Li dijî tundiyê wê komunên parastina cewherî bên avakirin

  • 09:03 28 Tîrmeh 2026
  • Rojane
WAN- Eylem Oklu ya TJA’yî êrîşên li ser jinan nirxand û da zanîn ku bi armanca mezinkirina piştevaniya jinan û xurtkirina parastina cewherî, li her qadê xebatên li ser komunên parastina cewherî dimeşînin.
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di 6 mehên ewil yên 2026’an de herî kêm 140 jin hatine qetilkirin û gelek mirinên bi guman yên jinan derbasî qeydan bûne. Rêvebra Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muhsîne Akkuş û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Oklu der barê êrîşên li ser jinan û xebatên li dijî êrîşan nirxandin kir.
 
Muhsîne Akkuş da zanîn ku divê qetilkirinên jinan bên ronîkirin û hawireke ku jin di ewlehiyê de dijîn bê avakirin û wiha got: “Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bên. Zîhniyeta serdest ya mêr naxwaze jin di qada xebat û civakî de cih bigire. Zextan dikin. Dixwazin jin hepsê nav çar dîwaran bin. Ji bo pêşî li qetilkirina jinan bê divê gav bên avêtin.”
 
‘Cenazeyên wan jî nayên dîtin’
 
Muhsîne Akkuş wiha dawî lê anî: “Gelek cînayetên jinan hîna nehatine ronîkirin. Malbat bi fikar in ku zarokên xwe bişînin zanîngehan. Jin tên qetilkirin û cenazeyên wan nayên dîtin. Malbat ji pêşeroja zarokên xwe ditirsin. Gulîstan Doku hîna nehatiye dîtin. Agahî jê nayê girtin. Divê dewlet van kuştinan ronî bike. Divê dawî li van qetilkirinên jinan bê.”
 
Rêxistinbûn û têkoşîna jinan
 
Eylem Oklu jî daxuyakirin ku qetilkirinên jinan ne şexsî ye pirsgirêkek polîtîk e û wiha berdewam kir: “Bêcezahiştin tundiyê giran dike. Ji bo parastina cewherî em xebatan dimeşînin. Feraseta serdestiya mêr vê rewşê xwedî dike.  Rêxistinbûna me bi hemû jinan re dimeşe. Jin li ku derê tundiyê bibîne,em ligel wan têdikoşin û xwedî li daxwazên wan derdikevin. Jin dixwazin parastina cewherî û hêza xwe pêş bixînin. Têkoşîna me jî ev e ku em bi jinan re parastina cewherî xurt bikin.”
 
‘Em torên piştevaniyê ava dikin’
 
Eylem Oklu axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin li dijî polîtîkayên ku jiyana civakî dûr tên xistin têdikoşin. Li saziyên dewletê jî jin bi tundiyê re tên rû hev. Ji ber vê jî em di vê qadê de jî têkoşînê didin û em torên pitşevaniyê yên ku jinên memûr dikarin bên xwe îfade bikin ava dikin.”
 
Eylem Oklu balkişand ser dosyaya Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku û got di dosyayên jinan de divê lêpirsînek bi bandor û  û pêvajoyeke darazê ya ku gumanbaran naparêzin bê meşandin. Eylem Oklu  bi lêv kir ku  divê dosyaya Rojîn Kabaîş jî demildest bê ronîkirin.
 
Komunên parastina cewherî
 
Eylem Oklu diyar kir ku divê jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin û got bi armanca mezinkirina piştevaniya jinan û xurtkirina mekanîzmayên parastina cewherî xebatên komunê dimeşînin. Eylem Oklu wiha dawî lê anî: “Em li cem hemû jinan e. Em mafê wan diparêzin. Em ê bi hev re parastina xwe ya cewherî pêş bixînin û xwe xurt bikin. Tu jinek ne tenê ye. Em ligel hemû jinan e.”