ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 7 Çile 2026
  • Rojev
 
* Leyla Şaylemez ku yek ji 3 jinên Kurd yên li Parîsê hat qetilkirinê, bi têkoşîn, berxwedan û mîsyona xwe ya pêşengtiyê wek dînamîka zindî ya ciwanên Kurd di bîran de cih digire. PORTRE
 
* Parêzer Denîz Akyildirim binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û wiha got: “Di dewleta hiqûqê ya demokratîk de binpêkirina mafan, dijhiqûqîbûn nabe ku bibin hincet. Em Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên mirovan a TBMM’ê vedixwînîn peywirtê.” DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên Wanê bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê wek 28 hezar û 78 TL hatiye aşkerakirin da û gotin: “Jiyan zehmet e. Bi mirovan re kêf nameye. Her kes têkoşîna jiyanê dide. Keda mirovan tê binpêkirin. Ez bang li hikûmetê dikim; bila ew mehekê bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Wê piştre rewşa me fam bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Di 2025’an de 150 jinî ji ber tundiyê serî li Komeleya Jinan a Star da û li Wanê di 12 mehan de herî kêm 16 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. ÇETELE
 
*Sêvê Demîr di sala 2006'an de tevlî Konferansa Parastin û Perwerdeya Kurdî bibû, di konferansê de wiha bal kişandibû ser girîngiya ziman: "Çima ew dibêjin 'bila keç biçin dibistanê'? Çima em wekî tevgera gelê kurd û bi taybetî jî tevgera jinên kurd nabêjin bila keç û jinên kurd biçin dibistanê, lê bila biçin bi zimanê xwe, zimanê kurdî dersê bibînin û hînî zimanê xwe bibin?"