Salvegera vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat pîrozkirin

  • 13:06 25 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmanî 2’yemîn salvegera avakirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku xeyala Nagîhan Akarsel bû, bi merasîmek taybet hat pîrozkirin.
 
Di 24’ê Hezîrana 2024’an de ji aliyê Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê ve, Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, hat vekirin. Rêxistina Azadbûnê, bi merasîmek taybet 2’yemîn salvegera damezrandina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd pîroz kir.
 
Çalakvana jin Seywan Rûstem di destpêka merasîmê de axivî. Seywan Rûstem destnîşan kir ku îro di dîroka rewşenbîriya jina Kurd de rojeke girîng e û armanca wan wiha vegot: “Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, navendeke ji bo komkirin, parastina çand û dîroka jnên Kurdan yên hemû parçeyên Kurdistanê hatiye vekirin.”
 
Xeyala Nagîhan Akarsel bû
 
Di bernameyê de rojnameger, şoreşger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî hat qetilkirin jî hat bibîranîn û hat gotin ku bi vê boneyê, divê rola wê neyê jibîrkirin. Hat bibîrxistin ku ku fikir û xeyala wê ya avakirina vê navendê hebûye û wiha hat gotin: “Lê ji aliyê dijmin ve hate şehîdkirin.”
 
‘Em ê xebatên arşîvkirinê bidomînin’
 
Di merasîmê de piştî muzîkê belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel hat nîşandan.
 
Rêvebera Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd Tarîfe Heme Reşîd jî li ser girîngiya xebatên jinan sekinî û wiha got: “Di 24’ê Hezîrana 2025’an de, salvegera duyem hat pîrozkirin. Em jin ji bo bilindkirina dîroka xwe û nivîsandina vê astengiyê û êrîşên li ser jinan encam dane, ji bo arşîvkirina vana em dixebitin.”