
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 25 Hezîran 2025
- Rojev
* Goristana Şehîd Mehmet Goyî ya li Zozanên Feraşînê ya li herêma Kanî Masî ya navçeya Elkê, hîn jî şopa bombebaran û wêrankirina ku bi salan berê qewimî ye, mîna roja ewil li ber çavan e. Ji ber ku qereqola leşkeran li jora goristanê hatiye çêkirin, destûr nayê dayîn ku kes biçe ser goristanê. BI DÎMEN
*Jinan der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku 27’ê Sibatê de kiriye û pêvajoya aştiyê ya didome de nirxandin kirin û gotin: “Gelê Kurd ku bi hezaran salane bedel dide, êdî der barê aştiyê de di bendewariyek mezin de ye. Em di vê pêvajoyê de hewl didin ji şaşiyên xwe dersan derdixin û wisa pêş bikevin.” DÎMEN HEYE
*Salîha Taşdemîr ya jiyana xwe bi sewalkariyê didomîne wiha got: “Her karek li gorî xwe zehmetiyên wê hene. Lê bêyî hewldan qezenc jî nabe. Divê jin qadên xwe yên kar vebikin.” DÎMEN HEYE