Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê

  • 14:16 7 Hezîran 2025
  • Rojane
 
DÎLOK - Li Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî li mala xwe bi guman de mirî hatin dîtin.
 
Li navçeya Şahînbey a Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî Nîlvara Kaymakçi bi guman de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî hatin dayîn, dayik û zarok li odeyeke girtî ya li mala xwe ya li Taxa Yetmişbeşîncî Yil mirî hatin dîtin. Hat ragihandin ku  Seçîl Kaymakçi beriya demekê ji hevjînê xwe veqetiyabû.
 
 Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.