Dayika Aştiyê Faîze Boran jiyana xwe ji dest da
- 22:14 25 Tîrmeh 2026
- Rojane
QERS -Dayika Aştiyê Faîze Boran li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Faîze Boran (85) ya li navçeya Qaxizman a Qersê dijiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Faîze Boran ya ji ber nexweşiya dil û şekir jiyana xwe ji dest da bu tevlibûna endam DEM Partiyê, malbat û xizmên wê hat definkirin.







