
‘Pêşengên têkoşînê jin in’
- 09:02 19 Hezîran 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR- Endama Însiyatîfa Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Aysel Onen der barê xebatên tevgera jinan û pêvajoyê de axivî û got pêşengên têkoşînê jinin û wiha got:”Abdullah Ocalan ji serî de girîngî dida jinan. Em vê ji hemû xebat û nirxandinên wî dibînin.”
Têkoşîna jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê ku her diçe bilind dibe, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn zêdetir bû. Jin li her qadê ji bo aştiyê têkoşîna xwe didomînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev rewş hem di peyama 8’ê Adarê de hem jî di peyama ji bo Jîneolojiyê de anî ziman.
Endama Însiyatîfa Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Aysel Onen der barê girîngiya xebatên jinan yên pêvajoya dawî de axivî û da zanîn ku xebat bê navber didomin û tevlibûna jinan a van xebatan gelek bi nirx e.
Aysel Onen bi lêv kir ku xebatên der barê aştiyê de demek dirêje didomin û yek ji aktorên aştiyê jinin. Aysel Onen wiha got: “Piştî kongreya PKK’ê xebat hîn zêdetir bûn. Ev xebat bi meşa li Amedê tacîdar bû. Hêvî heye. Hewcedariya hemû kesî bi aştiyê heye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêkê de girîngiyê dide jinan. Em vê ji xebat û nirxandinên wî baş dibînin. Ji afirandina Jîneolojiyê em baş dibînin. Di her xebata xwe de behsa jinan dike. Dizane ku yên aştiyê bînin jinin. Ji ber li cîhanê jinan ev kiriye. pêşengên têkoşînê jinin.”
‘Jinan li qadan daxwaza xwe anîn ziman’
Aysel Onen destnîşan kir ku xebat bê navber dimeşin û wiha bi lêv kir: “Der barê pêvajoyê de gelek kom hatine avakirin. Rewşa gotina rast di xebatên jinan de ye.Meşa dawî ya li Amedê pêk hat gelek bi nirxe. Ji ber jin ji şer gelek bi bandor dibin. Dayikan jinan li qadan daxwaza xwe anîn ziman. Hêviya xwe nîşan dan.Ji bilî vê xebat meşandin.”
'Ne tenê aştî demokratîkbûn jî girînge'
Aysel Onen anî ziman ku jin zêdetir tevli pêvajoyê dibin û liyê din jî desthilatdarî bi gotinên ‘sala malbatê’ hewl dide jinan hepsê malê bike. Aysel Onen wiha berdewam kir: “Malbat ji bo desthilatdariyê alava esas e. Hemû desthilatdarî hewl didin jinan di nava malbatê de bifetisînin. Desthilatdarî hêza xwe ji malbatê digire. Desthilatdarî tevî hemû hewldanên xwe dizane hêza xwe winda kiriye. Ji ber bi saya têkoşîna jinê jin dizanin ku çi dixwazin.Ji ber vê jî ne tenê aştî demokratîkbûn jî girînge. Divê ev şer bidawî be.Divê em pirsgirêkên xwe yên esas bibînin.Divê em der barê vê de hewl bidin. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”