Ziman yekbûn û hebûna civakê ye
- 09:08 20 Sibat 2022
- Ji Pênûsa Jinan
Divê kurd bizanibin ku ji bilî ziman tu tişt nikare hebûna wan û yekbûna wan biparêze ji ber ku ziman yekbûn û hebûna civakê ye.
Munever Karademîr
Ziman hîmê bingehîn ê civakê ye û her civak bi zimanê xwe heye. Zimanê civakê nasnameya civakê ye. Hemû netew bi erdnîgarî çand, dîrok û wêjeya xwe tên nasîn lê dema ku ziman nebe tu nikarî van biparêzî, bi pêşve bibî û ji nifşên nû re ragihînî.
Çand girîng e ji bo pêşketin û danasîna civakê. Ji ber ku tu, kêfxweşî, nexweşî û kevneşopiyên xwe ên di nava dîrokê de jiyayî û te ji netweyên din cüda nişan dide çand e. Di nava çandê de xwen, xeyal awayê jiyana te, çîrokên te, hemû din av deme de bi bi rêya çandê hatine parstin û îro ji te re tên ragihandin. Tişta ku ji te re tê ragihandin tu jî yên nû li ser zede dikî û nivşên nû re radgihînin û ew jî ji yên pêşiya xwe re ragihînin. Lê ev jî bi rêya ziman dibe. Dema ku zimanê te nebe tu van hemûyan bi zimanekî din nikarî ragihînî. Ziman tene ne amûrê ragihandinê ye û aîdiyeta te jî nişan dide ku tu ji kîjan civakê tê yî. Loma van tiştên ku em bahse dikin dema ku tu bi zimanekî din bibêjî an jî binivîsî wê heman tam û eklê ndin û bi deme re jî wê ji holê rabin û winda bibin. Ger ku tu çîrok, pêkenok, serpêhatî…hwd. ên xwe bi zimanê xwe ji zarokên xwe re venebêjî tê çîrokên zimanê ku tu pê diaxivî bi gotineke din çîrokên netewê ku tu bi zimanê wî diaxivî ji zarokên xwe re ji pêşiyên xwe re bibêjî û bi deme re wê yên aîdê te û caka te tüne bibin. Ji ber wê divê tu di serî de zimanê xwe bizanibî û hînî pêşiyên xwe bikî.
Rwşa wêjeyê jî ji ya çandê ne cüda ye. Wêjeya dewlenend bi zimanê dewlemend pêkan e. Wêje bi awayekî estetîk û bi gotinên xemilandî vegotina rastiya civakê, çîrok, helbest û serpêhatiyên wê civakê ye. Ger ku zimanê te nebe û tu bi wî zimanî perwerde nebibî , tu nikarî van tişên ku me li jorê bahse kirine bi awayekî estetîk û di cih de vebêjî. Bêyî ziman tu nikarî wêjeyeke dewlemend û têrgotinên xweşik bi xeml û xêz ji civaka xwe re bihêlî û ji pêşerojê re ragihînî. Di vê rewşê de jî girîngiya ziman careke din xwe dide der. Çi dibe bila bibe divî tu zimanê xwe ji dest nedî û bi zimanekî din şa nebî.
Ji ber van sedeman e ku dema serdest êrîşî gelan dikin û erdnîgariya wan talan û dagir dikin di serî de êrîşî ziman dikin. Ew baş dizanin ku tu gel bi qirkirinê winda nabe û nayê tunekirin. Loma zimanê wan qedexe dikin wan ji çanda wan dûr dixin û ziman û çanda xwe, wêjeya xwe li wan ferz dikin. Di serî de êrîş dikin bi awayekî fizîkî çand, wêje û dîroka wan talan dikin û wan diçewisînin. Piştî ku diçewisînin vê carê bi rêbazeke din nêz dibin. Bêyî ku wan bikin ferqê ziman û çanda xwe bi wan şîrîn dikin. Vê jî di bin navê perwerdê de dikin. Ew dizanin ku perwerde û bi awayê fermî fêrkirina ziman wî zimanî dewlemend û mayînde dike. Ew serdestên ku zimanê gele bindest qedexe dikin ji bo ku zimanê xwe dewlemend bikin û çanda xwe pêşve bibin. Saziyên ku ziman û çandê pêşve bibin vedikin û ji bo pêşketinê bi her awayî piştgiriyê didin van saziyan.
Lê gelên bindest jî di vê ferqê de ne û heta ku ji deste wan tê bi bedelên giran ku didin hewl didin ku zimanê xwe biparêzin. Ji bo zimanê xwe têkoşînê didin û bedelên giran didin. Hin gel di vê têkoşînê de bi ser dikevin û hinek jî zimanê wan winda dibe û bi demê re ew jî wînda dibin.
Ji van gelên ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dane yek jê jî Gelê Bangladeşî ye. Di 21’ê Sibatê sala 1952’an de ji ber ku Pakistanê Zimanê Urdu li Bangladeşiyan ferz kir xwendekarên Bangladaşê ji bo fermîkirina zimanê dayikê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî hejmarên fermî di navbera 11 û 12'an de kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi salan di 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyê ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ragihand.
Min xwest ku bi minasebeta vê rojê ez jî bale bikişînim ser rewşa Zimanê Kurdî ku bi salan qedexe ye. Zarokên kurdan ji perwerdeya bi zimanê dayikên bêpar hatine hiştin û nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibinin. Zimanê ku bi milyonan kes pê diaxivin qedexe ye. Kurdan dem bi dem bi îmkanê xwe hewl dane xwe perwerde bikin. Ji bo pêşxistina zimanê xwe qadê perwerdê vekirine bi zimanê xwe weşandgerî , şanogerî û sînemagerî kirine. Lê di her firsendê de dewletê êrîş kiriye. Ev zazî û dezgehên ku xizmeta zimanê krudî û kurdan dikin dagir û talan kirine. Bi vê bi tene jî nemane kesên ku bi kurd xebat kirine hatine girtin, binçavkirin, îşkencekirin û ceza li wan hatiye birin. Mînaka ê li tu dere tüne. Ji bilî Kurdistanê qedexeyeke bi vî rengî li welatên dagirkirî jî tüne ye.
Dewleta ku bi hemû argûmanên xwe bi ser kurdan de hat û xwest zimanê wan qedexe bike ji ber têkoşînba hatî dayîn mecbur ma ku di salên dawîn de tawîzê bide û li dibistanan ji bo zarokên kurdan destura dersa bijarte bide. Ev ji bo dewleteke ku li ser înkara kurdan hatiye avakirin tawîzeke gelek mezin e. Helbet ji bo kurdan û zarokên wan ne bes e. Lê divê kurd vê ji bo xwe wekî destpêkek bibinin bi nêrîna ku wê ev tawîz tawîzeke din bîne têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku ji bo zimanê xwe statuyekê bi dest bixin.
Divê kurd bizanibin ku ji bilî ziman tu tişt nikare hebûna wan û yekbûna wan biparêze ji ber ku ziman yekbûn û hebûna civakê ye.