Fîlozofa femînîst Elizabeth Anderson piştgirî da pêvajoyê
- 12:04 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofa feminîst Elizabeth Anderson piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Her gava ji bo pêşketinê, dê nîşanî me tevan bide ku dinyayeke baştir pêkan e.”
Piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, roj bi roj zêdetir dibe. Fîlozofa feminîst Elîzabeth Anderson têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyamek şand û spasiya her kesên ji bo aştiyê dixebitin kir.
Elizabeth Anderson, di peyama xwe de wiha got: “Bi sala nû re em pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Her gava li Tirkiyeyê di rêya civakeke aştîxwaz û demokratîk de tên avêtin, dê nîşanî me tevan bide ku dinyayeke baştir pêkan e. Oterîterî, xwe dispêre qebûlkirinê û nêrîneke bêhêvî. Demokrasiyeke zindî û xurt jî pêwîstiya xwe bi hêviyê heye. Ez, spasiya her kesên li Tirkiyeyê ji bo aştiyê dixebitin dikim û ji bo gelên Tirkiyeyê û hemû mirovahiyê başiyê hêvî dikim.”
Elizabeth Anderson kî ye?
Elizabeth S. Anderson, di 5’ê Kanûna 1959’an de ji dayik bû û fîlozofek hemdem û teorîsyona siyasetê ye. Li Zanîngeha Michiganê weke profesora Arthur F. Thurnau di qadên felsefe û xebatên jinan de kar dike. Xebatên wê piranî li ser etîk, felsefeya siyasetê, teoriya demokratîk, wekhevî, edaleta civakî û felsefeya feminîst e.







