Dayika Şemiyê Emîne Ocak rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê

  • 13:49 23 Hezîran 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayika Şemiyê Emîne Ocak 20’ê Hezîranê ji ber krîza dil rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.
 
Li gorî agahiyên hatine girtin, Dayika Şemiyê Emîne Ocak ku dayika Hasan Ocak ê di bin çavan de bi êşkenceyê hate qetilkirin e, roja 20’ê Hezîranê krîza dil derbas kir.
 
Keça wê Masîde Ocak li ser medyaya dîjîtal parve kir ku dayika wê li beşa lezgîn a nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.