Li Rojhilat û Îranê xwepêşandan berfireh dibin

  • 11:10 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 12’yan de berdewamin. Di nava 12 rojan de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine qetilkirin ku 5 ji wan zarok in.
 
Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
 
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 12’yemîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.
 
Xwepêşandana gelên Îranê li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.
 
Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.
 
Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 12 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine qetilkirin, 5 ji wan zarokin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.
 
Hêzên rejîma Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.