Meşaleya azadiyê bi axaftina zimanê dayikê geş dibe

  • 09:08 15 Gulan 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
Mirovên ku ji exlaq û hişmendiya parastin û xurtbûna zimanê xwe xwedî bibin encax dikarin siberojeke ronî ava bikin. Ev jî bi hêviyên her zindî tên hiştin pêkan e. Çawa bi saya hêviyên me yên geş îro li paytexta Bernê ya Swîsreyê kurdî bûye xwedî statu dîsa wê bi hêvî û têkoşîna me ya xurt li her aliyên Kurdistanê û welatên wekî din kurdiyê bibe xwedî statu.
 
Roza Metîna 
 
Di şoreşa gerdûnî ya parastina nasnameyê de ziman xaleke girîng e. Ji ber ziman xeta azadî û serhildana mayin de ye. Loma parastina ji bo zimanê dayikê di heman demê de tê wateya parastina mafê tayinkirina qedera xwe jî. Her wiha ziman mertaleke xurt a li dijî şovenîzmê ye. Rihê berbangeke nû ya serê sibehê ye. 
 
Ji bo kurd bikaribin jiyanekê li ser kok û rehên xwe ava bikin ziman hêviyeke jêneger e. Rabûna li ser piyan, têkoşîna nêzî serkeftinê ye. Li dijî polîtîkayên cihêkariyê stargeheke giranbiha ye. Rêya rizgariya ji bin kavilên nîjadperestan e. Qonaxên dîrokî yên serfketin û parastina nasnameyê, bi rêya azadiya ziman pêş dikevin. Meşaleya azadiyê bi axaftina zimanê dayikê geş dibe. Parastina zimanê dayikê, li dijî kujer û nîjadperestên dibêjin, “Hûn torosên spî dixwazin?” bersiveke xurt, mifteya bidestxistina serfiraziyên gewre ye. 
 
Çeperên têkoşîna azadiyê bi rêya hestên neteweyî û ramanên azad xurt dibin. Bingeha mezin a hest û ramanên mirov jî axaftina bi zimanê dayikê ye. Mekanîzmaya qedera serkeftina di aliyê nasnameyê de eşkere dike hest, raman û ziman e. Ji ber vî hawî jî êrişên bi salan e li dijî zimanê kurdî û Kurdistanê pêk tên polîtîk in. Sîstema heyî ya li Tirkiyeyê ya bi salan e dijminatiya kurdan dike li ser esasên jiholêrakirina zimanê kurdî, teşeyê dide siyaseta ku bi rê ve dibe. Ji bo em van planên qirêj ên li dijî zimanê me dikevin meriyetê vala derxin gelo me çiqas siyaseteke baş, bi rêk û pêk û serkeftî ya ziman pêk anî?
 
Ger li welatekî netewek siyaseta ziman baş nemeşîne wê demê em nikarin behsa demokrasiyeke bi rêk û pêk bikin. Ji ber ku tu netewek bê parastina ziman, nikare demokratîk bibe. Loma divê her qad ji bo kurdî bibe çeperên berxwedanê. Li gel vê yekê wekheviya hemû zimanan esas bê girtin. Dema di bingeha paradîgmaya tevgera kurd de, xwedîderketin û parastineke xurt a zimanê dayikê hebe, wê demê wê gihandina armancê jî hêsantir bibe. Ger yek ji armancên me pêşketina şoreşê be wê demê bêyî şoreşa ziman em ê nikaribin bi ser bikevin. Wekî ku parsûyekî me şikestî be. 
 
Tundiya siyasî û mîlîtarîst li ser esasên tunehesibandina zimanê dayikê pêş dikeve. Loma jî dagirkeran her tim xwestine pêşiya şoreşan bi tunehesibandina zimanê dayikê bibire.  Kolonyalîzma li ser axa Kurdistanê a bi salan e pêş dikeve, her tim hewl daye şoreşa gelan têk bibe. Ev zihniyeta serdest zimanê dayikê yê gelê kurd nake zimanê perwerde, fermî, aboriyê û piştgiriyê nade tu projeyên ku zimanên cuda li ser piyan dihêle. Loma jî pêşketin û rizgariya gelekî di destên têkoşîna li dijî vê pergalê de ye. Pêşxistina alternatîf, model, xebat, formulasyon, dîplomasî û polîtîkayên ji bo zimanê kurdî, wê siberoja me eşkere bike.   
 
Mirovên ku ji exlaq û hişmendiya parastin û xurtbûna zimanê xwe xwedî bibin encax dikarin siberojeke ronî ava bikin. Ev jî bi hêviyên her zindî tên hiştin pêkan e. Çawa bi saya hêviyên me yên geş îro li paytexta Bernê ya Swîsreyê kurdî bûye xwedî statu dîsa wê bi hêvî û têkoşîna me ya xurt li her aliyên Kurdistanê û welatên wekî din kurdiyê bibe xwedî statu. Ji aliyê pêşketin û geşedanên derbarê kurdî de agahiyên nû her tim tên bidestxistin. Em vêya dîsa ji têkoşîn û hêviya me ya zindî nikarin cuda bihesibînin. 
 
Em bala xwe bidin ser agahiyeke din; Di Barometreya Zimanên Cîhanê ya 2022’yan de agahiyên derbarê Kurdî de jî cî girtin. Kurmancî di lîsteya Barometreyê de di nava hemû zimanan de di rêza 60’emîn de cîh girt. Kurmancî piştî zimanê Bengalî, zaravaya Tosk a Albanî û Îgbo ya li Nîjaryayê zimanê herî girîng ê cîhanê ye. Ger polîtîkayên asîmîlasyonê bi salan li ser zimanê kurdî nehatiba meşandin, Kurdî ger bi salan zimanê fermî û perwerdeyê bûya dibe ku îro di asteke bilindtir de bûya.
 
Zimanê dayikê yê ku ji esasê çanda neteweyî ye çiqas bê parastin ewqas pêş dikeve. Ya ku dê mîrateya me ya çand û hunerê ji nifşên ji dû me re bihêle ziman bi xwe ye. Zimanê dayikê yê ku sînorên fikir û raman diyar dike xwediyê wê efsûnê ye ku gelan bîne ba hevdu û têkiliya di navbera wan de xurt bike. Wê demê divê em ji xwe bipirsin, zimanê xwediyê gelek peywiran e ji bo çi têra xwe nayê parastin û xwedî lê nayê derketin? Kî zimanê xwe winda bike wê şexsiyeta xwe jî winda bike. Divê em vê yekê her tim bi bîr bînin û li gor wê zimanê xwe her tim zindî bihêlin.
 
Behreya rexnekirin û lêpirsînê mejî, aso û hebûna mirovan pêş dixe. Îradeya mirov li ser piyan dihêle. Rexnekirin û lêpirsîn du têgehên sembola azadiyê ne. Kesên azad rexne û lêpirsînê pêş dixin. Ev herdu têgehên girîng dema bi awayekî baş bên kirin rê li ronahiyê vedikin. Rê li pêşketina şîrove û analîzên girîng jî vedikin. Wê demê em ev herdu têgehên girîng çima bi zimanê xwe dernexin holê? Dema em rexne û lêpirsîna xwe bi zimanê dayikê bikin wê demê em ê berpirsiyariya xwe ya wijdanî jî bînin cih. Zimanê dayikê eynika nirx û rûmeta me ye. 
Parastin û xwedîkderketina li zimanê dayikê ji bo modela civakeke baş jî formuleke baş e. Pêşketina li ser esasên vê formulê hebûna civakan mayinde dike. Hêzê geş û zindî dihêle. Jixwe hemû jiyan jî li ser hêza geş û zindî encax bi awayekî baş teşeyê xwe bigire. Ev teşe ji hêviyên mirovan re dibe stargeheke qenc. Kamilbûna aqil û mirovan a di vê stargehê de rol û modeleke hêja ye. Kar û xebatên di vê rêyê de jî mîrateyeke giranbiha ye. Xwedîderketina li vê mîrateyê jî rûyê geş ê li asîmana dil e. Divê em vê mîrateyê bikin şêwaza jiyana xwe. Dema em bikin şêwaza jiyana xwe wê demê ev ê bibe derbek mezin a li dijî dagirkeran. 
 
Her wiha kar û xebatên di rêya zimanê dayikê de jî derbek mezin a li dijî dagirkeran e. Loma kar û xebatên hem di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de tê kirin hem jî karên her tim ji bo parastin û pêşketina zimanê kurdî tên kirin gelekî girîng in. Famkirina wateya 15’ê Gulanê û kelecana ji bo vê rojê emrê hêviya me mezin dike. Famkirina wateya 15’ê Gulanê pêşketina di rêya zimanê dayikê de geş dike. Di 15'ê Gulana 1932'yan de, ji aliyê Mîr Celadet û hevalên wî ve alfabeya bi tîpên latînî hatiye bikaranîn û cara yekem di kovara Hawarê de tê bikaranîn. Loma jî ji 2006'an heta niha, 15’ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ji bo meşaleya azadiyê bi axaftina zimanê dayikê geş bibe xwedîderketina li vê rojê gelekî girîng e. Loma em dîsa ji dil û can dibêjin Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.