Li Afganistanê parêzvanên mafên jinan hatin binçavkirin

  • 11:54 23 Tîrmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Talîbanê li Kabîlê biser ofîsa "Enstîtuya Lêkolînên Mafên Jin û Zarokan" de girtin û şeş karmend kirin bin çavan. Rêxistina Jinên Efganî bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku ji bo serbestberdana van karmendan bikevin tevgerê.
 
Di 23’ê Tirmehê de, Rêxistina Jinên Efganî ragihand ku hêzên Talîbanê li Kabîlê êrîşî ofîsa "Enstîtuya Lêkolînên Mafên Jin û Zarokan" kirin û şeş karmendên wê girtin.
 
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, pênc roj berê Talîbanê êrîşî ofîsa Kabîlê ya vê saziyê kir, ku ji aliyê çalakvana mafên jinan Zerka Yeftelî ve dihat birêvebirin. Di êrişê de şeş karmend hatiye girtin, ku heta niha jî cihê wan nayê zanîn.
 
Rêxistina Jinên Afganî, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê X hatiye weşandin, bang li Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, UNAMA (Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê), Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û rêxistinên din ên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo zelalkirina rewşa van kesan û serbestberdana wan a tavilê û bê şert û merc tedbîran bigirin.
 
Her wiha hate gotin ku di dema serdegirtina hêzên Talîbanê ya li ser saziyê de, alav, belge û amûrên xebatê yên saziyê hatine desteserkirin.
 
"Saziya Lêkolînê ya Mafên Jin û Zarokan" di warên perwerde, parêzvanî, lêkolîn û amadekirina raporên lêkolînê yên li ser rewşa jin û zarokan de çalak bû.
 
Malbatên kesên hatine girtin fikarên xwe anîn ziman, daxwaza zelalkirina rewşa hezkiriyên xwe, destnîşankirina cihê wan û piştrastkirina di derbarê tenduristiya wan de kirin.