Jinên bajarên Tirkiyeyê ji pêvajoyê dûr in: Mekanîzmayên nû pêwistin

  • 09:03 17 Kanûn 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Yuksel Genç diyar kir ku jinên Kurd bi awayekî xurt xwedî li pêvajoyê derdikevin û jinên bajarên Tirkiyeyê ji pêvajoyê dûr in. Yuksel Genç daxuyakirin ku hewce bi mekanîzmayên nû yên ku aştiyê bi jinan re mayînde dike heye.
 
Kordînatora Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî (SAMER) Yuksel Genç balkişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û got tevgera jinên Kurd bi awayekî xurt xwedî li pêvajoyê derdikeve lê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jin ji aştiyê dûr in. Yuksel Genç da zanîn ku ji bo vê hewce bi mekanîzmayên nû hene.
 
‘Têkiliya aştî û jinê mijareke nava hev de ye’
 
Yuksel Genç da zanîn ku ji bo pêvajo bi ewle û adîlane bimeşe divê jin raste rast û bi bandor tevli pêvajoyê bibin û got: “Xwedîderketina tevgera jinên Kurd a li pêvajoyê û daxwaz afirandin di pêvajoyê de rolek krîtîk lîstiye.  Aştî herî zêde ji bo jinan pêwiste. Ger avakirina aştî û jiyana nû mijara gotinê be divê jin aktorên pêvajoyê bin û têkiliya aştî û jinê mijareke nava hev de ye. Tundî ewil jinan hedef digire. Heman demê de jî ji zayenperestiyê re zemînê diafirîne.”
 
‘Jin xwe ji pêvajoyê dûr digirin’
 
Yuksel Genç got ew di lêkolînan de kotaya jinê pêk tînin û li dijî geşedanên siyasî yên rojevî helwesta jinan dipîvin û got: “Dane nîşan didin ku jin li alî aştiyê ne. Lê li gorî mêran jin hîn bêtir xwe ji pêvajoyê dûr digirin. Ev jî ji ber fikran pêk tê. Xerabûna her pêvajoya aştiyê rê li ber zayendperestî û pergala patriyarkal vedike. Jin raste rast hedef tên girtin. Tiştên ku paşerojê de hatine jiyîn dibe sedema ku jin bikevin helwesteke lêpirsîn dikin û xwe dûr digirin.
Yuksel Genç her wiha daxuyand ku tevî helwesta bi temkîn, aliyê ku pêvajoyê dîsa pêş dixin jin in û wiha anî ziman: “Jin di pozîsyoneke ku hinek aştiyê bînin de nasekinin. Jin bawer dikin ku aştî bi hêza wan pêkane.”
 
‘Tevgera jinan a Tirkiyeyê xwe kirde nabînin’
 
Yuksel Genç di berdewamiya axaftina xwe de wiha dirêjî dayê: “Me hîna xebatek taybet ya der baê tevgra jinên Tirkiyeyê de nemeşandiye. Li gorî lêkolînên li Tirkiyeyê hatine kirin jinên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dijîn têkiliyeke dûr bi aştiyê re ava dikin. Rêxistibûnên jinan yên li Tirkiyeyê xwe bi qasî jinên Kurd kirdeya pêvajoya aştiyê nabînin. Lê ji bo pêvajoyên şer yên dijwar bidawî bibin divê hemû jinên ji nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê dest bidin hev û li dijî pergala patriyarkal têbikoşin. Hewcedariya jinan bi yekitiyeke aştiyê ya xurt heye. Li gorî lêkolînan jin pêvajoyê bi elqeyek mezin dişopîne. Lê divê jin ne tenê temaşevan bin, ji bo bin rêveberê pêvajoyê divê mekanîzmayên tevlibûnê bên xurtkirin.”
 
‘Divê mekanîzma bên avakirin’
 
Yuksel Genç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên Kurd bi awayekî xurt xwedî li pêvajoyê derdikevin û jinên bajarên Tirkiyeyê ji pêvajoyê dûr in. Hewce bi mekanîzmayên nû yên ku aştiyê bi jinan re mayînde dike heye. Barê giran yên şer li ser milê jinan e.  Divê mekanîzmayên ku tevgerên jinan tevli pêvajoyê dikin bên pêşxistin. Fikar û îtîraz divê nebin hinceta xwe dûrxistina ji pêvajoyê.”