Mayar Sherîf di nava lîstikvanên herî baş de cih girt

  • 18:45 23 Tîrmeh 2026
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana tenîsê ya Misrî Mayar Sherîf, li Şampiyoniya Navneteweyî ya Hamburgê bi serkeftinek 2-0 li dijî Elsa Jacquemot derbasî çaryek fînalê bû û cihê xwe di nav 8 lîstikvanên herî baş de parast.
 
Lîstikvana tenîsê ya navdar a Misrî Mayar Sherîf, di beşa lîstika ferdî de performansa xwe ya serkeftî di Şampiyoniya Navneteweyî ya Hamburgê de dewam dike.
 
Mayar Sherîf di dora heştê-fînalê de derket pêşberî lîstikvana Fransî Elsa Jacquemot. Lîstikvana Misrî ku bi lîstika xwe ya xurt û domdar bal kişand, di her du setan de jî bi encamên 6-2 û 6-3 bi ser ket û maç bi 2-0 bi dawî kir. Bi vê serkeftinê re Mayar Sherîf navê xwe di nava 8 lîstikvanên herî baş ên tûrnûvayê de nivîsand.
 
Mayar Sherîf dê di çaryek fînalê de rastî serkeftiya maça di navbera lîstikvana Spanyolî Paula Badosa û lîstikvana Macarî Pana Udvardy serê rêzê ya 3’yemîn bê.
 
Tênîsvana Misrî ku vê dawiyê di tûrnûvaya Iași Open (250 pûan) de bûbû şampiyon û yekemîn nîşana xwe ya vê kategoriyê bi dest xistibû, ket Şampiyoniya Hamburgê. Bi wê serkeftinê re di rêzbendiya cîhanî de daket rêza 55’emîn û pêşengiya xwe ya di nav lîstikvanên Ereb û Efrîqî yên profesyonel de diparêze.