Mexmûr li ber xwe dide
- 09:07 7 Sibat 2022
- Ji Pênûsa Jinan
"Dema dibêjin Mexmûr despêkê penabertî, têkoşîn, îradeya ji polayî, serî ne tewandin û herî zêde jî berxwedan li ber çavan zindî dibe. Dema tu li ser çiyayê Qereçoxê rûdinî û ji jor de li Mexmûrê temaşe bikî wê di bîra we de her berxwedan, êş, qêrin û têkoşîn zindî bibe."
Bêrîvan Tunç
Wargeha Mexmûrê kombûna bi dehan gunda ne. Ev gundên ku îro Mexmûr ava kirin kî ne? Mexmûr ji ew kes, malbat, jin û zarokan pêk tê yên ku di salên 90’î de li dijî zilm û zordariya Dewleta Tirk ku bi dehan gund şewîtandin li ber çavê mirovatiyê, ji ber çetetî û xwefiroşiyê qebûl nekîrin bi dehan kes hatin windakîrin, dehan serî ji gewde hatin qutkîrin ji wan mirovên xwedî şeref ku li ber çavan mal û milkên wan hatin topbarankirin. Di nîvê şevê de mina ku taritiyê bi qetinin xwe avêtin rê û tenê di boxçika wan de hêviyên çarek din bi aweyek azad li welatê kal û pîrên xwe zivirîn û di destê wan de îradeyek ji polayî ketin rêya penaberiyê. Di nava wê rêwitiyê de her roja çuyî xeyalên jiyanek azad mezin kirin heya gihane Mexmûrê, li vê parçeya xaka ku ji mar û dupişkan re bibû war, ji xwe re kirin warê ku li vir jiyanek azad bijîn.
Dema dibêjin Mexmûr despêkê penabertî, têkoşîn, îradeya ji polayî, serî ne tewandin û herî zêde jî berxwedan li ber çavan zindî dibe. Dema tu li ser çiyayê Qereçoxê rûdinî û ji jor de li Mexmûrê temaşe bikî wê di bîra we de her berxwedan, êş, qêrin û têkoşîn zindî bibe.
Mexmûr! Mexmûr navek ewqas mezine ku dema di êni li ser ziman wijdan di êşit. Ji ber 28 salî ne kême ku mirov qala wê neke. Gelo dîroka kîjan gelê de 28 sal bi yek armancê bê çek tenê bi îradeyeke ji polayi li hemberî balafirên şer berxwedanek heye. Ev berxwedan tenê li Mexmûr li ser dika dirokê bejna xwe dihêjine. Gelo bû çend car, kî ji we hêjmart, ev çend care ku Mexmûr di niva şevê de ber bi balafiran ve ber bi mirinê ve ji bo jiyanê beziya ye.
Ma zarokek 8 salî dikare li hemberi balafiran şer bike, ji we pirs dikim? Îro zarok dema serê xwe dadinin li ser balifên xwe çi xeyaldikin? Xeyalên zarokên we ez nizanim lê, ger hûn bi pirsin ka xeyalê zarokên Mexmûr çiye? Bêyî bifikirin, bê du dilî bersiva pirsa we bidim. Ji ber xeyal û xwestekên zarokên Mexmûr diyar e tenê bi awayeke azad li welatê xwe jiyanek serfiraz bijîn ji ber wê ye li ber mirinê ve bazdidin ji bo bijîn.
28 sal in ku ev gel di bin êrîşên balafiran de li ber xwe dide gelo ma cîhan vê berxwedanê nabine? Pirsek girane ji bo mirovahiyê ji ber li Mexmûrê tê kuştin, yê tê qetilkirin ne bedene, wijdana mirovahiyê ye. Ev gel ew gelê ku di sala 1994’an de ixanetê qebûl ne kirine û warê xwe hemû hêlane û ber bi rêyek dûr û dirêj ve ketiye rê. Di vê rêya dûr û dirêj de yek car jî be serî ne tewandiye can daye, parçe ji bedena xwe daye, serî daye, mal û milkê xwe daye lê tucaran ixanet û xwe firoşiyê qebûl nekiriye. Her roja ku ev rêwitî dirêj kiriye bi minak û berdelên hin girantir îradeya xwe ya polayî û xwesteka xwe ya ji bo jiyanek azad û serfiraziyê nîşani dost û dijminê xwe daye.
Minaka vê ya herî nêz jî di şeva ku 1’ê sibatê bi 2’yê sibatê ve girê dide de carek din nîşan da. Di kêliyên ku dijminê mirovahiyê bi balafirên xwe bi hovane Mexmûr bombe baran dikir, ji 7 heya 70’ê salî bazdida ku ji bo singa xwe bike siper ji bo jiyanek bi şeref li hember balafiran. Ev berxwedanî heybeta xwe pir girane, mirov nikare ne bi dimenekê ne ji bi nivisekê nîşanê we bike. Ger wijdan hebe ancax dikare bibine. Her êrişa ku tê kirin li ser Mexmûr ji ya pêşiya we dijwartir û ji ya pêşiya wê zêdetir berxwedaniyek mezin tê nîşan dan.
Ger hûn wê di kêliyê de ne li gel gelê Mexmûrê bin, ger hûn toz û dumana ku li ser asimanê Mexmûr di ger ne kêşin cigera xwe, ger hûn rûyê zarokê pêxaz ku ber bi balafiran ve di bezinin temaşe nekin, dayikên ji zarokên xwe re dibêje neçin û bi xwe baz dide ne bînîn hûn nikarin wê rastiya Gelê Mexmûr bibinin.
Ev gel li milekê li hember dijmin li ber xwe dide li milekê ji li dijî kurdê xwe firoş li ber xwe dide. Ji ber di wan kêliyên ku Mexmûr li ber xwe dida de malbata Barzani cardin rûyê xwe yê qirêj nîşanî Gelê Kurd kir. Gelek bi seyre çawa ewqas tişt bi hev re dikarin werin jiyankirin mirov li hemberî van bûyerên ku çêdibe matmayî dimîne lê Mexmûra ku bûyî kela berxwedane, bi sekna xwe bûyi heca Gelê Kurd, matmayî namîne ji ber ev gel di vê rêwitiya dirêj de hem rûyê dijmin hem ji rûyê xwe firoşan bi hev re dit. Ji ber wê ewqas bi îradene ku ji ber êdî dijmin û dostê xwe nasdike. Ji ber dizane êdî dijminê Gelê Kurd li milekê êrişê wan dike li milê din ji bo vê îradeya wan bişkine di xazin bi şixulandina ew kurdên xwe firoş îradeya wan bişkine lê tişta ku ji bir kirin heye ev gel li diji mirinê zindî dibe û li diji îxanetê berxwedana xwe mezin dike.
Herî zêde ji jin bûn zehmete di bin van êrişan de. Ji ber jin bûn di vê xakê de zehmet e, ji aliyekê tu li hemberî êrişan li ber xwe bidi û ji aliyê din jî tu yê zarokê xwe bi bedana xwe biparêz e. Îro ya li Mexmûrê tê jiyîn ev e di ber singa wê jinê de zaroka wê û ew jin xwe dike siper li hemberî balafiran. Girînê li xwe heram kirine Gelê Mexmûr, ji ber ku dizanin îro ya pêwist ne barandina rondikan e. ya pêwist û ya ku vê gelê rizgar bikê ji destê dijmin cardin berxwedane.
Ji ber wê di oxir kirina şehidên xwe de dayik rondikan na barine, ji ber wê ye xweliyê li serê xwe na barine, keziyên xwe nabire û li ser gora wan şehidan naxemiline. Dizane gorên şehidên xwe tenê bi têkoşin û berxwedane dikarin bixemlîne. Lorinên ku jinên Mexmûr li ser zarokên xwe de dilorîne ne lorînên razandina zarokan in, lorinên şiyarkirina mirovahiyê ji xewa bêdengiyê yê. Şiyar kirina gel ji mirinê ye ji ber wê li tu cihê cîhanê ji bo ku jiyanek rast bijî kesê ber bi mirinê ve baznedaye. Lê Mexmûr baz dide, Mexmûr li ber xwe dide, Mexmûr têdikoşe, Mexmûr li dijî xwe firoşan bi yek dengî yek armancê bang dike û dibêje tu îxanet me na kuje. Ciwanên vê gelê ew ciwanên ku di zaroktiya xwe de fêrî berxwedanê bûne, ew zarok in ku li Etroş li diji birsî bûnê şer kirine û gihane vê rojê ye. Ji ber wê ye ji mirinê natirsin. Îro mirin li hemberî sekna zarokên Mexmûr bejna xwe ditewine, mirin jî nikare vê berxwedaniyê bişkîne.
Ji bo wê îro her kurdê ku li deverek ya cîhanê dijî deyndarê gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ye ji ber ev gel ji bo parastina hemû kurdan penaber bûye. Ji bo parastina her bihostek axa Kurdistanê bê dudilê feda kiriye, her tiştê xwe ji bo wê. Divê êdî Gelê Kurd û mirovahî deynê xwe yê li hember vê gelê Wargeha Mexmûr bide.
Êdî ev îrade, ev berxwedanî, ev têkoşîna Gelê Mexmûr ji bo hemû kurd û mirovahiyê bibe bingeh û dijî êrişan bi sekna Mexmûr bisekinin û bêdengiya ku ev bi salene li ser xwe qebûl kirine êdî bişkinin û li kêleka Gelê Mexmûrê li ber xwe bidin.