ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 31 Kanûn 2025
- Rojev
* Sala 2025’an ku bi hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teşe bû, daxwazên aştî û demokrasiyê derbas bû. PANORAMA
* Jinan ji bo mîtînga ‘Hêvî û azadiyê’ ya ku wê 4’ê Çileyê de bi pêşengiya DEKUP’ê li Amedê pêk bê bang kirin û wiha gotin: “Azadî ji bo her kesî derbasdar e. Serokatî azad bibe wê Tirkiye jî azad bibe.” DÎMEN HEYE
* Parêzerên dosyayê diyar kirin ku îdianameya der barê doza şewata li Dîlovasi hatiye vekirin kêm e û got divê berpirsên esas tevli dosyayê bên kirin. Xwişka Şengul Yilmaz ya di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Emîne Bulut da zanîn ku berpirsê esas yê komkujiyê dewlet e û daxwaza edaletê kir. DÎMEN HEYE
* Seher Şengullu Yilmaz der barê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir û saleke didome de axivî û got: “Em Tirkiyeyek ku hemû welatî hemû gel xwe cuda hîs nakin ava bikin, wê demê em dikarin behsa aştî, demokrasî, wekheviyê bikin.” DÎMEN HEYE
* Ji Sîlopiyê heta Parîsê komkujiyên jinan yên ji 2013’yan heta 2024’an. Ev berdewamkirina konsepteke netew-dewlet û dewletê ya sîstematîk ku xeta azadiya jinan, paradîgma modernîteya demokratîk û rêxitibûna civakê hedef digire ye.







