ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 12 Çile 2026
- Rojev
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe ya sala nû de wiha bal kişand ser rewşa Sûriyeyê: “Li Sûriyeyê tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyeke demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûne bidome.”
*Jinên ku bertek nîşanî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan, diyar kirin ku êrîş zirarê didin hêviya aştiyê. Wan daxwaz kir ku êrîş tavilê werin rawestandin. DÎMEN HEYE
*Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê, diyar kir ku taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê li hember herdu dewletan li ber xwe dane û got, "Tirkiye sûcdarê qirkirinê ye û ev yek bi fermana Hakan Fîdan pêk hat." DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê ku ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û taxa Benî Zad a Suryaniyan, wê ber bi Enqerê ve bimeşin, diyar kirin ku ew ji bo aştiyê diçin Enqerê. DÎMEN HEYE







