Konvoya Cizîrê gihişte Hesekê
- 11:43 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Karwanê ku ji Kantona Cizîrê ji bo piştgiriya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rê ket, gihişte Helebê.
Şêniyên ji bajarê Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan û Amûdê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, gihiştin Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê.
Girseyên ji bajarên navborî, li hêviya karwanên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişloyê ne ku bi hev re ji bo piştgiriyê biçin Helebê.
Gelê kantonên Reqa, Firat û Cizîrê jî duh bersiv da seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û bi karwanan ber bi Helebê ve ket rê.







