Di lêpirsîna Gulistan Doku de cerdevanek hat girtin

  • 09:11 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Okan Yarici, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû binçavkirin, bi çavdêriya dadwerî hate berdan, lê cerdevan Fatih Ozmen hate girtin.
 
Îfadeyên Okan Yarici û cerdevan Fatih Ozmen, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibûn binçavkirin, temam bûn. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê, gumanbar sewqî Dadgeha Sulhê hatin kirin. Okan Yarici bi çavdêriya dadwerî hate berdan, lê cerdevan Fatih Ozmen bi tohmeta "tunekirina delîlên sûc" hate girtin.
 
Fatih Ozmen şandin Girtîgeha Azîziye ya Erziromê.