Ji bo jinan perwerdehiya pîşeyî

  • 11:50 23 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AMED - Bi hevkariya Şaredariya Peyasê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, kursên Perwerdehiya Dîzaynkirina Modayê ji bo jinan dest pê kirin.
 
Kursên Perwerdehiya Dîzaynkirina Modayê bi armanca afirandina derfetên nû yên kar û xwedî pîşeyekê ji bo jinan hatin destpêkirin. Komxebata ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve li avahiya xizmetê ya şaredariyê hate amadekirin, kursên taybet têne organîze kir. 
 
Bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, xebatên perwerdehiyê hatin meşandin. Di roja yekem a kursê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên meclîsê, cîgir û rêveberên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan serdana beşdaran kirin. Hevşaredar Bêrîvan Sîncar ji jinan re serkeftin xwest û diyar kir ku derxistina keda jinan û tevkariya li serkeftina wan a li her qadê ji bo wan xwedî girîngiyeke mezin e.
 
Di çarçoveya bernameya perwerdehiyê de, agahî, bername û sepanên pratîk ên di warê dîzaynkirina modayê de pêwîst in, wê bên pêşkêşkirin. Bernameya perwerdehiyê bi giştî 410 saetan dihewîne. Atolyeya hunerên dîtbarî dê bi zanebûna bingehîn a tekstîlê, amadekirina qumaşan, nîşeyên teknîkî û xêzkirinê dewam bike.