
Li Kobanê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk
- 15:17 27 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Akademiya Civaka Demokratîk dewreya perwerdê ya bi sernavê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir.
Li Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Firatê dewreya perwerdehiyê ya bi sernavê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hat dest pê kirin. Têkildarê rêveçûna xwendin û nîqaşan Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim nirxandin kir.
Şervan Mislim, diyar kir ku fikra Neteweya Demokratîk a Rêber Apo wekî alternatîfek bihêz li hember sîstemên otorîter û hegemonîk ên li Rojhilata Navîn derketiye pêş. Mislim, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek avahiyên îdeolojîk, ji sosyalîzmê bigire heya kapîtalîzmê, bi rexneyî analîz kiriye û di bersivê de modelek çareseriyê ya li ser bingeha civaka demokratîk, ekolojî û kesayetiya azad pêş xistiye.
Mislim, destnîşan kir ku ev manîfesto niha ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê perspektîfeke çareseriyê ya gerdûnî pêşkêş dike. Mislim, anî ziman ku PKK’ê bi gelek gavên pratîkî bersiva banga Abdullah Ocalan daye û got ku lê dewleta Tirkiyeyê hîn jî ti gavên berbiçav neavêtiye. Mislim, behsa girîngiya pêşketinên pratîkî û avakirina komîsyonên fermî kir.
Di dawiyê de, Mislim, da xuyakirin ku hebûna dîrokî û rewa ya gelê Kurd heye û diyar kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo aştiyê pir girîng e û got ku li ser bingeha xwişk-biratiya gelan siberojek nû dikare were avakirin.