'Me nehişt koçberî ji zimanê dayikê re bibe asteng'

  • 09:05 19 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Mamoste û xwendekarên li Helebê diyar kirin ku tevî hemû astengiyan jî ew xwedî li perwerdeya bi zimanê dayikê derdikevin û wiha gotin:"Me nehişt koçberî ji zimanê dayikê re bibe asteng."
 
Welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji bajarê Efrînê di sala 2018' an de koçî kantona Şehbayê bûn li wir piştî 8 sal ji koçberiyê di sala 2024'an de vê carê koçî Helebê kirin. Koçberên ku bi êriş, ambargo, tundiyê rû bi rû dimînin tevî hemû astengiyan xwedî li perwerdeya bi zimanê dayikê derdikevin. 
 
Mamoste û xwendekarên li Helebê anîn ziman xwedîderktina li zimanê xwe bersiva li hember êrişan e û wiha gotin:"Yek ji armancên bingehîn a destpêkirina êrîşên li ser me ew bû ku em ji ziman û çanda xwe werin veqetandin. Em xwendina xwe didin dewamkirin û em planên êrîşkaran vala derdixin." 
 
'Me nehişt koçberî ji zimanê dayikê re bibe asteng'
 
Mamosteya Peymangeha Ş.Zozan Yosif a beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Narîn Mihemed qala rewşa xwendina wan a piştî koçberiya ji kantona Şehbayê kir û wiha dest bi nirxandinê kir:"Piştî ku em ji kantona Efrîn-Şehbayê ji ber zordariya êrîşa ku bi ser me de hatî jî me li berxwe da. Armanca êrişan jîdûrxistina me ya ji zimanê dayikê bû. Em derbasî bajarê Helebê bûn lê dîsa jî koçberî li hember dewamkirina me ya perwerdeya bi zimanê dayikê, nebû asteng. Me bi gelek rê û rêbazan hewl da em xwe bighînin xwendekarên xwe û carek din bihêlin ew derbasî perwerdehiya xwe bibin. Me nehiş ew bên bişaftin û ji zimanê dayikê dûr bikevin. Me nehişt koçberî ji zimanê dayikê re bibe asteng."
 
'Me hewl da em bibin çareserî'
 
Têkildarî astengiyên ku xwendekar û mamosteyên ku ji Kantona Efrîn-Şehbayê koçberî bajarê Helebê bûne pêre rû bi rû dimînin Narîn Mihemed wiha got:"Yek ji sedemên ku niha em weke mamoste û şagirt pê re rû bi rû dimînin, tam ne bicihbûna me ye. Her wiha rewşa asteng û koçberiya duyem jî bûye cihê lawazbûna derûniya me ji ber ku ji bo me cihê êşê bû. Me hewl da em li hember van pirsgirêk û astengiyan bibin çareserî."
 
'Xwendekar ji perwerdeyê qut nebûn'
 
Di temamkirina axaftina xwe de Narîn Mihemed qala vekirina beşên din ên peymangehê ya di Helebê de kir û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Dema em derbasî peymangehên Helebê bûn, beşa Erebî û Îngilîzî ji bo perwerdeyê nîn bûn lê me jî bi alternatîfa xwe karî beşên kêm bidin vekirin û bi vî awayî me nehişt xwendekarên me ji perwerdeyên xwe qut bibin." 
 
'Ast baş bû'
 
Têkildarî destpêkirina ezmûnên dawiya salê yên xwendekarên peymangehê Narîn Mihemed axivî û got:"Ev çend roj in me dest bi ezmûnên dawiya salê kirine. Tevî ku em di rewşek ne bi ewle de dijîn jî lê belê asta wan gelek baş bû." 
 
'Xwendina bi zimanê dayikê serkeftin e' 
 
Narîn Mihemed da zanîn ku xwendina bi zimanê dayikê serkeftin e û wiha dewam kir:"Îro xwendina bi zimanê dayikê serkeftin e hem jî pîroz e. Yê ku hebûna me bide nîşandan û bide parastin zimanê dayikê ye." 
 
'Perwerdeya me bersiva dagikeriyê ye'
 
Narîn Mihemed da teqezkirin ku berdewamiya xwendina wan bersivek li hember dijmin e û wiha nirxand:"Piştî ku şoreşa Rojava pêk hat, yekem gava girîng ku me dan avêtin û me xist meriyetê bipergalkirina zimanê Kurdî bû. Gelek êrîş bi ser me de hatin kirin. Armanca wan a sereke ya van êrîşan dûrxistina me ya ji zimanê dayikê bû lê belê aramancên wan pêk nehat. Her çiqas em xwendina bi zimanê dayikê bidin dewamkirin ewqas em dibin bersiva li hember daxwaz, plan û siyasetên dewletên ne çandparêz." 
 
'Tevî astengiyan min xwe gihand azmûnên xwe'
 
Di heman demê de xwendekara bi navê Sîlvana Mehmûd jî qala rewşa xwendina xwe ya piştî koçberiyê kir û wiha got:"Dema em ji kantona Şehbayê koçber bûn em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û ji wê şûnde em derbasî bajarê Helebê bûn. Niha ez xwendina xwe ya sala duyem beşa mamostetiyê didim dewamkirin. Dema em koçber bûn em di gelek astengiyan re derbas bûn lê belê dîsa jî me dest ji perwerdeya xwe berneda û niha ez ezmûnên dawiya sala min a duyem didim nivîsandin û tevî astengiyan min karîbû bi awayekî serkeftî xwe bigihanda ezmûnên xwe û dewam bikira." 
 
'Em planên êrîşkaran vala derdixin'
 
Sîlvana Mehmûd got da zanîn wan planên êrîşkaran vala derxist û wiha domand:"Yek ji armancên bingehîn a destpêkirina êrîşên li ser me ew bû ku em ji ziman û çanda xwe werin veqetandin. Em xwendina xwe didin dewamkirin û em planên êrîşkaran vala derdixin." 
 
'Hêviya me serkeftin e'
 
Ji Rêveberiyên dibistana taxa Şêx Meqsûd Eyşe Hisên jî nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir têkildarî rewşa ezmûnan wiha got :"Me dest bi ezmûnên xwendekarên navîn û amedehî yên azad û xwendekarên peymangehê kir. Xwendekarên Kantona Efrîn-Şehbayê jî bi xwendekarên Helebê re azmûnên xwe didin nivîsandin. Bi giştî asta xwendekaran baş e, jixwe pirsên ku ji bo wan jî hatine amadekirin li gorî asta wan hatin amadekirin. Her hêviya me ew e ku xwendekarên me ezmûnên xwe bi serkeftinê bi dawî bikin."