Li Mexmûrê Komxebata jinê hate lidarxistin
- 12:44 27 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jin û Meclîsa Jinên Ciwan ya Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Hişmendiya Hevjiyana Azad Malbata Demokratîk Ava Bikin” Komxebatek li dar xist.
Duh Weqfa Jin û Meclîsa Jinên Ciwan ya Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Hişmendiya Hevjiyana Azad Malbata Demokratîk Ava Bikin” bi ser navê “Zewaca temenê biçûk de” komxebatek li dar xist.
Di komxebata ku li salona Navenda Çand û Hunera Mexmûrê hate li darxistin de endam û rêveberên Weqfa Jin, Meclîsa Jinên Ciwan, sazî û dezgehên civakî û gelek şêniyên wargehê amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Meclîsa Jinên Ciwan Kajîn Ozek axaftina destpêkê kir û xalên birêve çûna komxebatê veguhest.
Kajîn Ozek da zanîn ku wan bi armanca pirsgirêkên jin û jinên ciwan yên di nava civakê de çareser bikin ev komxebat li dar xistine û destnîşan kir ku bi hêza kombûna avahiya komxebatê ew ê bikaribin çareseriya pirsgirêkan gotûbêj bikin.
Kajîn Ozek di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di pergala heyî de, bi polîtîkayên şerê taybet zext û tundiyeke mezin li ser jinê heye û got: “Di roja me ya îro de şerekî qirêj li hember jinê tê meşandin. Ji Bakûr heya bi Başûr, ji Rojhilat heya bi Rojava ev şer li ser jinê tê meşandin. Ji bo ku em çareseriya van pirsgirêkan bi pêş bixin, kombûna me ya li vir girînge. Wek Weqfa Jin û Meclîsa Jin, me ev xebat girîng dît û destpê kir. Em di wê baweriyê de ne ku wê ji bo çareseriyên pirsgirêkan nirxandinên baş bi pêş bikevin.”
Piştî axaftina vekirinê, perspektîfên Rêber Apo ên di derbarê jin û malbatê de hat xwendin û mijarên malbat, zewaca temenê biçûk û tendurustiya jin hat gotûbêj kirin.
Piştî nirxandinan komxebat bi encam nameyekê bi dawî bû.
Encamname wiha ye;
“Di dîroka 26’ê Tîrmeha 2026’an de bi beşdarbûna 100 kesî ku di nav de nunertiya sazî û civakî hebû. Komxebta me bi dirûşmeya “Bi Hişmendiya Hevjiyana Azad Malbata Demokratîk Ava Bikin” ku bi sergotara di her warê jiyanê de xeteriyên di zewaca temenê biçûk de me li dar xist. Di çarçovaya amadekariyên komxebatê de, me bi 30 malbatan re komînên nîqaşê meşand. Her yek ji wan komînên nîqaşê, herî kêm ji 2 seetan pêk hat. Di wan hevdîtinan de hat dîtin ku bi giştî zewac, lê taybet zewaca di temenê biçûk de, zor û zehmetî gelekî zêde ye û car caran ev zor û zehmetî wek pirsgirekên malbatî û civakî rû didin. Bê gûman ev rewş ji pergala kujerê qastîk ne qute ku di nîqaşan de hate piştrastkirin.
Di nîqaşên wan komînan de taybet hinek mijarên binê wan hatî xêzkirin hebûn. Wek nimûne “evîna sexte, ji hevdû re rastiya xwe negotin, an hevdû xapandin, li gor tiştên di medya dijital de dibîne ,ji kevneşopiyên xwe dûr ketin, li malbatê xwe neguhdarkirin, her wiha malbat jî di bin navê azadî û bila zarokên me aciz nebin de her gotina wan pêjirandin, taybet di milê jinan de zewac û malbat avakirin weke pêşeroja xwe dîtin, xerç kirinek zêde ya daveta, daxwaza jiyanek takekes” û hwd. Bê guman dema biryara zewacê li ser wan bingehan bê girtin, ew ê pirsgirekên pir kûr jî ru bidin. Ev pirsgirêkên ru didin çi ne? “ Xiyaneta di navbera hevjînan de, bê bawerî, şikandina xeyala, bê rêzî, zext, cî bi cî tundetujî, bi demê re giraniya berpirsiyartiya malbatê dîtin û nerakirina wê û herî giring jî di her niqaşan de gotina “Xweziya wî/wê wisa di temenê biçûk de biryarek wisa giran wernegirta” bû. Helbet zewac û avakirina malbatê ji bo domdariya civakan pêwîste. Lê eger zewac û avakirina civakê tam neyê fêmkirin erk û berpisyartiya wê neyê bi cîh anîn, ew ê bi xwe re xeteriyên mezin derxîne holê.
Lewra komxebata me li ser wan xeteriyan rawerstiya, nîqaş kir û di astekêde hewl da çareseriya ava bike.
Komxebata me ya ku rojekê domand, çar vegotin hatin pêşkêşkirin;
1 – Malbat çi ye?
2 – Zewaca di temenê biçuk de çi zor û zahmetiyan bi xwe re tîne.
3 – Di warê tendirustî de biyoloîi, fîzyolojî û derûnî de zerarên zewaca di temenê biçûk de.
4 – Di warê hiquqî de bilanço û sedemên pirsgirêkên hatî DAD’ê û teyîsandina van pirsgirêkan di civakê de.
Rêber Apo dibêje; “ Malbat komîna ku hatiye xirap kirine.” Ji vê tespîtê, vekirî tê dîtin ku malbat xwedî dîrokek kevnar û şaneyek bingehîn ya jiyana civakî û komînale. Xwebûna malbat û tekîliyên wê di jiyana aram de cîhekî girîng digre. Her wiha bi demê re xirabkirina saziya malbatê hatiye pêkanîn. Helbet ev xirabûn ne ji xwebere, hişmendî û saziyên zemîna xirabûnê dide avakirin hene. Tespîtek dijber, her wiha rastiya malbat û têkîliyên wê destnîşan dikin heye ku ne bi komxebatek yek roj, pêwîste bi rojan li ser van pirsgirêkên têkiliyên civakî têk dibe, bê nîqaşkirin. Yek tespîta Rêbertî ya giring jî ewe ku “Şer ne di navbera çîn û sermayedaran de ye, di navbera dewlet û komînê de ye” du gotina “malbat dewleta biçûke” her yek bi serê xwe malbatêkê an jiyanekê destnîşan dike.
Me bi komxebata ku hatî li darxistin, xwest ku em pirsgirêkên jiyanî yên bi destê pergala desthilatdar hatine çêkirin derbas bikin û li ser bingehê hevjiyana azad, jiyaneke demokratîk û komînal ava bikin.
Di nîqaşên hatine kirin de, bal li ser zehmetiyên ku kesên di temenê biçuk de dizewicîne hete kişandin. Ev zehmetiyên tên jiyankirin ne tenê di aliyê jiyana pevjiniyê de tên jiyankirin. Di aliyê parastina pîvanên civakî, tenduristiya derûnî, fîzîkî, û avakirina pêşerojek baş de ye. Kesên di temenê biçûk de zewacê dikin, nikarin zarokên xwe jî bi awayek rast û bi tendurist mezin bikin, nikarin erk û berpisiyartiya xwe ya civakî pêk bînin. Ji ber vê yekê zewaca di temenê biçuk de tenê ne roja îro neyînî bandor dike her wiha avakirina pêşerojê jî bi awayek neyînî bandor dike.
Komxebata me, nêzîkatiyên ku eşq’ê erzan û ez ez dike, ango hişmendiya ku ajoyên têrkirinê esas digire, mahkûm kir. Li ser bingehê nûjenkirina eşqa xwedî hişmendiya berpirsyariya civakî ya Derwêş û Edulê, ji bo xwe weke aşqa rast dibîne destnîşan kir.
Li gel zor û zahmetiya pergalî, her wiha pirsgerêkên tendirustî ku bandorê taybet li fizyolojî, biyolojî û deruniya taybet li jina dikin ku rê li gelek nexweşiyên ku bi giştî jiyana wê bandor dike vedike.
Di nîqaşên hatine meşandin de, ne tenê bal li ser zehmetiyên rojane hatiye kişandin, ji bo çareseriyên bingehîn çarçoveyek nêrîn û pêşniyar derketin holê.
Li gor nêrîn û pêşniyarên hatin kirin de; Yekane rêya pêşîlêgirtina zewaca di temenê biçûk de, li dijî hişmendiya desthilatdariya zilam ya ku jinê mîna amûr dibîne helwest nîşan dayîn û bi hişmendiya azadiya zayendî û hevjiyana azad pirsgirêk bên çareser kirin da ku siberojek bi tendrust bê avakirin.
Em bi îddîa ne ku “Bi Hişmendiya Hevjiyana Azad Malbata Demokratîk Ava bikin” û bibin avakarê jiyanek komînal.”







