‘Li Tirkiyeyê di 5 mehan de 303 zarok ji ber xemsariyê mirine’
- 13:50 6 Tîrmeh 2026
- Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora FÎSA'yê, di nava 5 mehan de herî kêm 303 zarok mirine û bajarê ku herî zêde mirina zarokan lê çêbûye, Riha ye.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSA, rapora xwe ya serdema Çile-Gulana 2026’an weşand. Li gorî rapora ku ji agahiyên medyaya herêmî, neteweyî û rêxistinên mafên mirovan hatiye berhevkirin, di 5 mehên pêşîn de li Tirkiyeyê herî kêm 303 zarok ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin, jiyana xwe ji dest dane.
Lêkolîna ku binpêkirinên mafê jiyanê li 69 bajaran lêkolîn kir, wekî salên berê hejmara herî zêde ya mirina zarokan li Rihayê (18 zarok) tomar kir. Piştî Rihayê; Antalya bi 16 mirinan, Mereş û Stenbol jî bi 14 mirina zarokan derketin pêş.
Di bûyerên ku li saziyên cemaweriyê an jî ji ber xemsariya rayedaran qewimîn de herî kêm 46 zarok mirin. 22 ji van zarokan di dema wergirtina xizmetên tenduristiyê de, 20 di dema perwerdehiyê, 2 di dema lênêrînê û 2 jî dema ji xizmetên rêveberiyên herêmî sûd digirtin, mirin. FÎSA'yê diyar kir ku ev rewş encama bêkêriya mekanîzmayên parastina zarokan e.
Ji ber nekarîna dewletê ya bicihanîna erkên xwe yên rêzikname, çavdêrî û pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê, herî kêm 257 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev mirin di bin sernavên tundî, mirinên li cihê kar, sersarî û binpêkirinên din de hatin dabeşkirin. Di heman demê de, herî kêm 26 zarokan hat angaştin ku xwe kuştiye, 8 zarokan di bûyerên çekên takekesî de û 14 zarokan jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Di 5 mehan de herî kêm 39 zarokan li qadên vekirî yên bajarî û gundan can dane. 31 ji van zarokan di bendav, çem û bi piranî di kanalên avdanê yên aîdî Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) de ji ber xeniqînê mirine. Ji 11 zarokên ku di qezayên navmalî de mirine 8 jê ji pencere û balkonên vekirî de ketine. FÎSA’yê destnîşan kir ku tevî sîstematîkbûna van mirinan jî tedbîr nayên girtin.
Ji 21 zarokên ku di dema xebatê de mirine; 11 jê di çandinî û sewalkariyê de, 3 jê di înşaetê de ji jor de ketine û 1 jê jî di pîşesaziyê de mirine. Herî kêm 2 ji van zarokan di çarçoveya MESEM'ê de dixebitîn. Di qezayên kar de 6 zarokên penaber ên karkerên çandiniyê yên demsalî jî li stargehên demkî yên xeternak jiyana xwe winda kirine.
Di pênc mehên pêşîn de herî kêm 24 zarokan ji ber tundiyê mirin e: 13 ji ber tundiya hemsalan, 6 ji ber tundiya zayendî, 4 ji ber tundiya navmalî û 1 jê ji ber kuştina zarokan. FÎSA’yê destnîşan kir ku ev wêne nîşan dide ku tundî di têkiliyên herî nêz de çêdibe û banga xwe bîra her kesî xist: “Parastina mafê jiyanê yê zarokan tenê bi çareserkirina pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku tundiyê çêdikin û xurtkirina mekanîzmayên parastina zarokan dikare pêk bê.”







