Niha êzidî civaka xwe azad dike
- 09:03 5 Adar 2022
- Ji Pênûsa Jinan
"Bi peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda, Hewlêr û Tirkiyê re êrîşên li ser Şengalê jî zêdetir bûn. Jin û dayîkên Şengalê, bêfikar û bêtirs, li ku derê êrîş çêbibûya xwe diavêtin pêşiya leşker û wesayîtên zirxî yên Îraqê. Rê nedan ku plana 9’ê Cotmehê bikeve meriyetê. Jinên ku heta fermanê ji mala xwe dûr neketibûn, dewletê weke sitara xwe didîtin, îro êdî derdikevin pêşberî hêzên dewletê. Weke hemwelatiyên dewletê îradeya xwe beyan dikin."
Selwa Hecî
Êzdayetî yek ji baweriyên herî qedîm ên mirovahiyê ye. Li gor ku di mîtolojî û qewlên êzdîtiyê de tê gotin "Ji 7 hezar sal beriya niha ve êzdatî hebûye; berî Hewa û Ademê, beriya Lah û Qelemê... Bi navê Tawisî Melek, digirtin semahê
Mirov ku bala xwe dide çanda êzidayetiyê, aşkera xuya dibe ku gelek çand, ji dema civaka xwezayî mane; Weke rojê sê caran berê xwe didin Rojê û dia dikin û cejnên pîrozîkirina bûyerên xwezayî ne; Cejna Çilê Havînê, Cejna Çilê Zivistanê...
Dema mirov li jiyana civaka êzidî binhêre, heqîqeta ku jina ku dayîkbûye pêşenga mirovbûna mirov, bi hêsanî dibîne. Jina êzidî bi vê hêza afirîneriya jiyanê, bi îradeya xwe, di civaka xwe de cî girtiye. Di mîtolojiyên êzidiyan de xwedavendên weke Xatûna Fexran, Sitya Êz, Sitya Nisra hene ku îro jî bi awayekî zindî di jiyana rojane de rola xwe hene.
Şaristaniya dewletparêz ku bi pênc hezar sal in di şexsê jinê de hemû mirovahiyê xistiye nav cendereyekê, li ser jinên êzdî jî bandoreke giran kir. Cewhera jina êzidî ya xurt hişt ku bi hezarê salan li ber xwe bide. Lê bi serdemên vê dawiyên yên kapîtalîzmê re, dînamîkên berxwedana wê jî şikiyan. Di jiyanê de heta astekê xwedî gotin be jî, êdî tê bêîradekirin. Hemû mijarên ku jiyana jinê diyar dikin de mafê gotinê ji dest hatin girtin. Weke berdêliya xizmên xwe hatin firotin, bi temenê biçûk hatin zewicandin, ji bo berdewamiya neslê êzidiyan jê hat xwestin ku gelek zarokan bîne. Di bin navê adetên civakî, eyb û şermê de ji perwerde, siyaset, aborî, spor û qadên din ên jiyanê hatin dûrxistin.
Di 3'yê Tebaxa 2014’an de dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê, hovane êrîşî Şengalê kirin. Êzidiyên beriya vê xwedî sîstemeke parastinê nebûn. Çekên wan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn komkirin. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin û revandin. Jin di bazarên Mûsûl û Reqayê de hatin firotin. Bi sedan jin li dijî vê zilmê xwe kuştin, teslîm nebûn. Bi şerekî dijwar, hêzên HPG, YPG û YPJ’ê, Şengalê ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev kareseta mezin hemû civaka êzidxanê serûbin kir. Bi sedhezaran êzidî, di kampên penaberan de man. Gelek jê xwe avêtin welatên Ewropayê.
Êzidiyên li Şengalê man jî xwe rêxistin kirin. Jinên êzidî weke Meclîs rêxistin bûn û di nav saziyên giştî de jî xweser ciyê xwe girtin. Perwerdê dîtin, bi civîn û nîqaşan şêwrên xwe kirin. Bêtirs, bi fedakarî xwedî li xwe û civaka xwe derketin. Bi rêxistiniyê ketin ferqa hêza xwe. Ev sekna wêrek a jinên êzidî, di nav civaka wê de gelek qalibên hişk jî şikandin. Beriya fermanê ji ber bandora cinsparêziya civakî, gelek eyb dihat dîtin ku jin tevlî xebateke siyasî yan jî civakî bibe, pêşiya wê dihat girtin. Bi rêxistinkirina jinan, her roja ku derbas bû civakê jî dît ku kar û xebat ji bo jinê ne eyb e. Jinên meclîsan, mal bi mal geriyan û bi pirsgirêkên jinan re mijûl bûn. Her wiha bi sekin û xebata xwe dan xuyakirin ku jin hêmaneke eslî ya civakê ye û tirs û eybê şikandin. Hejmara jinan di meclîsan de her ku çû zêde bû. Niha weke 10 meclîsên jin xwe rêxistin dikin. Di saziyên weke ragihandin, çand û huner, perwerde, dîplomasî, tendirustî, siyaset û YJŞ’ê de ciyê xwe digirin.
Bi peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda, Hewlêr û Tirkiyê re êrîşên li ser Şengalê jî zêdetir bûn. Jin û dayîkên Şengalê, bêfikar û bêtirs, li ku derê êrîş çêbibûya xwe diavêtin pêşiya leşker û wesayîtên zirxî yên Îraqê. Rê nedan ku plana 9’ê Cotmehê bikeve meriyetê. Jinên ku heta fermanê ji mala xwe dûr neketibûn, dewletê weke sitara xwe didîtin, îro êdî derdikevin pêşberî hêzên dewletê. Weke hemwelatiyên dewletê îradeya xwe beyan dikin. Ji bo dayîkekê helwesteke wiha di asta şoreşê de nebe çi ye gelo?
Dîsa di meş û mîtîngan de di rêza pêş de ciyê xwe girtin. Li ser ragihandinê, rewşa Şengalê mafdarî û daxwazên xwe, ji hemû cîhanê re ragihandin, derbarê Şengalê de raya giştî dan avakirin. Erka temsîliyeta civaka xwe girtin ser milê xwe û di heyetên dîplomatîk de ciyê xwe girtin. Ji bo parastin û avakirina Şengalê li dostan, li çareseriyan geriyan. Bi hêrsa xwe, bi sebra xwe, bi kiras û kefiyên spî, bi zimanê xwe, bi sadebûn û mafdariya xwe, bi dîplomatên dewletê, partiyên siyasî û hwd. re hevdîtinan kirin.
Ev tevger, bêguman helwestên siyasî ne. Derbarê jiyana xwe û civaka xwe de xwedî helwest bûyîn, sekneke exlaqî û polîtîk e. Jinên Êzdî di 7 salên piştî fermanê de, bi pêşketinên xwe, gelek caran rojev dan avakirin. Asoyên fikrê li wan fireh bûn. Jinên êzidî îro derbarê civaka xwe de xwedî helwestên siyasî ne ku ev jî zemîna siyaseta demokratîk ava dike.
Bi rêxistinbûna jinan re di civakê de gelek guhertinên erênî, civakî jî pêş ketin. Bi azadbûna jinê re civak jî azad dibe. Têkoşîna jinên rêxistinkirî bandor li ser jiyana hemû civakê jî kir. Asta şîdeta zilam li ser jin û zarokan kêm bûye. Zarokên keç zêdetir diçin dibistanan. Zilam pêwîstiyên xwe yên şexsî bi jinan nadin kirin; lingê xwe bi jinan nadin şûştin. Bi giştî hurmetek li beramber jinê derketiye holê.
Her çiqas di tevahî civakê de guhertinên erênî hebin jî, gelek pirsgirêkên cidî hene ku berdewam dikin. Weke zewaca bi temenê biçûk, pir zarok anîn, pir zewac kirin, bêkarî, bêperwerdetî… Ev hemû mijarên têkoşînê ne ku jinên êzidî bi biryardarî milê xwe dane ber. Ji ber ku dizanin bê têkoşîn û rêxistin azadî nayê bidestxistin.