'Jineolojî zanistek e'

  • 09:50 15 Hezîran 2025
  • Rojane
               
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Însiyatifa Sûrî ya Azadiya Abdullah Ocalan, Rojiyan Hisên têkildarî şandina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Jineolojiyê wiha got:" Jineolojî zanistek e. Di nava xwe de têgehên azadî, aştî û demokrasiyê vedihewîne. Em jî li ser derxistina van têgehan xebatên xwe didomînin."
 
Bi dirûşma "Tacîdarkirina projeya aştî û pêvajoya demokratik a bi jineolojiyê re" Însîyatifa Sûrî ya Azadiya Abdullah Ocalan a bajarê Helebê têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo jineolojiyê semînerek dan lidarxistin. Semîner li navenda Însiyatifê ku dikeve taxa Eşrefiyê bi amdebûna akademisyen, bijîşk, nivîskar ramanwer û kesayetên serbixwe yên ji hundirê Helebê û siyasetmedaran hat lidarxistin. Endama Însiyatifa Sûrî ya Azadiya Abdullah Ocalan, Rojiyan Hisên nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.
 
Rojiyan Hisên wiha got:"Pêvajoya aştiyê bi rengê jina ku bi koka xwe avakerê aştî û azadiyê ye bi serkeftinê wê tacîdar bibe."
 
Kesên hazir di çalakiyê de piştî rastiya jineoloji û felsefeya rêbertî naskirin pir bi mereq xwestin ku pirtûkên rêbertî bigrin û bixwînin.
 
'Nirxandina peyama Rêbertî girîng e',
 
Endama Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Abdullah Ocalan Rojiyan Hisên nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir girîngiya çalakiyê vegot û wiha pê de çû:"Di nava vê pêvajoya ku em niha tê de dijîn em weke Însiyatifa Sûrî ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me xwest ku em peyama herî dawî ya Rêbertî ku ji bo jineolojiyê rêkir, bidin nirxandin û ev nirxandin xwedî girîngiyek cuda ye. Her wiha bi riya van nirxandinan em sûdê jê werbigirin û bi derdora xwe re parve bikin."
 
'Jineolojî bi civakê ve girêdayîye'
 
Rojiyan Hisên li ser girîngiya çalakiyê axivî û wiha got:"Îro di nava çalakiya xwe de herî zêde me xwest bi kesên hazir re girîngiya vê pêvajoyê û herî zêde çima jin bibe pêşengê wê, me nirxandin kir û deriyên nîqaşê li pêşiya haziran da vekirin. Her wiha herî zêde me xwest em van nirxandinan jî bi mêran re parve bikin ji ber jineolojî ne zanistek tenê girêdayî jinê ye lê belê bi hemû pirsgirêkên civakê re mijûl dibe û çareser dike."
 
'Ev ji bo me barekî dîrokî û pir girîng e'
 
Di dirêjahiya axaftina xwe de Rojiyan Hisên diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan barê vê pêvajoyê hilda ser milê jinê û wiha pê de çû:"Îro rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşerojek ango pêvajoyek bi aştiyê pêşniyar kir lê ya balkêştir ew e ku rêbertî barê wê pêvajoyê hilda ser milê jinê û daxwaz kir ku jin bibin pêşenga vê pêvajoyê. Ev ji bo me barekî dîrokî û pir girîng e."
 
'Xebat ji bo pêkanîna perspektifên Rêbertî didomin'
 
Di nava axaftina xwe de Rojiyan Hisên bal kişand li ser xala herî girîng ku divê demên pêş li ser bên nîqaşkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Îro pêvajo ango sîstema ku Rêbertî pêşniyar kir temam bûye lê belê ya herî girîng ku wê çawa ev sîstem bikeve tevger û meryetê divê ji vir û pêde tekoşîna me her wiha nîqaşên me li ser vê xalê bi pêşbikevin. Jineolojî zanistek e. Di nava xwe de têgehên azadî, aştî û demokrasiyê vedihewîne. Em jî li ser derxistina van têgehan xebatên xwe didomînin."
 
'Bi pêşengtiya jinê ev pêvajo wê bi ser bikeve'
 
Rojiyan Hisên li ser pelê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê bi rê kir hest û nêrîna xwe parve kir û wiha got:"Ji xwe şînatiya ku Rêbertî ji zindana Îmraliyê ji bo jinan û bi taybet ji bo jineolojiyê bi rê kir ji bo me ew diyarî gelek bi wate û nirx e çimkî kok û rayên wê şînatiyê gelek saxlem e û ji ber saxlembûna wê gelek şax jê çêdibe û ew şînatî û şêweya dewam kirina wê û bi hêzbûna wê tam weke kesayeta jinê ye. Jinê di destpêka dîrokê de bibûn pêşeng û sazkarê demokratikbûnê û aştiyê. Divê em wê kokê carek din di xwe de şîn bikin. Heger em şîn nekin wê ev pêvajo bi awayekî antî aşîtî bi ser me de bê." 
 
Rojiyan Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoya aştiyê bi rengê jina ku bi koka xwe avakerê aştî û azadiyê ye bi serkeftinê wê tacîdar bibe."