Ne li gumanbar li zarokên tundî dît ceza hat birîn

  • 09:03 3 Tebax 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Di rojên borî de li navçeya Çinarê ya Amedê li 4 zarokî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatibû kirin. Endama rêveberiya Lijneya Navenda Mafên Zarokan a Amedê parêzer Ayşegul Moray bertek nîşanê berdana gumanbaran da û got: “Ev biryar hêzê didin gumanbaran. Polîtîka bêcezahiştinê ya pêk tê ne pirsgirêkek şexsî ye ya pergalê ye.”
 
Li navçeya Çinarê ya Amedê, sê xwişk û bira ji aliyê kurê damariya xwe ve îşkeceya fîzîkî û psîkolojîk dîtin. Dîmen li ser çapemeniya civakî hatin parvekirin. Piştî lêpirsînê gumanbar hat girtin û berdan. Pedagog ji bo zarokên îşkence dîtin biryara ‘dikarin bi malbatê re bijîn’ da.
Endama rêveberiya Lijneya Navenda Mafên Zarokan a Amedê parêzer Ayşegul Moray ku ji destpêkê de ye pêvajoyê dişopîne der barê polîtîkaya bêcezahiştinê de axivî.
 
Gumanbar û zarok li heman derê hatin girtin
 
Ayşegul Moray got leşkeran gumanbar û zarokên îşkence dîtine li heman cihê girtine û got: “Piştî me dîmen dît, em li xeta Alo 183 û wezaretê geriyan.Li me venegeriyan em carek din geriyan. Gotin divê ew zarok li wir bimînin. Me serlêdana sûc kir. piştî vê peywirdar çûn û zarok girtin. Ji bo îfadeya zarokan parêzer hat peywirdarkirin. Agahî hat ku zarokên mexdur û gumanbar li baxçeyê Fermandariya Cendermeyan a Çinar Hoyuk ligel hev hatine girtin. Em çûn wir. Midûrê Polîtîkayên Malbatî û Civakî, pedagog, fermandarê cendermeyan û leşker li wir bûn."
 
Pedagog biryara ‘zarok dikarin bi malbatê re bimînin’ da
 
Ayşegul Moray wiha  daxuyakirin ku piştî evqas îşkenceyê pedagog biryara ‘zarok dikarin bi malbatê re bijîn’ dane û got ev biryarek şaş û bi xetere. Ayşegul Moray wih agot: “Me got bi kamerayê bi pedagog û parêzer îfade bê girtin. Zarok xistin bin parastinê. Roja din îfadeya zarokan li Navenda Şopandina Zarokan a Amedê (ÇÎM) hat girtin.
 
Nasnameya zarokên tundî dîtine tune ye
 
Ayşegul Moray di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Berê jî tundî li zarokan hatiye kirin û tevî vê jî dîsa dane malbatê. Di heman demê de nasnameya her sê zarokan jî tune ye. Her sê zarok temenê xwe jî nizanin.  Em li îfadeyan dinêrin her sê zarok nizanin dayika wan kî ye. Zarokê herî biçûk ji ber pir biçûk bû îfadeya wî nehat girtin. Bav digot ‘çima zarokên min ji min digirin’. Niha zarok li Saziya Xizmetên Civakî ne. Gumanbar jî heman rojê hat binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dozger îtîraz kir lê gumanbar hîna li derve ye.”
 
‘Polîtîka bêcezahiştinê pirsgirêkek pergalê ye’
 
Ayşegul Moray wiha dawî lê anî: “Berdana gumanbaran encama polîtîka bêcezahiştinê ye. Ev polîtîka pirsgirêka pergalê ye. Polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran, gumanbaran diparêze.Di pergala edaletê de zarok li plana dawî dimînin.Her wiha nêzîkatiya hêzên ewlehiyê ya li hember zarokan şaş bû. Form û çekên hêzên ewlehiyê zarok ditirsandin.”