'Em ê hêzê bi dest bixin'

  • 10:23 24 Hezîran 2025
  • Rojane
  
Gulistan Gulmuş-Şehriban Aslan 
 
AMED – Derhêner û çêkera fîlman Yuksel Budak diyar kir ku divê her jinek li çar herêmên Kurdistanê bikaribe ji qada xwe bersivê bide pêvajoyê û got, "Ger civînek hebe, ez dixwazim vê civînê belge bikim," di heman demê de Cîgira Serokatiya Giştî ya PIAy'ê Rumeysa Gulmez jî got, "Ez difikirim ku em ê bêyî ku cihêkariyê bikin hêzê bi dest bixin."
 
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd 3'yemîn konferansa xwe li Amedê bi dirûşmeya "Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve" li dar xist. Konferans du rojan dom kir û beşdarbûn û nîqaşên jinan ji her qadên jiyanê bal kişand ser xwe. Her wiha, di konferansê de mijarên jêrîn hatin nîqaşkirin: "Mîsyona jinan a di parastin û veguherandina çanda Kurdî de", "Rola jinan a di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de", "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkayên qirkirinê" û "Mîsyona jinan a di avakirina aştî û civatek demokratîk de". Piştî nîqaşan, danezana dawî ya konferansê hate ragihandin. Di danezanê de tekezî li ser têkoşîna hevpar hate kirin û hate destnîşankirin ku divê hewldanên yekîtiya neteweyî hîn bêtir werin meşandin.
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) Rumeysa Gulmez û derhêner-fîlmçêker Yuksel Budak jî di nav endamên ku bi cudahîyên xwe beşdarî konferansê bûn de ne. Derhêner û fîlmçêker Yuksel Budak got:" Min dît jinên kurd dikarin çi bikin."
 
‘Min dît jinên kurd dikarin çi bikin’
 
Fîlmçêker û derhêner Yuksel Budak diyar kir ku konferansê ew bi kelecan kiriye û got, "Ez pir kêfxweş im ku li vir im. Min dît ku jinên Kurd dikarin çi bikin, gava ku ew li hev dicivin çiqas afirîner in, çiqas dikarin beşdar bibin me dît. Bi rastî, ev yek jî hêvî da min ku jin dikarin vê barê di pêvajoya aştiyê de herî zêde hilgirin. Ez difikirim ku jinên Kurd niha di xalekê de ne ku ew bi têkoşîna xwe ya li cîhanê hebûna jinan tînin bîra xwe û ava dikin. Jinên Kurd vê yekê bi fedakariyek mezin û bi bedelek pir giran dikin. Ez beşdarî konferansek parlamenteran li Almanya bûm, wan pirsî, 'Ew jin çawa dikarin ewqas bihêz bin tevî ku van hemûyan dizanin? Ew çawa dikarin bi fedakariyek wisa mezin beşdarî vê têkoşînê bibin?' Jinên li çaraliyê cîhanê pir li ser vê yekê dipirsin. Ji ber vê yekê, em, wekî jinên Kurd, bi rastî jî dikarin ji bo jinên din ên li çaraliyê cîhanê bibin sembol, mînakek li ser hebûna jinan, afirîneriya jinan û hêza jinan."
 
'Ez difikirim ku em ê bêyî ku cihêkariyê bikin hêzê bi dest bixin'
 
Rumeysa Gulmez destnîşan kir ku konferansê jinên ji baweriyên cuda ji çar herêmên Kurdistanê anî cem hev û got, "Ew ji bo afirandina hawîrdorên ku em dikarin nîqaş bikin, ramanan biguherînin û nîqaş bikin ka em dikarin ji bo azadî, serxwebûn, mafê perwerdehiyê û mafê ziman çi bikin e. Wekî PÎA, em girîngiyek mezin didin vê yekê. Me hewl da ku zemînekê biafirînin ku em bikaribin li ser tiştên ku em dikarin bi edaletê û axa hevpar a gelê Kurd û neteweya Kurd bikin biaxivin. Wekî jinên Kurd, em bawer dikin ku em ê bi piştgirîkirina hevdu bi awayekî berfireh, bêyî cudakariya li ser bingeha bawerî an ramanê, bi naskirina birînên hevdu, bi parvekirina êş, şahî û bextewariya hevdu hêzê bi dest bixin."