
Gava girîng a pêvajoyê: Komîsyon tê avakirin
- 12:01 12 Tîrmeh 2025
- Ramyarî
ENQERE - Serokkomar Tayyîp Eerdogan li avakirina komîsyona Parlamentoyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avakirina wê pêşniyar kiribû nirxandina yekem a berfireh kir.
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, diyar kir ku dê li Meclisê komîsyon bê avakirin û got: "Em ê pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê di bin banê Meclisê de nîqaş bikin."
32'yemîn Kampa Îstîşare û Nirxandinê ya AKP'ê ya li navçeya Kizilcahamam a Enqereyê dest pê kir. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, axaftina destpêkê kir. Erdogan, çalakiyên çekdarî yên PKK'ê bibîr xistin û got: "Ji wê rojê heya niha gelek hikûmet hatin. Her yekê ji wan got, ew ê qira terorê bînin. Lê terör, ne li welatê me ne jî li li xakê welatên din nehat qedandin. Helbet di vê de sebeb hin pêkanînên şaş ên dewletê bûn jî. Torosên Spî yek ji van bû. Cinayetên kiryar nediyar yek ji van bû. Girtîgeha Amedê yek ji van bû. Gundên hatin şewitandin, mirovên di şevekê de bi darê zorê hatin koçberkirin, dayikên nikaribûn li girtîgehê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ev pêkanînên şaş bûn. Rêbazên têkoşînê yên li derî hiqûq û rewabûnê, ji dêvla ku terorê biqedînin, berevajî ew gurtir kirin, mezintir kirin; zemîneke guncav ê îstismarê dan terorê. Me bi hev re bedêla şaşiyan da."
Erdogan destnîşan kir ku pêvajoya pevçûnî bi qasî 2 trilyon dolar zirara daye aboriyê û îşaret bi biryara fesixkirinê ya PKK'ê kir. Erdogan got: "Duh jî, rêxistinê biryara girtibû pêk anî û bi taybetî bi merasîmekê çek danîn. Belaya terorê ya 47 salan ji duh ve, ket pêvajoya dawîbûnê, înşeleh. Tirkiyeyê duh dest bi girtina rûpeleke dirêj, êşbar kir. Îro, em ji bîr nekin, rojeke nû ye. Îro, di dîrokê de rûpeleke nû vebûye. Îro, deriyên Tirkiyeya mezin, Tirkiyeya bihêz, sedsala Tirkiyeyê heya dawiyê vebûn."
Erdogan ku got "Hûn ê di tiştên ji bo xêra Tirkiyeyê de me tim li pêş bibinin" wiha axivî: "Û hûn ê me her tim li hemberî tiştên ne ji bo mifha Tirkiyeyê bibinin. Em baş dizanin ku em çi dikin. Bila tu kes netirse, neqiqlqile. Bila serê kesî bi pirsnîşanan tije nebe. Em çi bikin, em ji bo Tirkiyeyê dikin, em çi bikin em ji bo gelê xwe, ji bo siberoja xwe dikin."