‘Jin wê bibin xwebûn û bi modernîteya demokratîk azad bibin’

  • 09:02 12 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Rozerin Gultekin
 
STENBOL -  Endamên Kordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê der barê rola ciwanan a di avakirina civaka demokratîk de axivîn û got divê têkoşînek hevpar a civanan mezin bibe û got: “Jin wê bibin xwebûn û bi modernîteya demokratîk re azad bibin.”
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û Meclîsa Ciawnan a DEM Partî ya Stenbolê bi dirûşmeya ‘Bi ciwanên pêşeng civaka demokratîk’ li bajarên Tirkiye û Kurdistanê komxebat pêk anîn. Ji Kordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Elîf Çoban û Mercan Sarsilmaz di avakirina civaka demokratîk de rola ciwanan nirxandin.
 
‘Em rexnedayîna xwe didin Rêber Apo’
 
Elîf Çoban got bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a 27’ê Sibatê bi pozîsyona pêşeng têkoşîn meşandine û got: “Me di pêvajoya nû de bi dirûşmeya ‘em di jiyana sosyalîst de bi serokatiya azad xwe rêxistin dikin’ kampanya da destpêkirin. Me di çarçoveya kampanyayê de xebat meşandin. Me  bi jinan re hevdîtin kirin. Me komxebat pêk anî. Bi sernavên ‘bi ciwanên pêşeng komxebatên civaka demokratîk’ li bajaran komxebat pêk hatin. Hedefa me ev e ku îdeolojiya Rêber Apo bê fêmkirin û jiyana kolektîf bikeve meriyetê.”
 
‘Jin wê bibin xwebûn û bi modernîteya demokratîk azad bibin’
 
Elîf Çoban wiha domand: “Pergala şaristaniyên dewletê ya bi hezaran salî polîtîkayek ku bindestan tune dike û vê di şexsê jinan de pêk tîne. Pergala serdest ya mêr bi şaristaniya dewletê re jin kiriye kole û xistiye bin kotrola xwe. Em bi felsefeya jin jiyan azadî bi hedefa ku jinê azad bikin dimeşin. Em ê bibin xwebûn û bi modernîteya demokratîk re azad bibin. Têkoşîna azadiya Kurd tenê li ser netewa Kurd teşe nebûye. Têkoşînek enternasyonal e. Bi banga Rêber Apo re me gelek geşedan jiyan. Wek bersiv em ê  jiyana sosyalîst ava bikin. Em ê xebatên xwe di vê esasê de bimeşînin û rêxistinbûna xwe zêde bikin.” 
 
‘Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwantî biserkevin’
 
Mercan Sarsilmaz jî ev tişt anî ziman:  “Di manîfestoya serokatiyê pêşkêş kiriye de rol û mîsyonek xurt a ciwanan heye. Me wek ciwanan li ser civaka demokratîk bi armanca rêxistibûnê gelek xebat meşand. Me kampanya da destpêkirin. Me herî dawî komxebat pêk anîn. Me li ser rol û mîsyona civaka demorkatîk nîqaş meşandin. Mîsyona ciwanan ev e ku ji gundan heta metropolan xebatên rêxistinê bên kirinê ye. Em gotina ‘Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwantî biserkevin’ dubare dikin. Yên divê pêşengiyê bikin ciwan in. Divê jinên ciwan zemîna rêxistinbûnê ava bikin.”