye û got: “Beriya Dayikên Aştiyê ez di Komeleya Jinan a Dîcleyê de bûm. Di 2000’î de ez tevlî dayikên aştiyê bûm. Em bi dayikan re hatin cem hev. Me nîqaş kirin û plansaziya xwe ava kir. Me daxwaz kir ku em bi serokomarê demî re hevdîtinê bikin. Me bi parlamenter û şêwirmendên wan re hevdîtin kirin. Me daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman. Me got em ê tevlî pêvajoya aştiyê bibin. Hinekan ji bo hevdîtinê berê me didan Qendîlê. Me jî got ger muzakereyê bidin destpêkirin em ê bikin. Lê her carê daxwaza me şûnde hat vegerandin.”
 
AKP’ê gel xapandin
 
Gulerê bi lêv kir ku dema AKP hatiye desthilatdariyê îdia kiriye ku wê pirsgirêka Kurd çareser bike û got: “Lê AKP’ê gel xapand. Tu tiştek nekir. Lê me ji bo aştiyê israr kir. Derdê me aştî bû. Bi dehan carî em çûn cem wezîrê dadê û waliyan. Der barê me de gelek doz hatin vekirin. Ji ber me aştî xwest em rastî doz û lêpirsînan hatin. Li Amedê dayik hatin girtin. Li Stenbolê qerekol her roj gazî dayikan dikin. Me heta îro têkoşîna xwe meşand. Tevî hemû zextan me şûnde gav navêt. Di her çalakiyê de wan zilm li me kir. Em vê ji bîr nakin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila destê xwe bikin bin kevir. Bila dawî li vî şerê bê wate bê anîn. Em dipên ku vegerin muzakereya Dolmabahçeyê.”