Li Şirnexê xebatên 8ê Adarê

  • 15:56 23 Sibat 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Sibê li Şirnexê starta çalakiyên 8ê Adarê tê dayîn û ji bo tevlîbûnê serdana esnafan hat kirin û bang tevlîbûna çalakiyan hat kirin. 
 
Sibê li Şirnexê starta çalakiyên 8'ê Adarê tê dayîn. Ji bo tevlîbûnê Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi xebatan kir. Di çarçoveya xebatan de jinan bi cil û bergên kudewarî û erbaneyan serdana esnafan kir. Di serdanê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û“Bijî têkoşîna jinan” hat berzkirin.
 
Jinan piştî serdana esnafan berê xwe dan Taxa Nû û li vir jî bang li jinan hat kirin.