'Ji bo kelandina savarê xebateke komînal dihat kirin'

  • 09:08 1 Cotmeh 2019
  • Jiyan
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Savar kelandin çandek e û ber bi windabûnê ve diçe, Raziye Yilmaz, diyar kir ku bi kelandina savar bi xwe re jiyaneke komînal dide afirandin û ji ber ku her pêvajoya kelandina savarê bi alîkariya cîranan pêk dihat û got: "Ligel kareke zehmet bû jî bi hev re ked dihat dayîn û kêyfxweşiya xwe parvedikirin."
 
Çanda savar kelandinê êdî ber bi windabûnê ve diçê. Bi taybetî li gund bi hatina payîzê dest bi kelandina savar tê kirin. Di serî de genimên ku bên kelandina tê bijartin û bi taybetî genimên gir û sor dibijartin û dixistin nav sitilan û dest bi kelandinê dikirin. Di van pêvajoyan de jî gund û gunditî herkes kom dibû her kesek karek dikir. Her wiha li gel xebatê stran dihat gotin û govend dihat digerandin. Genimên ku dihatin kelandin, piştre ji bo hişkbûnê li ser ban dihatin raxistin. Piştî hişk kirinê bêjing dikirin û dixistin çuvalan û dişandin aş. Lê herî dawiyê pêvajo bi bêjingkirinê bi dawî dibû. Raziye Yilmaz, ji ajansa me re qala çanda kelandina savêr kir û got: "Ev tişt jiyaneke komînal diafirand. Bi hev re kedek tê dayîn."
 
‘Bi kelandina savar şahî dihat li darxistin' 
 
Raziye di axaftina xwe de bal kişand ser zaroktiya xwe û wiha axivî: "Di zarokatiya xwe de her tim ez li benda wê rojê bûm. Mêr bi cirnikê re stran digotin û dîlan digirtin. Ez zarok jî li dora dîlanê dîlan digirt. Şahiyeke mezin pêk dihat. Gundî tev dihatin gelhev û şahiya xwe parve dikirin. Karekî pir zor û bi zehmet bû lê me vê yeke vegerandibû şahiyê. Dema ku gundî tev bi hev re kar dikirin westandina rojê ji holê radibû. Xweziya li wan rojan. Niha carek din ev çand tê zîndîkirin û ev tiştek baş e."
 
‘Tehm û kilamên berê xwişîktir bûn'
 
Raziye, di axaftina xwe de bal kişand ser jiyana komînal û wiha got: "Demên berê mirovan bi awayekî komîn jiyana xwe didoman. Bi awayekî hev par herkes nesîbê xwe jê digirt. Mirovên qure û yên bê wijdan tunebûn vî demî. Mirov dil ve rehmtirbûn. Kesê ku nekaribû genim bîne jî para xwe digirt. Kesên xizan û dewlemend bi heman awayî genimê digirtin. Herkes bi awayekî kêfxweş vediqetiya. Tehm û kilama wê demî xweştirbû."
 
‘Dema niha û dema berê pir cuda ye' 
 
Raziye, diyar kir ku her ku diçe dem diguhere û wiha nêrînê xwe vegot: "Niha û berê pir cûdaye. Êdî derfet zêdebûn, îmkan dewlemendbûn. Cernik, aş û ker di demên me yên kevin de man. Me di dest pêkê de bi dingeyan genim hûr dikir, pişre cirnik derket. Cirnika ku bi deste mirovan dihat badan êdî bi hespan dihat badan. Herî dawiyê ceyran derket û her tişt bi hesantir bû. Niha li şûna ker û dewaran maşîne derketine. Kar û xebat hêsan bû. Lê mixabin bi wê re hevaltî, cîrantî û gundîtî winda bû. Windabûna wijdan û heskirinê tev ji zêdebûna van derfetane. Belkî zehmet bû lê em dihatin ba hev û me jiyanê parvedikir."
 
‘Çand dewlemendiya mirovahiyê ye’
 
Raziye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamkirin çanda kelandina savêr û wiha got: "Çend wekî berê nebe jî em ji berdewamkirina çanda pir û kalan bikêfxweşin. Ya ku me ligel hev digire û me dike yek ev taybetmendiyên me ne. Divê em ji eslê xwe ji rastiya xwe dûr nekevin. Niha zarok cirnik, ding û destaran nas nakin. Tirsa min ew e ku vê dewlemendiyê ji winda bikin. Çand dewlemendiya mirovahiyê ye, divê em şopdarê wê bin.”