
Li gumanbarê ku Yasemîn Yorulmaz qetil kir cezayê muebeta giran
- 19:57 8 Tîrmeh 2025
- Hiqûq
MUGLA – Gumanbar Tuncay Yorulmaz ku plankirî Yasemîn Yorulmaz qetil kir, ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘plankirî kes kuştin’ cezayê muebetê lê hat birîn.
Li navçeya Marmarîs a Muglayê 3’ê mijara 2024’an de gumanbar Tuncay Yorulmaz, Yasemîn Yorulmaz ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kir. Runiştina biryarê ya dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Muglayê hat dîtin. Gumanbar, parêzerên aliyan û keça Yasemîn Yorulmaz, Çîlem Sonmez tevli runiştinê bûn.
Heyeta dadgehê li gumanbar Tuncay Yorulmaz ku plankirî Yasemîn Yorulmaz qetil kir, ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘plankirî kes kuştin’ cezayê muebetê birî.