Cenazeya Elîf Kumal ku 8 roj bûn winda bû hat dîtin
- 20:32 4 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Cenazeya Elîf Kumal ku li navçeya Erdek a Balikesîrê kamp dikir û hat îdiakirin ku ji herêmê bi wesayîta xwe vegeriyaye, hat dîtin.
Ji Elîf Kumal ku li navçeya Erdek a Balikesîrê kamp dikir hat îdiakirin ku ji herêmê bi wesayîta xwe vegeriya 8 roj in agahî nedihat girtin.
Xebatên ji bo Elîf Kumal hatin destpêkirin didomin. Bi 41 wesayît, 11 dron û 414 kesî li herêmê lêkolîn tên kirin. Li herêma ku bahoz bi bandore, ekîb sewqê taxên Edîcîk a Bandirmayê, taxên Tatlisu, Ormanli û Ballipinar a Erdekê hatibûn kirin.
Cenazeya Elîf Kumal li herêmê hat dîtin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hatin berfirehkirin.







