Tu tiştî pêşî li wê negirt
- 09:08 1 Kanûn 2019
- Jiyan
Safiye Alagaş
STENBOL - Gulçîn Erdîş ya di encama qezayekê de bi sandalyeya tekerlek dijî, ne pençeşêr, ne civak û ne jî sandalyeya bi teker pêşî li têkoşîna wê ya jiyanê negirt. Gulçîn astengiyên derketin pêş wê wiha nirxad: “Li cihekî ku hemû kes zehmetiyan dijîn, ne pêkane ku astengdar jî rehet bijîn. Ji ber mirov êdî gelek bi hêrs in. Ger nebin asteng û riya me vebikin em ê her tiştî bijîn.”
Gulçîn Erdîş ya 50 salî li nexweşxaneyek taybet dixebite û di 16 salî de ji cihekî bilin de dikeve û jiyana xwe bi sandalyeya tekerlek a astengdaran didomîne. Gulçînê wiha got: “Di temenekî ciwan de tiştek wisa tê serê ciwanek. Bêguman min got çima tiştek wisa hatiye serê min. Piştre min got, ez ne ya ewil im û ne jî ya dawî me. Li ser vê jiyana min guherî.”
Biryarên girîng girt
Gulçîn lîseyê diqedîne, piştre kar dibîne û ji malbatê vediqete. Van hemûyan di 5 salan de dike û sê hedefên xwe di sê salan de pêk tîne. Piştre jî Şaxa Komeleya Astengdaran a Tirkiyeyê ya Kadikoyê ava dike. Piştre navê Komeleyê wek Komeleya Astengdaran a Tirkiyeyê ya Anadolu diguhere û hîna faliyetên xwe dimeşîne. Gulçîn pêvajoya damezrandina komeleyê wiha vedibêje: “Piştî ev bûyer hat serê min, li nexweşxanê û malê min bernameyek der barê astengdaran de dît. Li wir mêrekî got bê bibe endama komeleyê. Wî kesî got ‘hadi komeleyê ava bike’. Min got ‘ez çi fêm dikim ji komleyê’. Wî berê li Stenbolê Kadikoyê komeleyek ava kiriye lê bi ser neketiye. Di vê navberê de ez bûm seroka komeleyê. Min 8 salan rêveberî kir.”
‘Min ji bo wan hewldanên mezin dan’
Gulçînê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de ji bo hevalên wê bedenên xwe qebûl bikin hewldanek mezin daye û got: “Di vê pêvajoyê de min dît ku hevalên min bedenên xwe qebûl nakin. Ez pir xemgîn bûm. Min ya xwe qebûl kiribû. Ji bo hevalên min jî wisa bibînin min hewl da. Ez bi wan re çûm bazarên taxê. Min got ku ez wan çiqas bikim qerebalixê wê evqas hêsan be. Min peywir dida wan. Me danûstandina xwe bi hev re dikir. Bi awayekî min digot bila bi mirovan re bikevin têkiliyê. Ev mijara bazarê gelek li xweşa wan çû. Em gelek caran bi hev re çûn bazarê.”
‘Armanca min ev bû ku astengdariyên xwe qebûl bikin’
Gulçînê di berdewamiyê de wiha got: “Ez di şaredariya Kadikoyê de dixebitim. Çûm cem midûr. Min got ji bo astengdaran di sînemayên Kadikoyê de biha daxînin. Me protokolek îmze kir. Ji bo hemû astengdar û xizmên wan ji sedî 50 bihayê biletan hat kêmkirin. Ez diçûm hemû şanoyan. Min ji her şanoyekê herî kêm 5, 10, 15 bîlet digirt û em bi hev re diçûn şanoyê. Armanca min ev bû ku astengdar, astengdariya xwe qebûl bikin.”
Gulçîn bi vê jî sînor namîne û di rojnameyekê de nûçeyek der barê ‘astengdar soberiyê dikin’ dibîne û xwe digihîne mamosteyê wê û Gulçîn jî dibe yek ji astengdarên soberiyê dike ya Tirkiyeyê. Piştre dest cureyên din yên sporê dike. Tenîsê dilîze. Di vir de jî gelek serkeftî dibe.
Gulçînê ev tişt daxuyand: “Berê em pir zehmet dikaribûn biçin kafeyan. Em nikaribûn tevbigerin. Hevalên me yên betanî davêtin ser lingê xwe hebûn. Hevalên me yên destên xwe vedişartin hebûn. Min proteza wan derdixist derve û min digot destê we wisa xwişktire. Min betaniya kesê din jê davêt. Bi vî awayî ev bûyer hêdî hêdî şikandin û qebûl kirin.
‘Min ji pençeşêrê re got tu hatiye kesek şaş’
Gulçîn nexweşiya pençêrê jî dijî û doktor ji sedî 40 şansê jiyanê didê. Gulçînê ev tişt anî ziman: “Ez ewil gelek giriyam. Min got çima vê nexweşiyê ez dîtim. Piştre min got ‘tu hatiye mirovek şaş’. Min wisa got û ez bi ser ketim. Min tedawî dît. Ez tu carî ji jiyanê qût nebûm. Derdiketim derve. Astengdar zehmetiyan dijîn lê hemû kes zehmetiyan dijîn. Li cihekî ku hemû mirov zehmetiyan dijîn bêguman astengdar jî dijîn. Mirov êdî gelek bi hêrs in. Ruyê wan nakeve. Naxwazin tiştekî bikin. Ji bo astengdaran hawirdor di alî fîzîkî de nayê sererastkirin. Em dixwazin ku hawirdor li gorî astengdaran bê sererastkirin. Em dibêjin ku divê peyarê wisa bin. Divê otopark wisa bin. Divê avahî wisa bin. Lê mixabin tu tiştek nayê kirin. Divê astengdar bên îstîhdamkirin. Gelek hevalên me yên naxebitin hene. Ev mafên me yên herî qanûnî ne.”