
Yasaya ‘Parastina jinan ji tundiyê’ ji parlamentoya Îranê hate vekişandin
- 12:49 11 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmenda berê ya yasayî ya Cîgira Wezîra Karûbarên Jinan a Îranê Eşref Geramî Zadgan diyarkir ku proje yasaya ‘Parastina jinan ji tundiyê’ li ser daxwaza hikumetê ji parlamentoyê hatiye vekişandin û yasa êdî nikare pêdawîstiyên jinan dabîn bike.
Şêwirmenda berê ya yasayî ya Cîgira Wezîra Karûbarên Jinan a Îranê Eşref Geramî Zadgan da zanîn ku yasaya ‘Parastina jinan ji tundiyê’ ji parlamentoyê hatiye vekişandin. Eşref Geramî vekişînê rexnekir û derbarê mijarê de ji malpera Êsta re axivî.
Eşref Geramî got; “Yasaya ‘Parastina jinan ji tundiyê’ ku cara ewil di serdema kabîneya dehemîn ya hikumeta Îranê de hatibû amadekirin, li ser daxwaza hikumetê ji parlamentoyê hate vekişandin. Yasa piştî nakokiya gelek salan ya di navbera hikumet, parlamento û dadwer ya li ser guhertinê, hate vekişandin. Ev yasa êdî bandor û armanca xwe ya bingehîn ji dest daye û êdî nikare pêdawîstiyên rasteqîn yên jinan dabîn bike. Divê yasa ji bo derxistina biryar û piştgiriya jinên qurban, bibe alîkar.”
Di dewamê de Eşref Geramî got; “Bivê yekê re rola Cîgira Wezîra Karûbarên Jinan ji projeyê tê dûrxistin û Wezareta Karê Hindir û Encûmena Komelayetî cihê wê digire. Wê ev guhertin bibe sedema lewaziya bicihanîna yasayê.”
Hêjayî gotinê ye di Kanuna 2020’î de û di kabîneya dehem ya parlamentoya Îranê de, proje yasaya ‘Parastina jinan ji tundiyê’ pêşkêşî parlamentoyê hatibû kirin. Di vê meha Hezîrana îsal de jî bi armanca guhertina di parlamentoyê de, yasa ji parlamentoyê hate vekişandin.