'Pêvajoya li Îmraliyê tê meşandin divê derbasî hiqûqa pozîtîf bibe'
- 09:02 26 Tîrmeh 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL- Aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akgul hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin û nîqaşên ‘qanûna mayînde’ nirxand û da zanîn ku pêvajo ji burokrasiya ewlehiyê re nikare bê hiştin û ji bo aştiyeke mayînde divê di zemîna meclîsê de ewlehiya hiqûqî pêk bê.
Piştî 55 rojan şûnde bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin, di hevdîtinê de ‘qanûna mayînde’ û mekanîzmayên pêvajoyê hatin nirxandin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nesrîn Akgul der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got divê di bin sîwaneya meclîsê de gavên şênber bên avêtin.
‘Her kes li bende vê hevdîtinê bû’
Nesrîn Akgul der barê hewcedariyên mekanîzmayên hiqûqî û demokratîk yên di alî pêvajoyê de axivî û wiha got: “Piştî 55 rojan şûnde li Îmraliyê hevdîtinek hat kirin. Her kes li bende vê hevdîtinê bû. Çima evqas girîng e? Beriya her tiştî pêknehatina vê hevdîtinê rîsk û fikar ava dikir. Lîderekî ku Devlet Bahçelî dibêje’ lîderê damezrîner’ 55 rojan di bin tecrîdê de hat hiştin. Her kesî ev pirs dipirsî ‘Çima hevdîtin nayên kirin û pêvajo li ku xitimî?’ Piştî 55 rojan şûnde xuyaye ku pêvajoya nîqaşê ya xwe dispêre mutabakatê hatiye meşandin. Em metna nivîskî hîna nizanibin jî îfadeyên cidî yên di çapemeniyê de derketin, hene.”
‘Zîhniyet neguheriye’
Nesrîn Akgul di berdewamiyê de got zîhniyeteke dewletê ya xwedî paradîgmayeyek înkarê ya 100 salî ye, bi KHK û pergala serokomkariyê Destûra Bingehîn ya 12’ê Îlonê rawestandiye heye û wiha got: “Ev zîhniyet neguheriye. Lê ji ber neçariya konjonktura navneteweyî îradeya pêvajoya bi Îmraliyê re daye destpêkirin.”
‘Ji bo me ya girîng pozîsyona serokatiyê ye’
Nesrîn Akgul destnîşan kir ku asta ewil hatiye rojevê, formulên hatinên bi ast ên gerîla û tevlibûna pêvajoya siyasî bû û wiha dirêjî dayê: “Lê ji bo me ya esas pozîsyona serok Ocalan e. Lingê meclîsê yê pêvajoyê krîtîke. Hevdîtinên Numan Kurtulmuş û sozên der barê derxistina qanûnê ya beriya meclîs bê girtin girîng e. Ji ber pêvajoya betlaneya 2 mehan rîskê dihewîne. PKK xwe fesh kir. Çek şewitand. Pirsgirêka Kurd bi tena serê xwe ne pirsgirêka ewlehî an jî terorê ye. Wek birêz Ocalan jî dibêje divê sedemên ku pirsgirêkan diafirînin ji holê bê rakirin, neyên rakirin PKK biqede tiştekî din tê avakirin. Divê zemîna hiqûqî bê avakirnin. Ev tenê bi serokomariyê ya bi MGK, AKP û rayeyan hatiye xemilandin nayê çareserkirin. Divê civak, PKK û ya herî girîng jî Abdullah Ocalan tevli pêvajoyê bibe.”
‘Divê ewlehiya qanûnî bê dayîn’
Nesrîn Akgul li ser sernavên esas yên divê bikevin bin ewlehiya destûra bingehîn jî sekinî û ev nirxandin kir: “Qanûna çarçoveyê, pêvajoya legalîzekirina hêzên îlegal hatine dîtinê ye. Îmraliyê ku Manîfestoya Civaka Demokrtîk pêşkêş kir, yek ji esasên wê yên girîng entegrasyona demokratîk û bi vê entegrasyonê re tevlibûna komarê û legalkirin e. Ev legalkirin ne tenê legalkirina rêxistinê ye, qebûlkirina hebûna gelê Kurd e, mafên wan bi ewlehiya qanûnî qebûlkirin e. Ger ku ewlehî neyê dayîn, mirovên vegerin qadan wê bi heman xetereyan re bên rû hev.”
‘Gelê Kurd xwe li ser Abdullah Ocalan pênase kiriye’
Nesrîn Akgul di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd civakeke ku di 52 salan de rastiya serokatiya xwe ava kiriye û wiha dirêjî dayê: “Hemû têkoşînên civakî heqîqeta serokatiyên xwe derxistine holê. Li erdnîgariya me jî gelê Kurd xwe li ser Birêz Ocalan daye pênasekirin. Ew êdî bûye nasnameyeke civakî. Birêz Ocalan 27 sal in girtîgeha Îmraliyê veguheriye qada têkoşînê. Devlat Bahçelî piştî salan şûnde rastî û muxatabiya Birêz Ocalan aniye ziman û gotiye ‘Yê berpirs ew e, mudaxat Abdullah Ocalan e, lîderê damezerîner e’. Birêz Ocalan bi manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, formasyona fikr û rêxistinî pêşkêş dike. Lê tecrîd tê domandin. Hîna PKK û rêberê wê jî di qada navneteweyî de bi têgeha ‘terorîst’ tê pênasekirin. Îro em di qoxaneke girîng de ne. Yekitiya Neteweya Kurd pêk hatiye û hêza sereke Rêberê gelê Kurd e. Ev rastî tê piştguhkirin û gav nayên avêtin.”
‘Jinên Kurd perspektîf û tecrubeyek têkoşînê afirandine’
Nesrîn Akgul balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û ev nirxandin kir: “ Di roja îro de rojeva me ya esas ev e ku piştî hilweşînên ku şer afirandine, di avakirina nû de nasnameya jinê hebûna xwe bidest bixe ye. Jinên Kurd di vê mijarê de perspektîfek xurt û tecrubeya têkoşînê afirandiye. Lê ev hîna tam mayînde nebûye. Pêvajoya ku hebûna Kurdan bigihêje ewlehiya hiqûqî, mayîndebûnê ferz dike.”







